Breaking News

Cenazeyê şervanê YPG’ê Xemgîn Reşîd spartin axê


EFRÎN – Bi hezaran kesî cenazeyê şervayê YPG’ê Xemgîn Reşîd (Xemgîn Cûdî) ê di 22’ê çile de di berxwedana rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest da, spratin axê.  
Şervanê YPG’ê Xemgîn Reşîd (Xemgîn Cûdî) roja 22’ê Çile de di berxwedana rizgarkirina Koabanê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Cûdî 2 roj berê di ser Bakurê Kurdistanê re anîn Efrînê û li Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê bi cih kirin. Cenzeyê Cûdî îro ji aliyê Hezaran kesî ve ji nexweşxaneya Averîn a Efrînê hate wergirtin û bi kerweanekî tirmpêlan ber bi goristana Şehîd Refîq a Gundê Metîna hate bi rêkirin.
Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abulah Ocalan û Şervanê YPG’ê vekiribûn û alên TEV-DEM, YPG û YPJ rakiribûn û bê navber diruşmeyên ”Şehîd na mirin, Bijî berxwedana Kobanê û Hesekê” berz dikirin cenaze li ser milan rakirin û heta goirstanê meşiyan. Li goristanê merasîm bi turena leşkerî dest pê kir. Piştre Serokê Desteya Parastina Ebdo Ibrehîm axivî û bal kişand ser berxwedana YPG û YPJ’ê ya Kobanê û got ku Kobanê bi xwîna şervanê YPG/YPJ’ê ji her demê zêdetir nêzî rizgarkiribê bû ye.
Di berdewama Merasîmê de Endama Saziya Malbatên Şehîdan Fatma Hebeş, Endama Dîwana Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Kantona Efrînê Muşîra Mele Reşîd û endama rêveber a PYD’ê Çîçek Dêrik axivîn. Di axaftinan de berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê hate vegotin û soza şopandina riya wan hate dayîn.
Di merasîmê de li ser navê malbata Şervanê YPG’ê Xemgîn Cîdî dayîk, xuşk û birayê wî axivî û soz dan ku ew ê heta dawî li ser riya şervanê YPG û YPJ’ê bimeşin.
Piştî axaftinan cenazeyê şervanê YPG’ê Xemgîn Cûdî bi durişmeyan spartin axê.
(dc)
 ANHA

No comments