Breaking News

Ji rêveberiya Kobanê û YPG’ê daxuyaniya hevbeş


KOBANÊ – Fermandariya YPG’ê ya Herêma Kobanê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê, serkeftina Kobanê li hemû gelê kurd û hêzên azadîxwaz pîroz kir û peyama, “heta ku tevahî axa Kobanê ji çeteyan tê paqijkirin, dê têkoşîna me bidome” dan.
Fermandariya YPG’ê ya Herêma Kobanê û Rêveberiya Xweseriy Demokratîk a Kantona Kobanê, derbarê rizgarkirina navenda kantonê de daxuyaniyek hevbaş dan çapemeniyê.
Daxuyanî saet di 10.30’an de bi amadebûna Fermandarê YPG’ê yê Herêma Kobanê Mehmut Berxwedan, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim, Hevseroka Meclîsa Gel Eyşe Efendî, Serokê Desteya Parastinê Îsmet Şêx Hesen, serokên gelek desteyên din hate lidarxistin.
Di daxuyaniya ku gelen sazî û dezgehên çapemeniyê şopandin de, destpêkê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Piştre Enwer Mislim bi erebî axivî û got, “Em bejna xwe li hemberî hemû şehîdên ku em bi saya wan gihîştine van rojan û rê li ber belavbûna aştiyê di nava cîhanê de vekirin, ditewînin.”
Mislim serkeftina Kobanê, li YPG/YPJ’ê, hêzên koalîsyonê, hêzên ku alîkarî kirine, gelê çar perçeyên Kurdistanê û hemû alîgirên azadî û demokrasiyê pîroz kir.
Piştre Fermandarê YPG’ê yê herêma Kobanê Mehmut Berxwedan bi kurdî axivî û serkeftina Kobanê li gelê kurd û gelên herêmê pîroz kir û got ku ev serkeftin bi saya berxwedan û hêza vîna azad a gelê kurd, hêzên YPG û piştgiriya aliyên demokrasîxwaz pêk hatiye. Bexwedan destnîşan kir ku heta ku tevahiya Kobanê ji çetyan tê paqijkirin wê YPG têkoşîna xwe bidomîne.
Berxwedan anî ziman ku gelê kurd îro li ser axa Kobanê bi awayekî azad dijî, lê eger wan li ber xwe nedaba, tu kesî alîkariya wan nedikir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me li hemberî tu kesî serê xwe netewandiye û bila DAIŞ zanibe ku em di her maleke di Kobanê de hatiye tunekirin. Em ê li ser axa Kobanê DAIŞ tune bikin.”
Berxwedan bang ji hem û hêzên navnetewî re kir ku berxwadana li Kobanê nas bikin û got: “Banga me ew e ku berxwedana Kobanê ya ku parastina mirovahiyê dike nas bikin. Me li ser navê tevahî cîhanê şerê dijminê mirovahiyê kir.” 
Li ser navê Desteya Parastinê jî Cîgira Serok Aljîn Bozan axivî û rizgarkirina Kobanê li YPG’ê pîroz kir. Aljîn Bozan got ku YPG/YPJ’ê hêza xwe îspat kiriye û got ku ev hêza rasteqîn a ku li dijî terorê parastina mirovahiyê dike ye.
Daxuyanî bi silavkirina YPG’ê, çepik û dirûşmeyan bidawî bû.
(ekip/aq)
ANHA

No comments