Breaking News

Li Kobanê 3 gund hatin rizgarkirin 3 çete hatin girtin


KOBANÊ – Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di çarçoveya operasyona paqijkirina Kantona Kobanê de, şevê din 3 gund ji çeteyan hatine paqijkirin, bi dehan çete hatin kuştin û 3 ji tevî çekên xwe bi saxî hatine girtin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê 24 saetên dawî yên operasyonên YPG’ê ku li gundewarên Kobanê dom dikin de daxuyaniyek weşand. Daxuyaniyak ku di malpera YPG’ê de hate weşandin wiha ye:
“Berxwêdana Kobanê ya ku li hemberÎ hewldanên dagirkirine çeteyên DAIŞ’ê tên meşandin û gihiştiye merhaleya serkeftinê ket roja xwe ya 136’emîn. Şervanên me yên YPG/YPJ’ê ku komên çete ji bajer dûr xistin, operasyonên xwe yên paqijkirina bejahiya Kobanê ji çeteyan berdewam dikin.
Duh êvarê hêzên me di çarçoveya operasyona azadkirina Kobanê de li hemberî gundê Gorpîngarê ku 3,5 dikeve başûr rojhilatê Kobanê û ji aliyê çeteyan ve hatibû dagirkirin operasyonek lidar xistin. Di operasyonê de pevçunên dijwar hatine jiyankirin û hin jî li derdora gund tevgera hêzên me berdewam dike. Di pevçunên li vî gundî de qasî hatiye tespîtkirin 2 endamên çeteyan hatine kuştin, 3 endamên çeteyan jî tevî çekên xwe bi saxî hatine girtin. Di encama operasyonê de hêzên me gundê Gorpîngar ji çeteyan paqij û azad kiriye.
Hêzên me şevêdin li hemberî gundên Numanê û Elî Budrayê ku 5 km dikeve başûr rojavayê Kobanê operasyonekî dorfireh lidar xistin. Di çarçoveya operasyonê de şervanên me yên YPG/YPJ’ê silsîleye ku ji Til Şair a li ser xeta sînorê Bakûr, heta direjî van gundan dibe jî hedef girtin. Hêzên me bi 10 baskan ve êrîşêk lêz pêş xistin û di dêmekî kin de li van qadên ku navê wan derbas dibe serdestî çekirin. Komên çeteyan li hember hêzên me xwe negirtin û ji gundên Numanê û Elî Budra hatin derxistin.
Di operasyonê de 24 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin. Hêzên me tevî 19 termên çeteyan dest danîn ser 14 çekên kelaşnîkof, 19 şarjorên kelaşnîkofê, çekek BKC, 750 fîşekên BKC, 2 roketavêjên B7, 5 gulleyên roketavêja B7, 2 demance, 10 rext û 4 bêtelan.
(aq)

No comments