Breaking News

PKK: Faşimê li Kobanê derbeyek dîrokî xwar


NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir ku faşîzma DAIŞ’ê li Kobanê rastî windahiyeke dîrokî hatiye û got: “Em şervanên azadiyê yên leheng ên serketineke bi vî rengî ya dîrokî bi gelê me û mirovahiya demokratîk dan jiyîn, pîroz dikin.”
Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî azadkirina Kobanê pîroz kir. PKK’ê di daxuyaniya xwe de got, “Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê yên faşîst ên bûne belayê serê gelên Rojhilata Navîn, ku ji 15’ê Îlona 2014’an û pê ve destpê kir, bi berxwedaneke lehengî hat têkbirin, bi pêşengiya hêzên YPG/YPJ’ê, berxwedana lehengiya dîrokî ya 135 rojan a gelê me, dostên me û hemû hêzên demokratîk gihaştiye serketinê. Ev serketin serketineke mezin e ku ji niha ve cihê xwe yê di dîrokê de girtiye. Ev serketin serketineke mirovahiya azad, serketineke demokrasiyê ye. Ev serketina ku ji niha ve li nava rûpelên dîrokê neqişiye, serketina hesret û lêgerîna azadiyê, cesaret û fedekarî, vîn û israra jin û ciwanên Kurd e. Serketina bîrdoziya modernîteya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan li dijî her şêweyê paşverûtiyê ye. Ev serketin serketina gelê Kobanê, gelê Rojava, gelê li çar parçeyên Kurdistanê, hêzên demokratîk ên Tirkiye û Rojhilata Navîn gel û hêzên demokratîk ên cîhanê ye. Çawa ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de Şoreşa Azadiyê ya Rojava ji bo tevahiya mirovahiyê bû çirûskeke azadiyê, serketina Kobanê ya dîrokî jî ji bo tevahiya mirovahiyê ronahiya rizgariyê ye.”
‘EM Ê BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN BERXWEDANA KOBANÊ DI AZADIYA KURDISTANÊ DE BIDIN JIYÎN’
PKK’ê cangoriyên di azadkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got, “Beriya her tiştî em şehîdên xwe yên serketineke bi vî rengî ya dîrokî û mezin dane me; di kesayetiya rêheval Arîn Mîrxan, Diyar Bagok, Paramaz Kizilbaş, Ozgur, Gelhat û Destîna de hemû şehîdên berxwedana Kobanê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînên wan di azadiya Kurdistnê de, di biratiya gelan de bidin jiyîn.”
PKK’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev xal destnîşan kir: “Em şervanên azadiyê yên serketineke bi vî rengî ya dîrokî ma gelê me û mirovahiya demokratîk, pîroz dikin. Destpêkê em hêzên parastina gelê Rojava yên leheng û afirînerên rasteqîn ên vê serketina dîrokî hêzên YPG/YPJ’ê pîroz dikin. Di serî de şervanên MLKP’ê yên li Kobanê li gel hêzên YPG/YPJ’ê şer kirin û şehîdên mezin dan, em hemû şervanên ji ciwan û gelên cuda yên Tirkiyeyê pîroz dikin. Em pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê û hêzên koalîsyonê yên hêzeke mezin dan şervanên YPG/YPJ’ê pîroz dikin. Em gelê xwe yê ji ser sînorê Pirsûsê qet neçû û berxwedana Kobanê kir berxwedana Kobanê-Pirsûsê û hêzeke mezin a moralê da şervanên Kobanê, pîroz dikin.”
‘FAŞÎZMA DAIŞ’Ê TÊKÇÛNEKE DÎROKÎ JIYA YE’
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Serketina Kobanê ya bi berxwedana dîrokî ya 135 rojan li dijî faşîzma DAIŞ’ê bi dest xist, ji bo Kurdistan, Sûriye û Rojhilata Navîn rewşeke nû derxistiye holê” û daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Beriya her tiştî nîşanî her kesî da ku faşîzma DAIŞ’ê ya rûreş dikare têk biçe. Her wiha destnîşan kir, ku gelên herêmê ji bo karibin ji belayekî bi vî rengî yê hov rizgar bibin divê li ber xwe bidin û bibin xwedî yekîtiya demokratîk. Serketina Kobanê ya dîrokî, ji bo rêveberiya xweseriya demokratîk a li Rojava bi pêş ve biçe, ji bo Kurd li Sûriyeyê bibin xwedî statuyeke mayînde û ji bo di asta herêmî de pirsgirêka Kurd çareser bibe, bû pêngaveke mezin. Di heman demê de pêşî li pêvajoyeke welê vekir ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava dikare veguhere Şoreşa Sûriyeya Demokratîk. Bi awayekî zelal nîşan daye ku Sûriyeya demokratîk a nû, ancax bi feraseteke demokratîk a azadiya hemû nasname, çand û olan esas digire û bi sîstema xweseriya demokratîk dikare bê afirandin.
Kobanê hatiye azadkirin û faşîzma DAIŞ’ê windahiyeke dîrokî jiya ye. Lê belê şer û têkoşîna li Rojava, Sûriye û Rojhilata Navîn hînê neqediya ye. Lewma divê hemû hêzên şoreşger baş bizanibin ku li gel kêfxweşiya dîrokî ya serketina Kobanê divê li hemberî wezîfeyên şer û şoreşê nêzîkatiyeke xemsar nîşan nedin û di her kêliyê de xwedî li wezîfeyên xwe yên dîrokî derkevin. Bi serketina Kobanê re pêşî li serketina Şengal, Kurdistan û Sûriyeyê vebûye. Aşkera ye ku hemû hêzên demokratîk û şoreşger, bêyî raweste û bêyî xemsariyê, wê li ser vê bingehê di dema pêş de tevbigere.”
Komîteya Rêveber a PKK’ê serketina Kobanê ya dîrokî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevahiya gelê Kurdistanê û mirovahiya azad pîroz kir û ji hemû şervanên azadî û demokrasiyê re serketinê xwest.”

No comments