Breaking News

YPG: Operasyonên me didomin


NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Çapemeniya YPG’ê destnîşan kir ku di rizgarkirina navenda Kobanê de bidehan çete hatine kuştin û hejmareke zêde ya çek û cebilxaneyan hatiye desteserkirin. Navendê destnîşan kir ku operasyonên li hemberî çeteyên li gundan didomin û gundê Helincê hatiye rizgarkirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê operasyonên li Kobanê de daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya ku di malpera YPG’ê de hate weşandin wiha ye:
“Hêzên me duh li hemberî komên çeteyan operasyonekî dorfireh lidar xistin û bajar bi temamî ji çeteyan paqij kirin.
Duh saet di 09.00’an de bi armanca ku navenda bajarê Kobanê bi temamî ji çeteyan bê paqijkirin operasyonek hatiye lidarxistin. Di encama vê operasyona ku di çarçoveya operasyonên paqijkirinê ya ku demek direje berdewam dike de hatiye lidarxistin de, navenda bajer bi temamî ji çetayan hatiye rizgarkirin. Di operasyonê de hejmarek zêde çete hatine kuştin, gelek çek û cebilxane hatiye desteserkirin. Operasyon seat di 16.00’an de bi serkeftî bi encam bû ye.
Di vê operasyonê de hejmara çeteyên hatine kuştin nehatiye zelalkirin. Lê 30 termên çeteyan di bin denetîma hêzên me de ye. Hêzên me di vê operasyonê de dest daniye ser topêk 57 û wesayîta wê,  3 hawanê 82 mm, 3 hawanên bi dest hatine çêkirin, katuşayek, 72 kelaşnîkof, 4 roketavêjên B7, çekek BKC, çekek sekvanî, 3 çekên karnas, 3 buruno û çekek G1. Her wiha hejmarek zêde ya fîşekan jî hatiye destêserkirin. 33.300 fîşekên kelaşnîkofê, 44.480 fîşekên BKC, 2.010 fîşekên doçkaya 12,5, 540 fîşekên doçkaya 14,5, 252 fîşekên doçkaya 23, 2.000 fîşekên çeka M16, 1.300 fîşekên çeka AKC, 75 fîşekên çeka A4, 47 fîşekên topa 57, 33 gulleyên hawana 60 mm, 55 gulleyên hawana 82 mm, 72 gulleyên hawana 120, 39 gulleyên fuzeya katuşa, 40 bombeyên destan, 264 şarjorên kelaşnîkofê, 72 rext, lûleyek doçkaya 12,5, lûleyek doçkaya 23, 145 gulleyên roketavêja  B7 û 38 HV, 200 zincîrên BKC, 100 zincîrên doçkaya 12,5.
Hêzên me êrîşên xwe ya li hember komên çeteyên ku ji bajêr hatine derxistin û xwe vekişandine gundan jî bênavber berdewam dikin. Li gundê Minazê yê li rojava û gundê Helincê yê li başûrrojhilatê Kobanê li hemberî çeteyan çalakiyên bi bandor pêk hatine û windahiyên mezin dane çeteyan. Gundê Helinc bi temamî ji çeteyan hatiye paqijkirin. Ji ber ku pevçunên di van gundan de berdewam dikin encam zelal wê piştre bêne parvekirin.”
(aq)
ANHA

No comments