Breaking News

Akademiya Şehîd Xebat dewreyek nû ji şervanên YPG,YPJ li Helebê bi dawî kir

Akademiya Şehîd Xebat li Helebê Taxa Şêx meqsûd dewreyek nû ji Şervanên YPG,YPJ piştî Perwerdeyek mehkî dewamkir bi dawî kir ,

di dewreyê de şervan li ser Waneyên Leşkerî û birdozî di nava wan de Rêziknameya YPG,YPJ ,Dîroka Kurdistan,Dîroka Jin û hwd, hatin Perwerdekirin .


Akademiya Şehîd Xebat turenek Leşkerî saz kir , turen bi kêliyek bê deng rêzgirtin li ser giyana şehîdan dest pêkir .di turenê de Fermandara YPJ Sewsen Bîrhat amadebu , Bîrhat li ser giringiya Perwerdê di rewşa heyî de axifî . û dewre li tevahî şervanên azadiyê pîrozkir.


Piştre şervanan soz dan ku parastina tevahî Pêkhateyên Rojava bikin û li ser rêya şehîdan Şopdarbin , di heman demê nasnameyên derçûnê li şervanan hatin belavkirin .


Turen bi duruşmeyan û istran û dîlan ji aliyê şervanan ve hat bi dawî kirin .


Navenda Ragihandina YPG'ê
22 Avrêl 2015


No comments