Breaking News

HPG: Leşkeran bi awayekî plankirî êrîşî sivîlan kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel da xuyakirin ku êrîşa li hemberî sivîlên ji gundê Gundikê yê Golanê ya Erdexanê diçûn zozanan, êrîşeke artêşa tirk a plankirî ye.
Li gorî nûçeya ANF’ê, Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) der barê bûyera li navçeya Erdexan Golanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. NPG’ê diyar kir ku gelek caran hêzên wan li hemberî tevgera leşkerî bi hestyarî tevgeriyane û wiha got: “Weke Hêzên Parastina Gel me gelek caran dabû xuyakirin ku ji bo her şêwe êrîşên gengaz ên li dijî qadên gerîla bişikînin û pûç bikin, em ê mafê parastina rewa bi awayekî bi bandor bi kar bînin. Bi heman biryardarî û nêzîkatiyê re bersiv ji operasyona artêşa tirk a li navçeya Erdexan Golanê re hat dayîn. Ji aliyê raya giştî ve tê zanîn ku ji bo li herêmê şerekî bi vî rengî dernekeve hêzên me yên gerîla gelekî bi hesas û nêzîkatiyeke hişyarkirinê tevdigerin. Lê belê artêşa tirk a tevî vê nêzîkatiyê jî dawî li êrîşên xwe neanî, li gelek qadên gerîla ketiye nava hewldanên bi vî rengî.”
‘Ji ber operasyonê şer qewimî’
NPG’ê da xuyakirin ku di 11’ê tîrmehê saet 13:00’an û pê ve leşkeran li herêmê dest bi operasyonê kiriye û wiha pê de çû: “Ji êvara 11’ê tîrmehê heta danê sibeha 12’ê tîrmehê balafirên hewayî yên keşfê li ser herêmê bênavber geriyane. Danê sibehê saet di 08:00 de artêşa tirk bi sê wesayîtan leşkerî yên bi tîpa akrep hatin qada Şehîd Sîdar cihê hêzên me yên gerîla lê ne û xwest êrîşî hêzên me bike. Di cih de hêzên me bersiveke bi bandor dane vê operasyonê û di şer de 3 tîmên taybet hatine kuştin. Saetek piştî bûyerê, tîmên taybet ji bo teqwiyeyê bi mînîbuseke bi tîpa transît hatine cihê bûyerê û ketine nava şer. Di encama çalakiya hişyariyê ya bi bandor de ev mînîbûs hatiye rûxandin. Di vê wesayîta hat îmhakirin de gelek kuştî û birîndarên artêşa tirk çêbûne. Lê belê hejmara wan nehatiye zelalkirin. Artêşa TC a ku li ser du girên bi navê Koroglu yên li herêma Şehîd Sîdar bi cih bûne, operasyona xwe ya li vir hêj dewam dike.”
‘Leşkeran mînîbusa sivîlan gulebaran kir’
NPG’ê anî ziman ku leşkeran piştî şer mînîbusa sivîlan gulebaran kiriye û wiha domand: “Artêşa Tirk, di sibeha 11’ê tîrmehê saet di 08:30 de gule li wesayîteke sivîl a ji welatiyên Gundikê yên ji bo zozanê hatibûn reşandin. Di vê êrîşê de welatparêzekî me yê hêja hat qetilkirin û du sivîl birîndar bûn.”
‘Ev êrîşeke bi plankirî ye’NPG’ê derbirî ku êrîşa li hemberî mînîbusa sivîlan plankirî pêk hatiye û wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Ji saet û dema vê êrîşê jî tê fêmkirin, ku ev bûyer êrîşeke cuda û plankirî ye. Ev xebatên provokasyonê yên bi taybetî ji bo çavtirsandina gelê me yê Serhedê tên kirin Ji ber hesasiyeta gelê me û derdorên pêwendîdar li pêvajoyê û nêzîkatiya hêzên me yên gerîla yên her şêwe êrîş û komployan pûç dikin, nagihêjin armanca xwe. Nûçeyên bi agahiyên derew tên weşandin nîşan didin ku ji niha û pê ve wê êrîşên bi vî rengî zêde bibin. Divê were zanîn ku li dijî her şêwe êrîşên li hemberî gelê me, li hemberî propagandayên reşkirinê û êrîşên li dijî hêzên me yên gerîla, mîna her demê em ê bi biryardariyeke mezin mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin.”

No comments