Breaking News

Burkan El-Firat îdayênTirkiyê deriwandin

HÊVÎDAR XALID
GIRÊ SPΠ– Berdevkê Fermî ya Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat Şervan Derwîş îdayên saziyên çapemeniyên Tirkiyê ku dibêjin hêzên YPG’ê xwe ji Girê Spî vekişandin deriwand û got ku îdayên bi vî rengî bi armanca têkbirina jiyana hevbeş û derxistina nakokî û tevliheviyê di navbera pêkhateyan têne kirin.
Têkildarî îdayên li ser saziyên çepemiyê yên Tirkiyê hatin kirin ku digotin hêzên YPG’ê xwe ji Girê Spî vekişandin, Berdevkê Fermî yê Odeya Çalakiyan ê Burkan El-Firat Şervan Derwîş ji ANHA’yê re axivî û got tu rastiya îdayên derbarê vekişandina hêzên YPG’ê ji Girê Spî nîne.
Derwîş her wiha da zanîn ku dewleta Tirkiyê bi hemû rêbazên xwe dixwaze di navbera pêkhateyên herêmê nakokiyan derbixe û ev tişt anî ziman: “Bi riya agahiyên derew û ne rast dixwazin raya giştî şaş agehdar bikin, armanca wan a sereke ji vê yekê ku rastiyên heyî berûvajî bikin.”
Derwîş da zanîn ku dewleta Tirkiyê herî zêde derbarê rêveberiya Girê Spî îdayên ne rast belav dike û dixwaze rastiyên heyî reş nîşan bide û îdaya derbarê vekişandina YPG’ê ji bajar jî di vê çarçoveyê de hatiye kirin.
Derwîş di berdewam axaftina xwe de got ku ew wekî Burkan El-Firat ji raya giştî re diyar dikin ku hewildanên herêmî têne kirin ne tiştekî nû ye û wiha dom kir: “ Hêzên herêmê ji rewşa welat a heyî berpirsyarin. Ji roja yekem a rizgarkirina Girê Spî û vir ve alên şoreşa Sûriyê li ser bajar li ba dibin.  Armanca me ya wekî Burkan El-Firat xurtkirina hevgirtina civakî ya di navbera hemû pêkhateyan de ye, bila tu kes îdîayan li ser deverên ku hêzên Burkan El-Firat rizgar dikin, nekin, armanca me yeke.”
Derwîş di berdewama axaftina xwe de got ku saziyên xizmetan, ewlekarî û civakî yên bajarê Girê Spî yên hevbeş hatine xurtkirin û wiha pê de çû: “Hemû saziyên civakî, ewlekarî û xizmetguzarî yên hevbeş hatine xurtkirin, herî dawî jî meclîsa Rûspiyan a bajar hatiye avakirin. Ev yek rastiya rewşa heyî ya li herêmê û biratiya gelan nîşan dide.”
Derwîş di dawiya axftina ev tişt anî ziman: “Em wekî Burkan El-Firat, em xeta xwe ya berxwedanê bidomînin, tu carî îdîa û gotegotên têne kirin dê tekoşîna me ya li ser bingeha niştimanî û hevbeş û şerê li dijî terorê nede rawestandin. Armanca me ya stratejîk avakirina Sûriyek demokratîk û paqijkirina wê ji komên çete ye. Îdayên têne kirin dê li pêşiya tekoşîna me nebin asteng.”
(dc/ra)
ANHA

No comments