Breaking News

Dewreya 11’an a erka xweparstinê bi dawî bû

AMÛDÊ – Dewreyeke dina  hêzên Erka Xweparstinê yên kantona Cizîrê ku bi beşdarbûna 331 endaman hatibû destpêkirin bi merasîmekê bi dawî bû.
Hêzên Erka Xweparstinê ya Kantona Cizîrê dewreya hêzên Erka Xweparastinê ya 11’an ku bi beşdarbûna 331 endaman hatibû destpêkirin bi dawî bû. Dewre bi merasîmekê bi dawî bû. Merasîma bi beşdarbûna cîgirên Serokê Desteya Parstinê Hêvî Elî û Ebdulehed Goriyê û endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Erka Xweparstinê Rênas Roza li kampa Til Bêder a Dirbêsiyê bi merasîma leşkerî dest pê kir.
Paşê Cîgirê Serokê Desteya Parstinê yê Kantona Cizîrê Ebdulehed Goriyê axivî û dewreya 11’an li hemû endamên Erka Xweparstinê û gelê kantonê pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Piştî dewreyê em di wê baweriyê de ne ku dê endamên erka xweparstinê li deverên xwe karekî baş bikin û dê erka xwe ya parstina welat bigirin ser milê xwe.”
Goriyê di berdewama axaftina xwe de got ku piştî dewre bi dawî bû endamên ku tevlî dewreyê bûne dê dema xwe yam aye li ser kar pêk bînin û dê parsstina herêmê bikin.
Di merasîmê de her wiha endamên hêzên erka xweparstinê soz dank u dê erka xwe pêk bînin û di xebatên parastinê de cihê xwe bigrin.
Di dawiya merasîmê de endamên erka xweparstinê xelekên govendê gerandin û stran gotin.
(dc)
ANHA

No comments