Breaking News

HPG: Di çalakiyan de herî kêm 44 leşker hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN – Gerîlayan di serî de li Heftanîn, Şirnex, Colemêrgê, Amed û Wanê li gelek herêman çalakiyên bi bandor pêk anîn. Di çalakiyan de herî kêm 44 leşker hatin kuştin, gelek wesayîtên leşkerî hatin rûxandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HEFTANÎN
HPG’ê diyar kir ku di şer û pevçûnên Heftanînê de gelek leşker hatine kuştin û got, “Roja 23’ê Tebaxê saet di navbera  07.00 – 08.00’an de artêşa T.C. hewl daye bi wesayîteke zirxî ya kîrpî bikeve qada Şehîd Kendal a li ser xeta herêma Heftanîn, gerîlayên me li hember vê wesayîta zirxî çalakiyeke sabotajê pêk anîne û bi temamî hatiye rûxandin. 10 leşkerên di vê wesayîtê de hatine kuştin.
Her wiha ji 18’ê Tebaxê ve êrîşên artêşa T.C yên li hember xeta sînorê Heftanînê didomin; Alaya Topavêj a Gulyazi, Tepê Maymûn û qereqolên Tepê Çete bi koordîneya pêgerên hewayî yên bê mirov li hember qadên li ser sînor; Şehîd Kendal, Deriyê Dawetiya, Şehîd Rênas, Şehîd Ronahî, Şehîd Welat, Şehîd Şexmus û Deriyê Kûraniş bi obus, hawan û tankan bê navber bomberdûman pêk aniye.
21’ê Tebaxê saet di navbera  20.00 – 22.00’an de li qada Kêlik a li ser sînorê Heftanîn di navbera gerîlayên me û artêşa T.C de şerekî rû daye. Di vî şerî de hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin.
21’ê Tebaxê saet di navbera 09.00 – 16.30’î de gerîlayên me bi çekên giran li leşkerên artêşa T.C yên xwestine bikevin qada Şehîd Kendal dane. Di vê çalakiyê de di navbera 8-10’an de leşker hatine kuştin û yên din birîndar bûne. Heman rojê saet di navbera 21.00-22.00’an de li hember du wesayîtên zirxî yên xwestine bikevin qadê çalakiya sabotajê pêk hatiye û ev her du wesayît jî hatine rûxandin.”
HPG’ê di dewama daxuyaniya xwe ev agahî da:
COLEMÊRG
“22’ê Tebaxê konvoyeke artêşa T.C a ji wesayîtên zirxî, tank û jammeran pêk tê, bi piştgiriya helîkopterên Kobra û pêgerên hewayî yên bê mirov xwestiye ji Çelê biçe navenda Colemêrgê. Gerîlayên me saet 16.30’î li hember vê konvoyê li herêma gundê Dawûşa ya di navbera Çelê û Colemêrgê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de li hember cihê 5 leşker lê çalakiyeke sabotajê pêk hatiye. Li vir 3 leşker hatine kuştin, 2 leşker jî giran birîndar bûne. Gerîlayan bi çekên giran li helîkopterên Kobra yên bi armanca piştgiriyê hatin herêmê dane, helîkopter vekişiyane. Çalakî heta saet 20.30’î dewam kiriye. Her wiha konvoyeke din a dixwest ji Colemêrgê biçe Çelê ji ber çalakiya li derdora gundê Dawûşa vekişiyaye.
ŞIRNEX
Ji 20’ê Tebaxê û vir ve rêgehek di navbera navçeya Mêrdîn Kerboran û navçeya Şirnex Hezexê de, di bin kontola gerîlayên me de ye. Roja 21’ê Tebaxê di kontrola nasnameyan de cerdevanekî bi navê Selahattîn Dag ê ji gundê Xirabeyê Xoriya yê Kerboranê hat girtin, piştî lêpirsîna demeke kurt cerdevan soz da ku ew ê dest ji vê wezîfeyê berde û li ser vê yekê hat berdan.
22’ê Tebaxê piştî nîvro, helîkopterên Kobra yên artêşa TC qada Zevya ya Şemanê ya ser bi navçeya Şirnex Elkê bomberdûman kirine. Gerîlayên me bersiv dan vê bomberdûmanê û li ser vê yekê helîkopterên Kobra neçar man xwe vekişînin. Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku helîkoptereke Kobra li nêzî Zevyayê ketiye xwarê. Lê belê ev agahî ji aliyê me ve nehatiye teyîtkirin.
Roja 21’ê Tebaxê, li hemberî qereqola Şemanî ya li navçeya Şirnex Elkê, gerîlayên me saet di 22:00 de ji bo bîranîna hemû hevrêyên me yên di dema dawî de şehîd ketin çalakiyek pêk anîn. Bi çekên giran li qereqol û girekî qereqolê hatiye xistin. Di çalakiya li dijî girê parastina qereqolê de 2 mewzî bi temamî hatine rûxandin. Di vê çalakiyê de 1 jê serpel 9 leşker mirine, 1 jê giran 7 leşker birîndar bûne. Di çalakiyê de ji ber ku gerîlayê me yê fermandarê baskê çalakiyê birîndar bû, çek nekarî bê rakirin.
Li dû çalakiyê artêşa TC xwest bi 3 helîkopterên Skorsky leşkeran deyne girê çalakiyê, lê ji ber şewata li derdorê derket neçar ma leşkeran deyne nava qereqolê. Artêşa TC bi 10 maşînên zirxî mirî û birîndarên xwe rakirin qereqolê û ji wir jî bi helîkopteran navenda Şirnexê. Saetek piştî çalakiyê 2 helîkopterên Kobra bombe li herêmê barandin. Rojek piştî çalakiyê jî di 22’ê Tebaxê vê carê 4 helîkopterên Kobra qada çalakiyê û derdora wê bomberdûman kirin. Ji ber vê bomberdûmanê li herêmê şewat derket.
ÊLIH
Di şeva 20-21’ê Tebaxê saet di navbera 00:00-01:00 de, li ser rêya Heskîf-Êlihê 2 qemyon, tankerek û 2 bîdonên benzînê yên şîrketa bi navê Şîmşekler, ji aliyê gerîlayên me ve hatin îmhakirin. Rojek piştî vê çalakiyê ekîbên lêkolînkirinê hatine cihê bûyerê.
AMED
Li qereqola Ozeklî ya Amedê, di navbera leşkeran de hin bûyer derketin û di pevçûna li vê derê de sivîlek û leşkerek birîndar bûn. Ti eleqeya vê bûyerê bi yekîneya me ya gerîla re nîne.
22’ê Tebaxê saet di navbera 21:00-23:00 de rêya di navbera gundên Bulûl û Xorong ên li deşta Mûşê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye girtin. Di çalakiya ku 200 wesayît lê hatin sekinandin de, kontrola nasnameyan hat kirin û der barê pêvajoyê de agahî ji gel re hat dayîn.
22’ê Tebaxê saet di navbera 20:00-21:30 de li ser rêgeheke navbera Amed-Êlihê de gerîlayên me kontrola rê kirine û ji gelê li vê derê re pêvajo vegotine.

Roja 22’ê Tebaxê saet di 16:10’an de li hemberî leşkerên parastina bendava Farqînê dikirin, gerîlayên me çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û di encamê de leşkerek hat kuştin. Her wiha bi çekên giran derb li kemçe, qemyon, xwaringeh û kûleya ewlekariyê hatiye xistin.
21’ê Tebaxê saet di 21:00 de li hemberî TOMA û 5 wesayîtên polîsan ên li ber avahiya AKP’ê ya Bajêr a taxa Hûzûrevlerî ya navenda Amedê, tîma YJA Star a Şehîd Arîn Mîrxan, ji bo bîranîna hevala me Şehîd Ekîn Wan çalakiyek lidar xist. Bi derbên bombeyan agir bi TOMA’yê ket û li vê derê polîsek hat kuştin, yek jê giran  polîs birîndar bûn.
Li sêgoşeya Lice-Karaz-Hênê yên Amedê, ku artêşa TC ji 17’ê Tebaxê û vir ve operasyonan lê dimeşîne, di 22’ê Tebaxê saet di 22:30 de helîkopterên Skorksy erzaq, cebilxane û leşker danîne girê Zerga. Di heman demê de 2 helîkopterên Kobra di nava heman rojê de li quntarên girê Zerga xisitn.
ÇEWLIK
Ji saet 21:30 ê 22’ê Tebaxê heta saet 02:30 ê 23’ê Tebaxê, gerîlayên me rêya di navbera Çat û Kanîreş ên Çewlikê de girtin, kontrol nasnameyan kirin û der barê pêvajoyê de agahî dan gel.
WAN
Êvara 22’ê Tebaxê saet di 22:00 de li hemberî nuqteya kontrolê ya Balaban a di navbera navçeya Wan Westan û navçeya Bedlîs Tetwanê de, gerîlayên me çalakiyek lidar xistin. Li vê nuqteya kontrolê 2 panzer, 2 wesayîtên fermî yên jendermeyan, 2 kulûbeyên nobedê û 20 leşker hebûn. Gerîlayên me li hemberî vê nuqteya kontrolê bi wesayîteke teqemendî barkirî çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Bi teqînê re hemû wesayîtên di hundir de îmha bûn. Heman piştî çalakiyê gerîlayên me dest li rewşê werdan, lê belê ji be dûxana zêde detayên vê çalakiyê nehatin zelalkirin. Li hemberî vê çalakiyê ji artêşa Tirk ti mudaxle nehat kirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin di vê çalakiyê de berbazek, 3 çawişên pispor û 5 leşker hatine kuştin. Hejmara mirî û birîndarên li vê derê gelekî zêde ye. Piştî çalakiyê gerîlayên me bi awayekî serketî li baregehên xwe vegeriyane.
BEDLÎS
Roja 22’ê Tebaxê saet navbera 16:00 û 18:00’an de li ser herêma Şehîd Mizgîn a girêdayî Bedlîsê pêgerên hewayî yên bê mirov geriyane.
ERZIROM
Roja 22’ê Tebaxê di saet 19:30’an de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek sabotajê li hemberî îstasyona bazê ya Turkcellê ya li herêma Çankaya ya girêdayî Erziromê hat lidarxistin û ev îstasyona bazê bi temamî hatiye rûxandin. Dîsa heman rojê di saet 20:30’an de gerîlayên me çalakiyek li hemberî îstasyona bazê ya Vodafonê ya li gundê Avendere ya girêdayî herêma Çankayayê li dar xistine û bi temamî hatiye îmhakirin.
DÊRSIM
Roja 21’ê Tebaxê di saet 12:00’an de gerîlayên me li navenda navçeya Xozat a girêdayî Dêrsimê çalakiyek li hemberî wesayîtek sivîl a polîsan li dar xistine. Di vê çalakiya sabotajê de polîsek bi giranî birîndar bûye.
Roja 22’ê Tebaxê li herêmên Deriyê Mûnzûr, Dola Kûtûdere, Kûrûdere, Dola PKK’ê, Rojdere, Kozmerîk, Deriyê Harpik, Qûntara Engirman û Bagkê yên girêdayî Dêrsimê ku êrîşa hewayî hatibû lidarxistin û şewat derketibû, şewata li wan herêman hîn didome.
SEMSÛR
Roja 20’ê Tebaxê dema ku du hevalên me yên bi navê Harûn Pasûr û Pale Kawa diçûn wezîfeyeke li herêma Çamlica, Kozan û Bagtepe yên girêdayî Semsûrê ketibûn kemînê û piştî pevçûneke demkurt hevalên me şehîd ketibûn. Me ev agahî bi raya giştî re parve kiribû. Li gorî agahiyên nû yên me bi dest xist, di wê pevçûnê de 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.
BOMBERDÛMANA HEWAYÎ Û BEJAHÎ YÊN LI HEMBERÎ HERÊMÊN GERÎLA
HPG’ê diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk ên hewayî û bi obus, hewan û tankan ên li hemberî herêmên gerîlayan didome. Daxuyaniya HPG’ê ya der barê van êrîşan de wiha ye: “Roja 22’ê Tebaxê saet di navbera 18:30 – 20:30’an de balafirên şer ên artêşa Tirk bi alîkariya pêgerên hewayî yên bê mirov; li ser herêmên Şehîd Gafûr, Tepê Şehîd Rizgar û gundê Navçela yê girêdayî herêma Stûnê yên li ser xeta sînor a herêma Avaşîn a girêdayî Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê bombebaran pêk anîne.
Roja 22’ê Tebaxê saet di navbera 19:00 – 22:00’an de herêmên Tepê Derte, Tepê Şehîd Rojîn, Tepê Şehîd Hozan û Mêrge yên li herêma Zagrosê ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatine bombebarankirin.

Roja 22’ê Tebaxê saet di navbera 16:00 – 17:00’an de qereqola qereqola Tepê Sivrî ya li ser xeta sînor a herêma Zagrosê; herêma Tepê Sor bi obus û hewanan bombebaran kiriye.
Roja 22’ê Tebaxê saet di navbera 16:00 – 17:00 û 23:00 – 00:00’an de qereqolên Tepê Arûş û Serbesta yên li ser xeta sînor a herêma Metîna; herêmên Duavê, girê Kuroşîno û qûntara wî bi obus, hewan û tankan bombebaran kirine.
Roja 22’ê Tebaxê saet di navbera 22:30 – 00:00’an de qereqolên Tepê Çete û Şitaza yên li ser xeta sînor a herêma Zagrosê; herêma Deriyê Goma bi obus û hewanan bombebaran kirine.
Roja 22’ê Tebaxê saet di navbera 07:00 – 07:30’an de qereqola Êrîş a li ser xeta sînor a herêma Zapê; qûntara Xeregolê, saet di navbera 05:00 – 06:00 û 09:00 – 10:30’an de qereqola Bilîcanê; herêma Dola Kinyanîş bombebaran kirine. Qereqola Bilîcanê herêma Dola Kinyaniş bi bombeyên mîsketê bombebaran kiriye û li herêmê şewat derketiye. Her wiha roja 22’ê Tebaxê di saet 22:30’an de 2 helîkopterên Kobra derdora qereqola Bilîcanê bi awayek rasterast gulebaran kirine.
Roja 23’yê Tebaxê (îro) ji saet 07:00’an ve li ser herêma Metîna tevgera hewayî ya balafirên şer rû didin. Roja 22’yê Tebaxê di saet 22:30 – 23:00’an de herêma Zapê, roja 21’ê Tebaxê saet di navbera 12:00 – 12:30’an de li ser herêma Xakurkê tevgera balafirên şer rû daye.
Roja 22’yê Tebaxê saet di navbera 07:00 – 18:00’an pêgerên hewayî yên bê mirov li ser herêmên Xakurkê û Xinêrê, saet di navbera 18:30 – 23:00’an de jî li ser herêma Zapê keşf pêk anîne.

No comments