Breaking News

KCK: Bêteredût em li ber xwe bidin!

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da xuyakirin ku Erdogan û ekîba wî bi pêkanîna darbeya emelî re şer giran kirine û got, “”Wezîfeya gelê Kurd bêteredût berxwedan e, bi ser xistina têkoşîna bi dehan salan e.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da xuyakirin ku hikûmeta AKP’ê êrîşên xwe zêde kiriye û didomîne. KCK’ê diyar kir ku her roj polîs û leşker êrîşî du navçeyan an jî bajaran dikin, helîkopter jî di nav de bi her şêwe çekên giran, jîngehan xera dikin. KCK’ê bibîr xist ku her roj çend sivîl tên qetilkirin û got, “Serokkomar û Serokwezîr fermanê didin ku ji niha û pê ve bêhtir sivîl bên kuştin. Êdî dema cînayetên kiryar diyar destpê kiriye. Hikûmeta AKP’ê şer bi awayekî topyekûn dimeşîne. Li girtin û binçavkirinan, girtina hevşaredaran jî zêde kiriye.”
‘ERDOGAN Û DAVÛTOGLÛ DIBÊJIN; HETA DAWIYÊ ŞER’
Di daxuyaniya KCK’ê de hat gotin, “Erdogan dibêje ‘Ev şer wê heta qiyametê dewam bike’. Serokwezîrê hikûmeta darbeyê Ahmet Davûtoglû jî dibêje, heta ku li bajar û qadên bejahî bi temamî asayîş pêk were ev şer wê nesekine. Bi van gotinan re nîşan dan ku wê di dema pêş de polîtîkayeke çawa ya êrîşê bimeşînin” û ev xal hat destnîşankirin:
“Di nava hikûmeta AKP’ê de feraseta çareserkirina pirsgirêkan bi rêbazên siyasî demokratîk, nîne; kîjan civat doza mafê xwe bike, dixwaze wê civatê çavtirsandî bike û bieciqîne. Ji ber ku hikûmeta AKP’ê ne xwedî feraseta çareseriya pirsgirêkên bingehîn bi rêbaza siyasetê ne, Tayyîp Erdogan û Davûtoglû dibêjin ‘heta dawiyê şer’. Ji ber ku dest ji zîhniyeta netewe-dewlet bernedane, mafên bingehîn ên gelê Kurd nas nakin û dixwazin Tevgera Azadiyê bi şîdetê ji holê rakin. Ji dema Osmaniyan heta niha, di nava dewleta Tirk de feraseta çareserkirina pirsgirêkan bi awayê siyasî, bi cih nebûye. Bi feraseta ‘ez dewlet im, her kes wê serî li ber min bitewîne’ tevdigerin. Şerê îro li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewime, ji ber daxwaza dewleta Tirk a ji bo tepisandina daxwazên azadiyê yên gelê Kurd e. Gotin û kiryar, vê armancê bi awayekî vekirî radixin pêş çavan.”
‘LI SER GELÊ KURD TESLÎMIYET Û JIYANEKE BÊRÛMET TÊ FERZKIRIN’
Daxuyaniya Konseya Reveber a KCK’ê bi vî rengî dewam kir:
“Li hemberî van pêkanîn û kiryarên dewleta Tirk, helwesta ‘ez naxwazim bi vî rengî werim birêvebirin’ a gelekî pirsgirêka xwe ya man û nemanê heye û çil sal in ji bo jiyaneke azad û demokratîk têdikoşe, mafdar e. Girtina gelek şaredaran raxist pêş çavan ku biryara avakirina xwerêveberiyên gelê Kurd, çiqasî mafdar e.
Kî dikare ji Kurdan re bêje dest ji jiyana xwe ya azad û demokratîk berde, li hemberî vê hêza dixwaze hebûna wê tine bike, bêdeng bimîne? Kurdan, ji bo çareseriya pirsgirêkên bi siyaseta demokratîk gelek caran vîn û helwesta xwe nîşan dan. Lê dewleta Tirk ti carî çareseriya pirsgirêkan bi rêya siyasetê hilnebijartiye û her firsendê de serî li rêya binpêkirinê daye. Ji xwe ev helwesta dewleta Tirk a dibêje pirsgirêka Kurd nîne, alî nîne, rewşeke ne zehmet e bê fêmkirin.

Li ser gelê Kurd teslîmiyet û jiyaneke bêrûmet tê ferzkirin. Ji ber vê yekê dibêje ev şer ji dema Habîl Kabîl destpê kiriye û wê heta qiyametê dewam bike.
‘BIRYARA VÎ ŞERÎ DI MGK A 30’Ê COTMEHA 2014’AN DE HAT WERGIRTIN’
Bila ti kes xwe nexapîne, biryara vî şerî di civîna Desteya Ewlekariya Milî (MGK) a 30’ê Cotmeha 2014’an de hatiye wergirtin. Rêber Apo ji bo vê plana şer a di civîna MGK a 30’ê Cotmeha 2014’an de hat wergirtin xera bike, pêşnûmeya muzakereya demokratîk a bi çarçoveyeke maqûl pêşkêş kir û kir ku AKP Mutabaqata Dolmabahçeyê bipejirîne. Lê belê ji ber ku dewleta Tirk xwedî biryara çareseriyê nebû, Erdogan Mutabaqata Dolmbahaçeyê red kir û ji ber ku hikûmeta AKP’ê rewşa bêpevçûnî û hevdîtin ji bo qezençkirina demê bi kar anî, xwedî li Mutabaqata Dolmabahçeyê derneket.
Erdogan û tîma wî, ji bo demokratîkbûyînê ji rojevê derxînin û rejîmeke otorîter biafirînin, beriya hilbijartinê polîtîkayeke rageşiyê meşandine. Piştî hilbijartinê jî encamên hilbijartinê qebûl nekirine û bi pêkanîna darbeyeke emelî re şer giran kirine. Eger AKP’ê hilbijarin qezenç bikira, şer wê hînê ji roja ewilî ve bi dijwarî destpê bikira. Lê belê tevî ku hilbijartin winda kir, ji ber ku li pêşberî xwe vîneke siyasî nedît, biryara şer a di civîna MGK’ê ya 30’ê Cotmehê de hat wegirtin, di demeke kurt de xist meriyetê.
Pêwîste her kes rewşa siyasî û rastiya şer a derketiye holê, rast binirxînin. Ne dewleta Tirk bi awayekî bê armanc dest bi vî şerî kiriye, ne jî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bêsebep serî li berxwedanê daye. Zîhniyeta AKP’ê ji bo şikandina vîna Kurdan û tinekirina Kurdan êrîşên xwe dewam dike. Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê jî ji bo hebûna xwe biparêzin û bibin xwedî jiyaneke azad û demokratîk li ber xwe didin.
‘JI BILÎ BERXWEDANÊ TI HÊZ NIKARE AKP’Ê BISEKINÎNE’
Berxwedana Tevgera Azadiyê ya li hemberî êrîşan nayê wê wateyê ku hatiye lîstikên AKP’ê. PKK li Rojhilata Navîn tevgera ku herî zêde xwedî tecrûbeya siyasî ye. Dema şîdet û armanca êrîşan were nirxandin; di rewşa heyî de bêdengiya li hemberî êrîşan tê wateya hatina lîstikan û ketina xefikê. AKP û dewlet Tirk ji ber ku xwedî polîtîkaya çareseriyê nîne, li hemberî tevgera me dest bi kampanya êrîşê kirine û xwestine tevgera me qels bikin û teslîm bigirin. Eger li hemberî van êrîşan berxwedan neyê nîşandan, di serî de Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd, wê hemû hêzên demokrasiyê bên tepisandin, bi vî rengî li pêşiya avabûna sîstema otorîter a AKP’ê, ti astengî nemîne. Ji ber vê yekê, çawa ku berxwedana me di salên 1980 de li dijî faşîzma Kenan Evren a 12’ê Îlonê têkoşîna demokrasiyê bû, niha jî li hemberî avakirina sîstma serokatiyê ya otorîter hegemonîk a AKP’ê weke berxwedana demokrasiyê dewam dike. Ketina xefika AKP’ê li aliyekî, ji bo pêşî li sîstema depotîk a AKP dixwaze li ser gelên me ferz bike, berxwedan tê meşandin. Ji bilî vê berxwedanê ti hêz nikare AKP’ê bisekinîne. Ji ber vê yekê divê gelên Tirkiyeyê mîna li Geziyê bikevin nava tevgerê û bi gelê Kurd re lîstikên AKP’ê xera bikin.
Tayyîp Erdogan dibêje ji aliyê emelî ve rejîm hatiye guhertin û dixwaze her kes li gorî vê tevbigere. Nedayîna erka avakirina hikûmetê ji bo Partiya Gel a Komarê, divê weke parçeyek ji vê zîhniyet û armancê were dîtin. Destûra Bingehîn û qanûnên ji aliyê faşîzma 12’ê Îlonê ve hatine çêkirin jî binpê dike; li gorî ti pîvanê tevnagere. Bêdengiya li hemberî desthilatdariyeke faşîst a encamên hilbijartinê qebûl nake û bi komplo û lîstikan dixwaze desthilatdariya xwe dewam bike, bi kêr nayê.
Ji bilî AKP’ê her kes qebûl dike ku şer ji aliyê AKP’ê ve hatiye destpêkirin. Eger şer ji aliyê AKP’ê ve hatibe destpêkirin, her roj bi dehan mirov tên girtin û yekser sivîl tên kuştin, wê demê berxwedana li dijî vî şerî gelo bi çi rengî tê wateya ketina xefika AKP’ê? Vî şerî AKP’ê da destpêkirin; wê çaxê bi bêdengiyê re gelo ev polîtîkayên AKP’ê dikarin bên sekinandin? Ev, rewşeke li dijî xwezaya eşya ye.”
‘DIVÊ GELÊN TIRKIYEYÊ TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ BILIND BIKIN’
KCK’ê da xuyakirin ku tevgera wan gelek caran diyar kiriye ku divê agirbesta zeximkirî bê kirin û mercên ji bo vê jî bi awayekî zelal û vekirî aşkera kiriye û got, “Tevgera me ji xwe ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gelek caran agirbest îlan kiriye. Ji ber ku yê pêwîstiya xwe bi çareseriya pirsgirêkê heye û ji bo vê têdikoş e, tevgera me ye. Lê hikûmeta AKP’ê rewşa bêpevçûnî ji bo dewamkirina desthilatdariya xwe bi kar anî. Tevgera me tevî ku ev helwesta hikûmeta AKP’ê dît jî, di rewşeke ku dihat gotin ‘PKK rê li ber dewamiya desthilatdariya AKP’ê vedike’ de bi israr û sebir rewşa agirbestê dewam kir, di lêgerîna çareseriya bi rêbazên siyasî demokratîk de israr kir. Xwedayên zalim ên di mîtolojiyê de jî nikarin vê rastiyê înkar bikin.
Eger em demên berî wê li aliyekî bihêlin, ji Oslo û pê ve 8 salan diyalog hatiye meşandin. Rêber Apo û Tevgera me her tişt bilêv kirin û tiştekî li ser nehat axaftin nema. Ji ber vê yekê pêşnûmeya muzakereyê ya ji deh xalan li Dolmbahçeyê pêşkêşî raya giştî hat kirin. Lê belê dîsa jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gav nehatiye avêtin, şerê yekalî û mêtîngeriya qirkirina çandî ya 90 salan, hatiye ferzkirin.
Ya ku em niha dikin, li dijî şerekî yekalî tê meşandin, nîşandana berxwedana mafdar û pîroz e. Weke neteweyekê, ji bilî parastina hebûna xwe û bidestxistina jiyana xwe ya azad û demokratîk, ti armanca me nîne. Ne me li dijî kesî şer ragihandine, ne jî em hatine lîstika kesî. Weke qîrîna îsyana gelekî mezlûm, em dibêjin ku ev gel wê tine nebe, ji jiyana demokratîk û azad bêpar nemîne. Ji ber vê yekê, berxwedana li dijî êrîşên hovane yên li hemberî avakirina xwerêveberiya gelekî, di vî warî de rewa ye.
Li pêşberî vê rastiyê, wezîfeya dikeve ser milê gelê Kurd bêteredût berxwedan e, bi ser xistina têkoşîna bi dehan salan a bi berdêlê giran hatiye meşandin e. Wezîfeya dikeve ser milê gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê jî; li dijî vê otorîtebûyîn û despotîzmê, cihgirtina li cem têkoşîna demokrasiyê ya gelê Kurdistanê ji bo gelên Tirkiyeyê dimeşîne û bilindkirina vê têkoşînê ye. Dem ew dem e ku Ruhê Gezî rabe ser piyan. Eger Erdogan û hemû despotên din diqîrin û dibêjin ‘Em ê bi zimanê ew jê fêm dikin biaxivin’, wê demê divê em jî bi zimanê despot jê fêm dikin bersivê bidin. Divê em karibin pêngaveke demokratîk a şoreşger ku gelên me demokratîk û azad bike, bidin meşandin.”

No comments