Breaking News

‘Qurbaniyên teqîna Qamişlo şehîdên şoreşa Rojava ne’

NAVENDA NÛÇEYAN – Desteya Karûbarên Şehîdan a Kantona Cizîrê  êrîşa li dijî taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo bi tundî şermezar kir û hemû cangroyên vê komkujiyê wekî şehîdên şoreşa Rojava îlan kirin.
Piştî êrîşa xwekujî ya li dijî welatiyên sivîl ên taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo, Desteya Karûbarên Şehîdan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê di daxuyaniyekê de nasnameyên 8 cangoriyên vê êrîşên eşkere kirin û wiha hate gotin: “Ev welatiyên di vê êrîşê de şehîd ketine, asta wan di berxwedana şoreşa Rojava de wekî yên li eniyên pêş li ber xwe didine.”
Di daxuyaniyê de wiha hate domandin: “Ev çar sal in, zihniyeta terorîst û dermirovahî hewildide tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derbixe û bi teqîn û êrîşên xwe yên tirsonek hewl didin pilanên xwe pêk bînin. Ev komên terorîst bi vê êrîşa xwe hewl didin vîna azad a gelê Kurd bişkînin. Lê berûvajî  vê yekê hevgirtina pêkhateyên herêmê li hemberî van êrîşan xurtir dibe.”
Em weke Desteya Karûbarên Şehîdan a Kantona Cizîrê  sersaxiyê ji malbatên hemû şehîdan re dixwazin û şifayê ji birîndaran re dixwazin.
Desteyê diyar kir ku roja înê 21’ê tebaxê saet di 18.00’an de merasîmekê li goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo li dar bixe. Her wiha cenazeyê welatiyê bi navê Şerîf Kurdo ku di buyerê de şehîd ketibû dê ji Kantona Kobanê re bête şandin.
Li gorî desteyê nasnameyên qurbaniyan wiha ne:
– Rawan Bedran Newaf 12 salî ji taxa Kornîş e
– Ehmed Şêxmûs Hesen ji taxa Xerbî
– Behcet Îsmaîl Ebdilezîz ji taxa Hilko
– Isam Nezîr Silêman ji taxa Qudorbeg
– Elî Ebdilezîz Ebdullah ji gundê Til Zeheb ê li ser riya bajarê Hesekê
– Şerîf Kurdo Rifeht ji Kantona Kobanê
– Ziyad Elî Necar endamê hêzên Asayîşê ji taxa Hilêliyê ye.
– Ebdullah Elî Mihemed endamê hêzên Asayîşê ji taxa Elaya ye.
– Her wiha 3 cenazeyên din nasnameyên wan nehatin naskirin.
(jh/ra)
ANHA

No comments