Breaking News

Rêveberiya Xweser: Em ê tedbîrên ewlekariyê zêde bikin

AMÛDÊ – Rêvebeberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê derbarê êrîşa duh ku li herêma Sînaa ya taxa Enteriyê ya Qamişlo pêk hat daxuyaniyek ya çapemeniyê li ber navenda xwe li dar xist û got ku tedbîrên wan hene ku careke din bûyerên bi vî rengî pêk neyên.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê derbarê êrîşa bombeyî ya li herêma Sînaa ya taxa Enteriyê ya Qamişlo pêk hat û di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dest da û 56 kes birîndar bûn, rewşa 10 ji wan girane daxuyanek dan çapemeniyê. Rêveberiyê destnîşan kir ku gelek rêbazên wan hene ku rê li ber bûyer û êrîşên bi vî rengî bigrin.
Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber Husên El-Ezam û Cîgira Serokê Desteya Karê Derve Asmîn Derbas beşdarî civînê bûn. Di destpêka civîna ku gelek saziyên çapemeniyê beşdar bûn Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber ê Kantona Cizîrê Husên El-Ezam axivî û got ku ji ber komên çete beramberî hêzên YPG/YPJ’ê di qadên şer de têk çûn, êrîşî navenda Asayîşê kirin û wiha gotin: “Ev êrîşên hovane û dijber in. Ev êrîşên terorîstyane ne.”
El-Ezam di berdewama axavftina xwe de ev tişt anî ziman: “Wekî van êrîşên tirsonek dê nebin sedem ku gelê me dest ji karê xwe berdin, bi van êrîşan nikarin gelê me ji riya wî ya ber bi jiyana azad ve bê îrade bike.Piraniya qurbaniyên êrîşê sivîl bûn, her wiha gelek ziyana madî di mal û milkên sivîlan ku pê jiyana xwe ya rojane diqedandin pêk hat.”
El-Ezam, da zanîn ku hêzên Asayîşê lêpirsîna derbarê bûyerê de didomîne û dê kujeran radestî edaletê bike û wiha pê de çû: “Pêwîste hemû welatiyên me alîkariya hêzên Asayîşê bikin, da ku aramî û ewlekariya herêmê bê parastin. Di êrîşê de diyar dibe ku armanca êrîşkaran sivîl in, bi vê yekê dixwazin pêkhateyên herênê ji hev qut bikin, tirsê di nava hemû beşê civakê de biçînin.”
Di civînê de her wiha Cîgira Seroka Desteya karê Derve Asmîn Derbas jî axivî û got ku êrîşa li herêma Sînaa bi armanc tirsandina welatiyan pêk hatiye û ev tişt anî ziman: “Di encama êrîşê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan ji wan 2 endamên Asayîşê bûn, herdû endamên Asayîşê rê ne dan êrîşkar ku zêdetir nêzî navenda Asayîşê bibe û berxwedana fedayî ya dîrokî pêk anîn.”
Derbas destnîşan kir ku 56 kes di teqînê de birîndar bûne û got ku rewşa 10 ji wan girane û wiha dom kir: “Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk dê mesrefa hemû birîndaran bigire ser xwe. Her wiha kesên pêdiviya wan bi şandina derve ji bo dermankirinê heye, bişîne da ku dermankirina xwe bidomîne.”
Di dawiya civîna çapemeniyê de bersiva rojnamavanan hate dayîn. Li ser pirsa ku gavên rêveberiyê da ku êrîşên bi vî rengî pêk neyên El-Ezam destnîşan kir ku Rêveberiya Xweseriya demokratîk dê kar û xebatên xwe yên ewlekariyê û bi alîkariya gelê herêmê zêde bike da ku bûyerên bi vî rengî pêk neyên û dê hêzên ewlekariyê bêne zêdekirin.
(dc/ra)
ANHA

No comments