Breaking News

Yekem dewreya Erka Xweparastinê ya Efrînê bi dawî bû

EFRÎN – Dewreya yekem a hêzên Erka Xweparstinê ya kantona Efrînê ku bi beşdarbûna 200 endaman hatibû destpêkirin bi merasîmekê bi dawî bû.
Hêzên Erka Xweparastinê ya Kantona Efrînê yekem dewreya hêzên Erka Xweparastinê ku bi beşdarbûna 200 endaman hatibû destpêkirin bi dawî bû. Dewreya perwerdê mehekê dewan kir û  bi merasîmekê bi dawî bû.
Di merasîmê de Hevserokatiya meclîsên zagonsaz û rêveber ên Efrînê, Serokê Desteya Parastinê Ebdo Ibrahîm, Endamê Komîteya TEV-DEM‘ê Xebat Mihemed û şaneyên pêkhateyên ereb û endamên saziyên civaka sivîl beşdar bûn.
Merasîm bi toraneke leşkerî j aliyê hêzên xweparastinê destpê kir, piştre madalya hat dayina endamên Erka Xweparastinê.
Di merasîmê de Serokê Desteya Parstinê Ebdo Ibrahîm li ser girîngiya pêkanîna Erka Xweparastinê axaftin kir û got  ku gelên kurd û hemû pêkhateyên Rojava weke mertaleke li dijî terorê disekin, ji ber vê yekê Rojava tên hedef kirin. Ibrahîn destnîşan kir ku divê her kes ji bo rewşên şer amade be. Erka Xweparastinê erkeke pîroz e ji hemû ciwanan tê xwestin.
Hevseroka Meclîsa Rêveber  Hêvî Mistefa jî axivî û yekemîn dewreya perwerdê ya Erka xwe parastinê li endaman pîroz kir. Mistefa bal kişande ser destkeftiyên şoreşa Rojava û diyar kir ku divê hemû pêkhateyên herêmê bi yek rêzî asta têkoşîna ku bi xwîna şehîdan hatiye bi destxistin bilind bikin.
Di dawiya merasîmê de endamên erka xweparastinê govend gerandin û stran gotin.
(bb/ra)
ANHA

No comments