Breaking News

YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemenî û Ragîhandina YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe yê di berxwedana gundê Mişêfre yê Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest da eşkere kir.
Daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragîhandina YPG’ê ku li ser malpera femî hate weşandin wihaye: “Şervanê me Rakan ji helepçe hat tevlî nava refê YPG’ê bû ji baweriya xwe ku şoreşa Rojava şoreşa hemû dilxwazên jiyana birûmet û azadiyê ye.
Di Roja 12’ê tebaxê de rêheval Rakan tevlî cangoriyên azadiyê bû jibo parastina nirxên mirovahî û exlaxî.
Em jî wek YPG’ê û YPJ’ê bi rêzdarî hevalê xwe Ş.Rakan û tevahî Şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin, ji hemu malbatên Şehîdan re ser saxî dixwazin û soza şopdariya riya şehîdan didin.”
Nasnameye şehîd wiha ye :
Navê tevgerî: Rakan Helepçe
Navê rast: Dana Hisên
Navê dayikê: Bihar
Navê bav: Yasîn
Cihê ji dayikbûnê: Helepçe
Cih û dîroka şehadetê: 12.8.2015 Serêkaniyê -Mişêrfê.
(dc)
ANHA

No comments