Breaking News

Yekîneyên me berxwedanek bê hempa li dijî çeteyan didin nîşandan

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

1. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 97'an de dewam dike. Komên çeteyên ku piştî derbên hêzên me
ya YPG/YPJ ji hêz ketin û li bajer xwe kişandin parastinê, bi erîşîn hawanan hewldidin encam bigrin.
Hêzên me şeve din li ser rêya Haleb ya ku dikeve eniya başûr li hember komên çeteyan çalakiyek li darxistin. Di çalakî de 2 kuştiya çeteyan hatiye tespît kirin.
Li eniya rojhilat jî di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçunek dem kurt hat jiyîn. Lê nehat zanîn ka çend kuştî û birîndara çeteyan çebu ye.
2. Operasyone ku hêzên me YPG/YPJ 18ê Kanûnê herêma di navebera Rojava û çiyaye Şengalê dabûn destpêkirin dewam dike. Di çerçoveya operasyone de hêzên me şeve din piştî pevçunên dijwar gundê Kenanê ya ku dikeve başûr rojavaye Cezaa ji çeteyan rizgarkirin û azadkirin. Operasyon û pevçunên li qadê hin jî didome. Ayrrintiyên operasyone piştra bi rayagiştî re were parvekirin.

Navenda Ragihandine YPG
21 Kanûn 2014

No comments