Breaking News

Sembola biratiya gelan şehîd Rojvan kobanê

Ji Çapemenî û Raya Giştî re!

Hevalê me Rojvan Kobanê li eniya başûr-rojhilat ê Kobanê, di operasyona ku navenda çand û

hunerê ji çeteyan dihat paqijkirin de gihîşt şehadetê.



Heval Rojvan bi eslê xwe ji bajarê Îran Meşedê bû û piştî banga seferberiyê ya Rêber Apo hat Rojavayê Kurdistanê û tevlî nava refên YPG'ê bû. Heval Rojwan li Kobanê ku çeteyan dagirkiribû tevlî şer bû û gihîşt şehadetê. Vê şehadetê em xemgîn kirin.



Heval Rojvan bi tevlîbûna xwe coş, moral, zanebûnek serketî û îradeyek mînak nîşan da û di demek kin de li eniyên şer xwe pêşxist.



Heval Rojvan li dijî çeteyên DAIŞ'ê ku di navbera gelan de şer derdixin, bê wê çawa têkoşîn were dayîn nîşan da û di yekîtiya gelên Rojhilata Navîn de bû sembol.



Heval Rojvan dizanîbû ku têkoşîna li Kobanê ji bo hemû mirovahiyê ye û tim û tim diyarkir ên dixwazin nirxên azadî û mirovahiyê biparêzin divê tevlî têkoşîna li Kobanê bibin.



Wekî şervanên YPG/YPJ'ê em bi israr destnîşan dikin, em ê pira gelan ku heval Rojvan bi hêz kiribû biparêzin.

Di şexsê heval Rojwan de hemû şehîdên me yên ku berxwedana Kobanê li ser piyan dihêlin bi rêzdarî bibîrtînin û em soz didin ku wê armancên wan bi serketinê bê tacîdar kirin.

nasnama şehîd:

navê kod :Rojvan kobanê

nav û paşnav :Emîr Qubadî

dayik : kubra

bav : Elî

cihê ji dayikbûnê :ÎRAN MEŞHED

dîroka tevlêbûnê : 2014

cih û dîroka şehadetê : 22 kanûn 2014 kobanê



Navenda Çapemeniya YPG'ê

25 kanûn 2014

No comments