Breaking News

Berxwedana kobanê ket roja xwe ya 86 an

Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
1. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 86'an de dewam dike. Hêzên me li navenda bajêr li deverên ku çeteyên dagirkirine êrîş û çalakiyên xwe didomînin.

Hêzên me doh bi şev li eniya rojhilat li Sukul Hal û derdora kolana şaredariyê 2 êrîşên cûda pêk anîn. Her du êrîş jî bi serketî derbasbûn û hêzên me vegeriyan mewziyên xwe. Di van êrîşan de 6 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
Li eniya başûr jî di navbera hêzên me û komên çete de şerekî dem kurt qewimî. Di vî şerî de jî çeteyek hat kuştin.
2. Hêzên me li başûrê Serêkaniyê li nêzî gundê Menacirê li dijî komên çete êrîşek pêk anîn. Êrîşa ku doh bi şevê pêk hat de 4 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
Her wiha doh bi şev 20 kîlometre li başûr-rojavayê Serêkaniyê li herêma Pirîza di navbera hêzên me û komên çete de şerekî dem kurt qewimî. Lê encamên vî şerî nehatin zelalkirin.
3. Şevê din komên çeteyan guleyên tacîz avêtin gundê Şermux a dikeve 23 kîlometre li başûr-rojhilatê Qamişlo, lê hêzên me mudaxele kirin. Di encama bersivdayînê de 2 çete hatin kuştin û komên çete reviyan.
4. Li nêzî gundê Xenamiyê yê Qamışlo komek çete ku di nava liv û tevgerê de bûn, hêzên me li dijî wan çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de jî kuştiyek çeteyan hat tesbîtkirin.
Navenda Ragıhandına YPG'ê
10 Kanûn 2014

No comments