Ji Ragihandin ya û Raya Giştî re!
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 77'an de dewam dike. Şervanên me YPG/YPJ hemû êrîşên komên çeteyan têk dibin û bi çalakiyên xwe derbên giran li wan didin.
Doh bi şev hêzên me li eniya rojhilat li herêma Sukul Hal êrîşek pêk anîn. Êrîş li dijî hin noqteyên çeteyan dagirkiribû pêk hat û 4 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
Li eniya başûr-rojhilat li derdora navenda çand û hunerê komên çete xwestin êrîş bikin lê li vê derê derbên giran xwarin. Koma çeteyan ku ji 5 kesan pêk dihat, xwestin li avahiyên herêmê mayinan bicih bikin, lê ji aliyê şervanên me hatin dorpêçkirin û îmhakirin. Cenazeyên 5 çeteyan, tevî 4 keleş, 32 şarjorên keleşan, 4 rext û 3 mayinên destan hatin desteserkirin.
Li başûrê bajêr cihên hêzên me serweriya xwe didomînin û li ser riya Helebê doh bi şev di navbera hêzên me û komên çete de şer qewimî. Di vî şerê dem kurt de 4 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin. Li vê eniyê herêma nexweşxaneyê ku beriya bi rojekê hatibû rizgarkirin, komên çeteyan amadekariya êrîşekê dikirin, lê ji aliyê hêzên me derbên giran li wan hatin xistin. Li vê derê 3 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
Navenda Ragihandina ya YPG'ê
1 Kanûn 2014

No comments