Breaking News

KUŞTINA 11 ÇETEYAN LI KOBANÊ

Ji Çapemenî û Raya Giştî re!

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê ket roja 81'ê. Komên çete ku li dijî şervanên me YPG/YPJ ketin pozîsyona parastinê li benda çek û hêzên takviye ne.

Doh bi şev li eniya rojhilat hêzên me li dijî komek çete ku di nava liv û tevgerê de bûn êrîşek pêk anîn. Di vê êrîşê de 5 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
Li eniya başûr jî di navbera hêzên me û komên çete de cih bi cih şer derket. Di encama vî şerî de 6 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
Navenda Ragıhandına YPG'ê
5 Kanûn 2014

No comments