BERXWEDANA KOBANÊ Bİ LEHENGÎ DEWAMDİKE
Ji bo çapemenî û raya giştî!
1. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatine destpêkirin di roja 27'an de dewam dikin. Komên çete ku li hemberî hêzên me derbên mezin dixwin di serî de ji Cerablûs û Grê Spî (Til Abyad) ji deverên cuda hêz, çek û cebilxane tînin û êrîşên li dijî bajêr dewam dikin. Li her sê eniyan jî, şervanên me bi derfetên kêm lê bi îrade û biryardariyek mezin li hemberî êrîşan berxwe didin.
Li eniya rojhilat çeteyan êrîşên xwe zêde kirin û tevahiya rojê û şevê şer bê navber dewam kir. Li vê eniya qasî ku hêzên me tespît kirine 17 çete hatin kuştin.
Li eniya başûrrojhilat, li derdora girê Miştenûr komên çete li gel bombardimanê gelek êrîş pêk anîn. Li hemberî berxwedana şervanên me êrîş hatine têk birin û herî kêm 11 çete hatine kuştin.
Di nava 24 saetên dawî de herî zêde êrîşên xwe li eniya başûr dijwar kirine û hêzên me bi berxwedanek bêhempa derbên mezin li wan dane. Çeteyan li vê eniyê bi kamyonek bombebarkirî êrîş kirine, lê wesayita bombebarkirî ji aliyê hêzên me ve hatiye ferqkirin û di nava çeteyan de hat teqandin. Dîsa komek çete li gel bomberdimana dijwar xwestine bikevin çeperên hêzên me, lê hatine dîtin û îmha kirin. Hêzên me weke din wesayitek û tevî çeteyên têde rûxandin e. Li vê eniyê herî kêm 36 çete hatine kuştin.
Li eniya Rojava jî hêzên me li hemberî noqteyên çeteyan a ku li bejahiyê bu çalakî pêk anîn. Di van çalakiyan de wesayitek hat rûxandin û 6 çete hatin kuştin.
Li herêmê êrîşên çeteyan û berxwedana şervanên me dewam dike. Li her sê eniyan jî şerê dijwar bê navber didome.
2. 11 Cotmehê saetên nîvro hêzên me li başûrrojavayê Serêkaniyê li bajarokê Mebrûka û li herêma Dehma operasyonek dane destpêkirin. Di vê operasyonê de şerê sing bi sing pêk hat. Hêzên me di heman wextê de li herêma Rawiya jî çalakîyan pêk anîn. Li bakûrê Ravya komek çete hat tinekirin. Weke din di navbera Dehma û Mebrûka de wesayitek çeteyan hat rûxandin. Bi qasî ku hat tespîtkirin 26 çete hatin kuştin. Emîrekî çeteyan a berpirsiyarê qadê bi navê Ebu Cemalek jî di vê operasyonê de hat kuştin. Operasyona li herêmê dewam dike.
Di vê operasyonê de hevalekî me bi navê Kamuran Koçbêr (Şexmus Mio) ya ku bi rihê êrîşê xwe tirs li ser çeteyan avakirî bû bi qehremanî şer kir û gihişt şehadetê.
NASNAMEYA ŞEHÎD WİHAYE :
NAVÊ TEVGERÎ : KAMÎRAN KOÇBER
NAVÊ RAST : ŞÊX MÛS MİO
NAVÊ DAYİK : SUAD
NAVÊ BAV : İBRAHÎM
CİHÊ Jİ DAYİKBÛNÊ : EBU RASÊN
DÎROKA TEVLÊBÛNÊ : 2014
CİH Û DÎROKA ŞEHADETÊ : SERÊKANİYÊ GUNDÊ DEHMAA 11 - 10 - 2014
Navenda çapemeniyê ya YPG'ê
12 Cotmeh 2014
Post Comment
No comments