Breaking News

Tirkiyeyê projeya perwerdekirina muxalîfan tasfiye kir

AZÎZ KOYLUOGLU
EFRÎN – Tê gotin ku projeya bi navê “perwerde û biçek bike” ya ku ji aliyê Amerîkayê ve ji bo muxalîfên Suriyeyê hatibû amadekirin û girîngiyek mezin dihat dayîn, ji aliyê Tirkiyeyê ve tê astengkirin. Girtina endamên koma yekemîn a ji aliyê El-Nusra ve jî wekî encamek vê yekê hate nirxandin.
Di çarçoveya projeya “perwerde û biçek bike” ya Amerîkayê de, komeke ji 54 kesan pêk tê li Tirkiye û Urdunê hatibû perwerdekirin û navê Boluka 30’emîn lê hatibû kirin. Lê ev kom dema ku di serê vê mehê de di ser Tirkiyeyê re derbazî herêma Ezazê bû, beşek ji endamên wê ji aliyê çeteyên Cephet El-Nusra ve hatin revandin.
Piştî vê bûyerê li ser vê projeya ku Amerîkayê hêviyek mezin jê dikir û bi milyonan dolar xerc kirine, gelek nirxandin hatin kirin û li bersiva pirsa “Ev kom çima û çawa hate tasfiyekirin?” hate gerandin.
‘Tirkiyeyê dixwaze ew bixwe li herêmê be’
Piştperdeya vê tasfiyekirinê êdî zelal dibe. Li gorî agahiyên ku ji endamên Boluka 30’an hatine girtin, di tasfiyekirina koma perwerdekirî ya bi destê El-Nusrade, tiliya Tirkiyeyê heye. Tê gotin ku Tirkiye naxwaze ji bilî wê tu hêz li herêmê hebin û hewl daye ku ev koma hatiye perwerdekirin bi vî rengî tasfiye bike.
‘Êrîş bi plan bû’
Dîsa li gorî agahiyên ku endamên koma 30’an ên ji revandinê xilas bûne, endamên koma ku ji 54 kesan pêk dihat, dema derbasî Ezazê bûye di çarçoveya agahiyên ku Tirkiyeyê dane, ji aliyê El-Nusra ve hatine revandin.  Yek ji fermandarên boluka 30’an ku nexwest navê xwe eşkere bike, destnîşan kir ku êrîşa li hemberî wan gelekî bi plan bû û ew difikirin ku ev organizasyona Tirkiyeyê ye.
Ji ewlekariya derbasbûna komê Tirkiye berpirsyar bû
Amerîka ku serkêşiya koalisyona li dijî DAIŞ’ê dike, bi armanca ku hêzên nerm ên muxalefeta Suriyeyê bîne ba hev, projeya “Perwerde û bi çek bike” dabû destpêkirin. Di çarçoveya projeya ku Tirkiye û Urdunê jî piştgirî dayê de, li van herdu welatan kampên perwerdekirinê hatin vekirin. Plana Amerîkayê ew e ku hêzên li van deran têne perwerdekirin li dijî DAIŞ’ê şer bikin. Lê belê dihat zanîn ku hesabên cuda yên Tirkiyeyê hebûn û bi dilgermî nêzî projeyê nebû.  Tevî vê yekê jî Tirkiyeyê li ser pêkutiyên Amerîkayê piştgirî da projeye. Piştî perwerdekirinê, koma yekemîn a Boluka 30’an derbasî Ezazê bû û li gorî agahiyan ji ewlekariya derbasbûna wê jî Tirkiye berpirsyar bû.  Dîsa li gorî agahiyên edamên komê, koma ji Urdunê hat, tevlî ya li Tirkiyeyê bû û dibin çavdêriya MÎT û polîsên Tirk de di Deriyê Sînor ê Bab El-Selam re derbasî Ezazê bû. Heta vê noqteyê jî her tiştek normal derbas bûye.
Endamê MÎT’ê tevlî El-Nusra bû
Li gorî agahiyan piştî bazara di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de ji 120 kesên ku ji bo perwerdeyê hatine vexwendin 60 kes hatin qebulkirin. Di vê navberê de kesê bi navê Nedîm Hesen jî, ji kontenjana MÎT’ê tevlî bernameyê bû û bû yek ji fermandarên Boluka 30’an. Hate gotin ku piştî tevlîbûna Hesen, dewleta Tirkiyeyê 10 kesên din jî tevlî bernameyê kirine. Hate fêrbûn ku ev 10 kesên hanê piştî perwerdeyê dema ku sînor derbas kirine, lîsteya endamên bolukê radestî El-Nusra kirine û Nedîm Hesen bixwe jî tevlî El-Nusra bûye.
Ji El-Nusra, Ehrar El-Şam û Cephet El-Şamiye êrîşa hevpar
Piştî radestkirina lîsteyan jî endamên komê ji aliyê El-Nusr ve hatin revandin. Endamên ku ji êrîşê xilas bûn li herêma Meryemiye ya di bin kontrola Artêşa Şoreşgeran (Ceş El Suar) de bicîh bûn. Lê vê carê komên bi navê El-Nusra, Ehrar El-Şam û Cephet El-Şamiye êrîşek hevpar pêk anîn. Li gorî endamên Boluka 30’an armanca vê êrîşê ew bû ku kesên mane jî tune bikin an jî bigirin. Her wiha çek û cebilxaneyên ku bixwe re jî anîne desteser bikin.
Êrîşa li hemberî koma ku hatiye perwerdekirin û tevlîbûna nava El-Nusra ya kesên ku ji aliyê MÎT’ê ve hatine diyarkirin, nîşan didin ku Tirkiye li hemberî projeya Amerîkayê din ava têkoşîneke aktîf de ye. Çavkaniyên herêmê jî piştrast dikin ku Tirkiye li dijî hêzên nerm têdikoşe û di demên dawî de çek dane komên bi navê Sultan Murat, Ehrar El-Şam, Cephet El-Şamiye û bi riya wan jî dane Cephet El-Nusra, piştre jî şandine herêmê.  Ev jî wekî hemleyek li dijî Amerîkayê tê nirxandin.
Hevkariya Artêşa Şoreşgeran û Boluka 30’an
Di vê navberê de piştî êrîşên El-Nusra û revandinê, Boluka 30’an li herêmên di bin kontrola Artêşa Şoreşgeran de bicîh bibû. Hate fêrbûn ku Artêşa Şoreşgeran a ji 8 komên cuda pêk tê û Boluka 30’an biryara hevkariyê girtiye. Rayedarên Artêşa Şoreşgeran gotin ku têkiliyên wan jî gelekî baş in.
Serpêhatiya koma nû dê çi be?
Hate gotin ku di çarçoveya bernameya perwerdeyê de, wê koma duyemîn jî di demeke nêz de derbasî Suriyeyê bibe. Lê tê gotin ku ji koma yekemîn, di navbera Amerîka û Tirkiyeyê di pirsgirêkên baweriyê hene. Lewra jî cihên derbasbûna koma duyemîn heta ku digihîjin cihên xwe, dê veşartî bimînin. Dîsa dê ji hewa de ewlekariya wan bê girtin.
(aq)
ANHA



No comments