Breaking News

DAIŞ’ê perestgeha li Palmîra hilweşand

NAVENDA NÛÇEYAN – Çeteyên DAIŞ’ê dijminatiya li dîrokê dewam dikin. Çeteyan perestgeha Balşamîn a li bajarê antîk Palmîra, bi teqemeniyan hilweşandin.
Çeteyên DAIŞ’ê dijminatiya li dîrokê dewam dikin. Çeteyan perestgeha Balşamîn a li bajarê antîk Palmîra, bi teqemeniyan hilweşandin. Midûriyeta Dîroka Antîka ya Sûriyeyê da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ’ê li Palmîra ya ji meha Gulanê û vir ve dagir kiriye, perestgeh hilweşandiye.
Di daxuyaniya Mamûn Abdulkerîm de hat ragihandin ku perestgeh yek ji girîngtirîn berhemên li Palmîra bû. Hat gotin ku beşeke mezin a perestgehê hilweşiya ye.
Ev perestgeha ku di sala 17’an a piştî zayînê de ji bo bîranîna xwedayê ezmanan ê Fenîkeyiyan Balşamîn hat çêkirin, ji aliyê împaratorê Romayê Hadrîen ve di sala 130 de hat mezinkirin û berfirehkirin.
Mamûn Abdulkerîm got, “Tişta herî nebaş a em xwe jê vedigirin, diqewime.”
Çeteyên DAIŞ’ê, Şêrê Atena yê li pêşiya Muzeya Palmîra di meha Tîrmehê de hilweşandibûn.

No comments