Breaking News

Têkoşer Tolhildan li ser gora xwe hate bibîranîn

 QAMISLO – Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Zinar Tolhildan ku tevlî hemleya Şengalê bibû û li herêm Cezaa ya Rojava di şerê li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora xwe hate bibîranîn.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Zinar Şebanî (Zinar Tolhildan), di çarçoveya seferberiya şoreşa Rojava û berxwedana Şengalê de, di meha tîrmehêya sala 2014’an de tevlî berxwedana Şengalê bibû. Piştî mehekê jî derbasî herêm Cezaa bibû û di 19’ê Tebaxa 2014’an de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû.
Zinar Şebanî  (Zinar Tolhildan) duh êvarê ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Rojava ve hate bibîranîn. Merasîma bîranînê li Goristana Şehîd Delîl Saruxan hate lidarxistin.
Di merasîmê de malbata Tolhildan, endamên Saziya Malbatên Şehîdan, Yekîtiya Ciwanên Rojava û hevalên Tolhildan ên ku tevlî hemleya Şengalê bûne amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê endamê rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Rojava Elî Siyamend axaftinek kir û behsa têkoşîn û fedakariya Tolhildan a li Şengal û Cezaa kir.
Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen jî di merasîmê de axivî û anî ziman ku bi têkoşîna cangoriyên azadiyê niha li herêmê di nava aramiyê de jiyan dikin û hemû cîhan êdî kurdan nas dikin.
Piştî axaftinan derbarê kurtejiyana Tolhildan de sînevîzyonek hate pêşandan.
Merasîm bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.
(aq)
ANHA

No comments