Breaking News

Asayiş: Tû êrîş berxwedana me nasekîne

QAMIŞLO –  Endamên Asayîşa Qamişlo diyarkirin wê tû êrîş û teqîn wê xeta berxwedêr ya wan paşde nexin û em soz didin hemû şopdarên riya şehîdên xwe bin.
Endamên Asayîşê diyar kirin ku êrîşên hovane yên DAIŞ’ê dê îradeya wan a berxwedanê nedin rawestandin û gotin ku ew ê bi hemû hêza xwe kar û xebatên xwe bidomînin.
Endamê Asayîşê Ednan Şîbê da zanîn ku êrîşa çeteyan li dijî gelê Qamişlo û hêzên wan ên ewlekariyê bû û ev tişt anî ziman: “Çeteyên di qadên şer de têk çûn, êrîşên hovane û teqînan pêk tînin. Kiryar û êrîşên wan dê nikaribin îradeya me bişkêne, em ê kar û xebatên xwe ji berê zêdetir bidomînin. Em ê heta dawî xeta berxwedêrên ya hevalê xwe yê Şehîd Ziyad bidomînin. Em soz didin hemû şopdarên riya wan bin.”
Endamê Rêveber ê Asayîşa Qamişlo Loqman Mihemed berxwedana endamê Asyayîşê Ziyad bibîr anî û ev tişt anî ziman: “Hevalê me Ziyad bersiva êrîşa çeteyan da û bi fedekarî di riyaê êrîşa çeteyan de sekinî.  Dema ku Şehîd Ziyad naskir ku tirimpêl bi gumane gule reşandin da ku hevalên xwe hişyar bike. Ji bo wê êrîşkar neçar kir ku beriya bigihije hedefê xwe teqînd.”
Endamê Asayîşê Ebduselam El-Kiûd ê ji pêkhateyê Ereb diyar kir ku armanca çeteyan ji êrîşên bi vê rengê têkbirina aramî û ewlekariya herêmê ye û wiha got: “Bi vê yekê dixwazin di navber hemû pêkahteyan de tevliheviyê derbixin. Hevgirtina di navbera hemû pêkhateyan û jiyana hevbeş a Rojava planên wan vala derxistine. Êrîşên wan dê vîna me binpê nekin.”
Endamên Asayîşa jinan Şemsê Semo jî bang li hemû welatiyan kir ku bi beldarî tevbigerin û dema tevgereke ne asayî dîtin agahî bidin hêzên Asayîşê.
Hêzên Asayîşa Qamişlo dest bi temîrkirina navenda xwe ya li taxa Enteriyê ku roja 19’ê Tebaxê rastî êrîşa bombeyî hat, kirin. Endamên Asayîşê hemû bermahiyên teqînê deverên ziyan dîtine çêdikin.
(dc/ra)
ANHA


No comments