Breaking News

Fermandarê YPG’ê Baran bi fedekariya xwe dihat naskirin

NEHÎR PALE
KOBANÊ – Xeta parastinê ya duyemînin sirtê Ewênê, sirtê Piling, sirtê Îlecax, sirtê Dadelî û heyanî girê Meydana ye. Berî wê li wan sirtan çeperên şervanên YPG’ê û amadekariyên wan jî nînin, wê li hemberî tang û hemû çekên çeteyên DAIŞ’ê, yan li ber kevirekî eger bibînin xwe biparêzin an jî ger wext hebe ji xwe re çaleke biçûk bikolin û tê de şer bikin.
Piştî ku şervanên YPG’ê ji gundan derdikevin şer disekine, şervan vê firsetê dinirxînin û her gurûpek berê xwe dide sirtekî. Wê şevê nikarin çeperên xwe çêbikin, ji westandinê hilakbûne, ew şeş rojin xewnekirine, hertim li ser lingê xwe ne, dengê çekan ji guhê wan qutnebûye, li ber çavê wan hevalên wan birîndar û şehîd ketine. Piştî saet yekê nobedarên xwe derdixin û her yek li ciyekî xwe tavêjê erdê û weha xewve diçin.
Roja heştan a berxwedaniyê saet dehê sibehê çeteyên ku xeta parastinê ya şervanan girtibûn, berê xwe didin xeta parastinê ya duyemîn a şervanan. Tangek, erebeya doşka û erebeya zirxlî ku fîşekan derbas nake ji milê girê Îlecaxê ve êrîşî şervanan dike û du teng ji milê Ewênê ve êrîşî şervanan dikin. Hemû xeta parastinê didin ber xwe, şervan di xeta xwe ya parastinê de bi hemû zehmetiyê li ber xwe didin. Ji milekî ve Şewket û hevalekî xwe bi çeka bisfîngê li tangan dixin û şervanên dîtir jî bi çek û bombeyên xwe bersiv didin çeteyên DAIŞ’ê yên êrîşdikin. Pênc saetan bê navber pevçûn dewamdikin, heyanî ku bi şervanan re bombe û guleyên bisfîngê namînin, tenê bi wan re jerjûlên wan û hinek fîşekên BKC’ê dimînin. Di navbera wan û tangan de tenê 50 metro dimînê, çete dîse dixwazin tektîkê li wan zîvirandin û ew xistina çemberê de li hemberî şervanan bimeşînin, şervan vê yekê ferqdikin û saet dudu gurûp-gurûp hevdû diparêzin û paşde dikşin. Gurûpa herî dawiyê fermandarên YPG’ê Zozan,Baran, Êrîş û Şivanin, li bendê dimînin heyanî ku hemû şervanên wan paşde bikşin piştre ew xwe digihînin hevalên xwe.

Berxwedaniya gundê Şemê bêhempe bû
Şervanên YPG’ê sê saetan di bin topên tangê û fîşekan de bê av dimeşin heyanî digihîjin gundê Şemê. Gundê Şemê gundekî biçûke tenê çend malin, di navbera du girikên biçûk de ye, şervan jî diçin di malên bilind de ciyê xwe digirin. Yek tang pey wan dikeve û digihîjê gundê Şemê, tangên dîtir jî hildikişin ser sirtê Piling û tavêjên gundê Şemê. Di navbera tangê, çeteyên DAIŞ’ê û şervanan de tenê çar metro dimînê. Herkes texmîn dike ku gurûp hemû îmhabûye û hêviya xwe ji rizgarkirina gurûpê ji çemberê qutdikin. Cebilxana bi şervanên YPG’ê re nemaye ku bersiv jî bidin, herkes di nava toz û dûmana tangê, doşka û bi hezaran fîşekan de maye. Topa tangê li nav şervanan dikeve her yek dipekê ciyekê, wexta toz diçe herkes ji yê dîtir dipirsê tiştek ji te hatiye?
Fermandarê YPG’ê Şivan Kobanê weha behsa berxwedaniya gundê Şemê kir ` tang nêzî sê saetan li derdora me diçû û dihat, doşke û fîşek bê navber li ser serê me re û li kêleka me re diçûn, mîna kasirga li derdora me diçûn û dihatin. Armancê wan ew bû ku me saxbigirin. Dizanîbûn cebilxaneyeke zêde li ser me nîne, tenê wexta nêzî me dibûn me fîşek davêjtin wan, wekîdîr me bersiva wan nedida. Tenê dîwar di navbera me de dima, mîna ku dixwestin destê xwe têxin qirika me de û me bifetisînin. Me yek çete davêjte erdê yê dîtir bi ser cenazeyî wî de derbas dibû û dihatin. Me kir û nedikir xilas nedibûn. Tenê yek çare li pêşiya me mabû ew jî em xwe ji nav wan derbixînin.`
Zozan, Êrîş, Baran û Şivan qîrdikin ji bo şervan xwe ji çemberê rizgarbikin. Di navbera gundê Şemê û girê Meydana de tenê 500 m ye. Şervanê YPG’ê Şewket Mazî ji fermandarê xwe re dibêjê `ezê biçim çalakiya fedaî bikim, dibe ku çete bitirsin û pevçûn hinekî li ser hevalan sivik bibe.` Fermandarê Şewket çeka wî û bombeyên wî jê distînê, bi zorê ji nava pevçûnê derdixê û destûr nadê ku vê yekê bike.
Şervanên YPG’ê yên ku li eniya başûrê Kobanê dimînin hemûyan dûrbînên xwe dane ber çavên xwe û li gurûpê temaşedikin. Destê herkesî li ser dilê wan e û hîna ji xwe dipirsin gelo kesek ji gurûpê sax maye, dibînin hinek şervanên di nava tozê de mane ji nava wê xeleka agir de derdikevin û berê xwe didin girê meydana. Di wê tofanê de riya 500 m bûye riyeke dirêj û bê dawî, şervan bi tangê re dikevin pêşbirgê, şûna avê devê wan dibin wê roka dijwar de tejî toz bûye, bi zorê gav davêjin û dixwazin xwe bighînin girê Meydana. Her çar fermandar heyanî ku hemû şervanên xwe ji nava wê çemberê dernaxin ji gundê Şemê dernayên. Di nava wê gurûpê de tenê 4 kes bi perçeyan birîndar dibin, wekîdîtir hemû saxlem difilitin.
Efsaneya Baran a sirtê Meydana destpêdike
Heyanî şervan digihîjin sirtê Meydana dibe êvar. Çeteyên DAIŞ’ê tang û hemû çekên xwe yên giran li gundê Şemê bi cî dikin û davêjin sirtê Meydana. Wê êvarê şervan kevirekî jî nabînin ku xwe li ber biparêzin. Tedbîrên wan li hemberî tangê û çekên giran nînin di heman demê de cebilxana jî di destê wan de nîne ku bersiv bidin çete. Hêza eniya Firat êdî cebilxaneya xwe ji bajarê Kobanê digirin û di navbera wan û bajar de 17 km e. Gurûp hemû xwe ji sirtê Meydana berdide gundê Korê. Wê êvarê şervan tenê çend saetan derfet dibînin ku çavên xwe deynin ser hevdû û mîna salan xewnekirine, ew qasî şîrîn her yek li derekê xwe dirêjdikin û weha bi xewve diçin.
Roja dîtir hîna rok derneketiye fermandarên YPG’ê bîryardidin ku dîse êrîşî sirtê Meydana bikin û ji çeteyên DAIŞ’ê bistînin. Saet heftê sibehê çar gurûp, yek gurûpa Baran Serhed, gurûpa Harûn Kobanê, gurûpa Cûdî û gurûpa Nîrvana Kobanê bi hev re êrîşî çeteyên DAIŞ’ê dikin û Êrîş Kobanê hem di nava çalakiyê de ye hem jî kordîne dike. Her gurûpek êrîşî çeperekê dike û pevçûn di navbera wan û çeteyên DAIŞ’ê de derdikev e. Ew pevçûn du saetan dewamdike û çeteyên DAIŞ’ê li hemberî çalakiya şervanên YPG’ê dişkin û direvin. Şervanên YPG’ê di encama wê çalakiyê de şeş çete têne kuştin û cebilxana li ser çete radikin. Tenê du kes birîndar dibin û yek ji wan jî fermandar Harûn Kobanê ye. Harûn di milê xwe de birîndar dibe û wî radikin nexweşxaneya Kobanê.
Şervanên YPG’ê hemû vedigerin gundê Qorê tenê gurûpa fermandarê YPG’ê Baran Serhed dimînê. Ji saet nehê sibehê heyanî saetên piştî nîvro nêzî esrê çete bê deng dibin, şervan jî di wê navberê de keviran komî ser hevdû dikin ji bo bikarbin xwe biparêzin çeperan ji xwe re çêdikin.  Ji êrîşa çeteyan a piştî nîvro tê fêmkirin ku wan ji çalakiya şervanan derbe xwarine û piştî ku xwe komkirine dîse destbi êrîşê kirine. Derdora saet pêncê ber êvarî dîse tangên çeteyên DAIŞ’ê berbi sirtê Meydana ve diçin, mîna gurên xwînxar û  birçîbûne berê xwe didin şervanan. Ew şikestin ji wan re zor hatiye, her bipêşve tên heyanî ku hêdî-hêdî derdora şervanan digirin. Çeteyên DAIŞ’ê nikarin hesanî pêşve werin, tang li hemberî berxwedaniya şervanan dikeve tevgerê de û şûna fîşekan topan yek bi yek davêjin çeperên şervanan. Kevirên derdora şervanan di wê teqîna topê tangê de li hemberî şervanan dibin perçe û li wan dikevin, hinek şervan êdî ji dengê teqîna topan nabihîsin, dîse dev ji çeperên xwe bernadin û her ku çeteyekî dibînin bi keleşinkofên xwe li wan dixin.
‘Ez deyîndarê Rêber APO, hevalên Şehîd û gelê Kurd im’
Fermandarê YPG’ê Baran Serhed di çepera pêşde ye, li hemberî çeteyan şerdike, çeper bi çeper li ser şervanên xwe digerê, di nava wê bahozê de şer kordîne dike û birîndarên xwe bi awayekî saxlem ji nava pevçûnê derdixînê.  Baran vê carê difikirê ku encama pevçûnê ne paşde zîvrandin be, di kesayeta xwe de helwestekî ji desthilatdariya çeteyên DAIŞ’ê re deynê, rûpela mirovên qehreman ên ji bo armanca xwe canê xwe dane zîndî bike. Dizanê ew berxwedaniya wan jî wê bibe dîrokeke nayê jibîrkirin, lewma dibe nîgarvanekî bi hest û fikrên xwe dixwazê wêneyekî qeşeng li ser girê Meydana xîzbike û bîryar dide ku dev ji girê Meydana bernedê. Di dil û mejî de xwe bi armancê xwe ve girêdaye û li gorî wê amadekariya xwe dike. Çeteyên DAIŞ’ê netenê êrîşî gurûpa Baran dikin di heman demê de ew xeta parastinê hemû dane ber xwe. Fermandarên xeta Firat nikarin şervanan ji wan re rêbikin û heyanî cebilxana digihîjê wan gelekî wext derbas dibe. Fermandarên xeta Firat Zozan, Êrîş û Şivan bîryardidin ku berî gurûp tine bibe wan bikşînin. Di nava wê pevçûna dijwar de bi Baran re daxivin û bîryara xwe pêre parvedikin. Baran dengê xwe nake û dibêjê temam. Ji hemû şervanên xwe re dibêje hûn xwe bikşînin ezê parastina we bikim. Şervan yek bi yek ji gir dadikevin û tenê Baran dimînê. Hemû şervan li pişt xwe dinêrin û dibînin ku fermandarê wan nayê. Hemû banî wî dikin û dibêjin tu neyê emê jî vegerin gel te. Şervanên Baran agahî didin Zozan, Êrîş û Şivan ku Baran li ser sirt maye û bi wan re nehatiye. Herkes dikeve dewrê û pêre daxivin ji bo wî bidin qenaetkirin ku ji sirt dakevê. Hîna pêre mijûldibin çete çepera Baran dixin çemberê de. Gurûpek ji şervanan xwe amade dikin ku biçin wî ji çemberê derxînin, Baran vê yekê napejirînê û dibêjê `ez ji sirtê Meydana danakevim.` Ji nava Fermandarên YPG’ê herî dawiyê Şivan Kobanê pêre daxivê û Baran weha ji Şivan re dibêjê ` hertim di dilê min de heye ez bi lehengî şehîd bikevin û ez deyîndarê Rêber APO, şehîdan û gelê Kurd im. Hemû gelê Kobanê li ber çavê min neçar man dev ji xaka xwe berdin, ev deynekî girane li ser milê me ye û lazime ez deynê xwe bidim. Ez ji herkesî hezdikim û hemû hevalan silavbike.` Piştî van gotinên wî çete digihîjin gel çepera wî. Baran jî mîna ku şehîd ketiye xwe li çeperê dirêjkiriye û li benda çetane ku bigihîjin wî. Çeteyên DAIŞ’ê di cîhazê lasilkî de ji hevdû re dibêjin `werin me fermandarekî wan kuştiye.` Çend deqe derbas nabin Baran her du bombeyên li ser xwe hiştine di nava çeteyên li derdora wî kombûne bi canê xwe de diteqînê û qêrînî bi çetan dikev e. Weha jî efsaneya Baran a sirtê Meydana bi dawî dibe.
Baran Serhed ê bi navê Nûrî BARAK sala 1985 an li Wanê ji dayîkdibe. Baran pênc salan dixwînê û di temenekî biçûk de  dixebitê û bi keda xwe rûpelên jiyanê dinivisînê. Ji zaroktiya xwe ve Tevgera Azadiya gelê Kurd dinasê û sala 2008 an dikeve nava lêgerînên têkoşînê. Fermandarê YPG’ê Baran meha Tabaxa 2013 an berê xwe dide Rojava, heşt mehan ciyê xwe di tabûra ku diçe herderê digir e. Baran tevlî şerê Serêkaniyê, Ceza, Tilhemis û Tilberak dibe. Meha Çile sala 2014 an berê xwe dide Kobanê û li eniya Rojava dimînê. Piştî demekê tê navenda YPG’ê, çawa berxwedanî destpêdike pêşniyar dike û vedigerê eniya Firat. Heyanî roj, saet û kêliya dawiyê li sirtê Meydana bi cesaret û gelekî bedew têdikoşê.

No comments