Breaking News

Cenazeyên 6 qurbaniyên êrîşa bombeyî spartin axê

QAMIŞLO – Bi hezaran welatiyên Qamişlo cenazeyên 6 qurbaniyên ku di êrîşa bombeyî ya herêma Sînaa ya taxa Enteriyê jiyana xwe li dest dabûn, bi merasîmekê li goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif, Serokê Meclîsa Rêveber ê Kantona Cizîrê Ekrem Hiso û Cîgirê wî Husên El-Ezam, her wiha şandeyên partiyên siyasî û saziyên civakî yên kurd, ereb û suryanî jî di nav de bi hezaran welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyên welatiyên sivîl ên bi navê Ehmed Husên Şêxmûs, Îsam Nezîr Silêman, Rewan Bedran Îbrehîm, Behcet Ismaîl Ebdulezîz, Şêxmûs Ismaîl û Endamên Asayîşê Ebdulah Elî û Ziyad Elî Necar ên 19’ê Tebaxê di encama êrîşa bombeyî ya li taxa Enteriyê ya Qamişlo pêk hat, jiyana xwe ji dest dan, li goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.
Girseya gel ku posterê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên cangoriyan, alên TEV-DEM’ê vekiribûn û bê navbera diruşme beriz dikirin her 6 cenaze ji Mala Gel a taxa Enteriyê wergirtin û bi karwanek tirimpêlan ber bi goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve derketin rê. Li goristanê merasîm hate lidarxistin.
Merasîm  bi turenek leşkerî ji aliyê hêzên Asayîşê hate destpêkirin. Paşê Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif axivî û bal kişand ser rola sereke ya tekoşeran a di şoreşa Rojava û got ku êrîşên bombeyî dê îradeya gelê Rojava ji bo pêkanîna azadî û demokrasiyê ranewestîne. Yûsif soz da ku dê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hemû hêza xwe kar û xebatên xwe yên ji bo pêşxistina herêmê bidomîne.
Di merasîmê de her wiha li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mehsûm Hesen axivî û ji malbatên cangoriyan re sersaxî û ji birîndaran re şîfa hate xwestin.
Di berdewama merasîmê de nasnameya cangoriyan hatin xwendin û radestî malbatan hate kirin. Saziya Malbatên Şehîdan her wiha nasnameya welatiyên ji ber êrîşê jiyana xwe ji dest dane û li deverên din hatin defin hate xwendin: “Şerîf Kurdo Rifet li goristana Şehîd Dicle ya Kobanê spartin axê, Elî Ebdulezîz Ebdela li goristana gundê Til El-Deheb spartin axê, Îsa Ebdulmesîh Gewriyê li goristana Suryaniyan a Qamişlo hate definkirin, 2 cenazeyên din ên sivîl hene hîn nasnameyên wan ne hatine zanîn û ji ber wê yekê ne hatin definkirin.”
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên tekoşeran bi diruşme û tilîliyan spartin axê.
(dc/ra)
ANHA

No comments