Breaking News

Çeteyên El Nusra endamek YPG’ê revand

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya YPG’ê bi daxuyaniyekî da diyar kirin ku endamê Cemal yê Karê Têkiliyên Derve dikir dema li dervî Kantonê li ser erka xwe bû ji aliyê Cephet El Nusra ve hatiye revandin. Fermandariyê Cephet El Nusra şiyar kir ku ger di demekî kurt hevalê wan radestî wan neyê kirin wê mafê xwe yê bersivdayînê bikar bînin.
Fermandariya YPG’ê ya Kantona Efrîn bi daxuyaniyek eşkere kir ku endamê wan binavê Cemal yên Karê Têkiliyên Derve dikir dema li ser erka xwe bû 14’ê Tebaxê 2015’an agahiya wan pê tûne. Fermandariyê dest nîşan kir di encama lêkolîna wan de eşkere biye ku endamê wan binavê Cemal dema li derveyî Kantona Efrînî li ser erka xwe bû ji aliyê Cephet El Nusra ve hatiya revandin. Fermandariyê daxuyakir endamê wan binavê Cemal bitemene û rewşa wî ya tendurîstiyê jî nebaş e û ji jiyana wî bifikarên.
Di dawiya daxuyaniyê de Fermandariya YPG’ê diyar kir ku ger di demekî kurt hevalê wan radestî wan neyê kirin wê mafê xwe yê bersivdayînê bikar bînin.
(ak/ra)

No comments