Breaking News

Parastina Cewherî xwe amade dike ku herêmên xwe biparêzin

GIRKÊ LEGÊ – 50 endamên Hêzên Parastina Cewherî yên ji pêkhateya Ereb ên bajaroka Til Koçer yekemîn perwerdeya xwe ya leşkerî û fikrî bi dawî kirin.
Di çarçoveya xebatên parastinê de Hêzên Parastina Cewherî ya herêma Girkê Legê bi merasîmekê yekemîn perwerdeya leşkerî û fikrî ji 50 welatiyên pêkhateya Ereb ku ji wan 10 jin bûn li bajarokê Til Koçer bi dawî kir.
Beşdarên perwerdeyê waneyên derbarê bikaranîna çekan, parastina cewherî û waneyên fikrî û bîrdozî dîtin.
Di merasîma bi dawîkirina perwerdeyê de endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Yekîtiya Star, nûnerên Şaredariya Gel û bi dehan welatiyên bajaroka Til Koçer amade bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamên perwerdeyê tureneke leşkerî lidar xistin.
Piştre Rêveberê Hêzên Parastina Cewherî ya herêma Girkê Legê Mûsa Sadiq derbarê girîngiya parastina cewherî de axivî û bal kişand ser beşdar bûna hemû beşên civakê di xebatên parastinê de û bang li hemû pêkhateyên kir û ji welatiyan xwest ku riya cangoriyên azadiyê bişopînin û herêmên xwe ji hovîtiya çeteyan biparêzin.
Merasîm bi xelekên dîlanê li ber stranên şoreşgerî û netewî bi dawî bû. Di dawiyê de şêranî li beşdaran hate belavkirin.
(jh/ra)
ANHA

No comments