Di opersyona Kobanê de 15 çete hatin kuştin
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê encamên operasyona paqijkirina kantona Kobanê yên 24 saetên dawî de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG’ê gundên Taştok û Susanê ji çeteyan rizgarkirine û 2 girên stratîjîk ên nêzî gundê Susanê bi dest xwe ve anîne. Di encama operasyonê de her wiha 15 çete hatine kuştin û gelek cebilxane hatiye desteserkirin.
Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê wiha ye:
“Berxwêdana Kobanê ya ku li hember hewldanên dagirkirine çeteyên DAIŞ’ê tê meşandin û gihiştiye merhaleya serkeftinê ket roja xwe ya 143’an.
Operasyonên hêzên me ya di çerçoveya Pêngava Azadkirina Kobanê de li dar dixin berdewam dike.
Hêzên me şevê din li rojhilatê Kobanê li hember gundê Taştokê ya ku bin dagirkeriya çeteyan de bû çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de hêzên me gundê Taştokê azad kirin. Li nizikî vî gundî di navbera hêzên me û komên çeteyan de hê jî pevçûn berdewam in. Hêzên me di vê qade de tirimpêleke çeteyan tevî çeteyên têde bûn, rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê çalakiyê de nehatin zelalkirin.
Di çarçoveya Pêngava Azadkirina Kobanê de hêzên me pêşveçûna xwe ya li rojavayê Kobanê jî berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de hêzên me gundê Susanê û 2 girên stratejîk a nizikî Susanê hedef girtin. Piştî pevçunên dijwar hêzên me gundê Susanê ji çeteyan paqijkirin, her 2 gir jî xistin destê xwe. Di vê qadê pevçûn lê çebû de 15 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin.
Hêzên me di operasyonê de 5 cenazeyên çeteyan ku li şûna xwe hiştibûn, dîtin. Şervanan her wiha 1 doçka 14,5 mm, 8 kleş, 22 şarjora kleşan û 2 putiyên guleyê kleşan, 1 roketavêja B7 û 5 guleya roketavêja B7, 1 BKC û 2 kutî guleya BKC û 3 bêtel, desteser kirin.”
(jh)

No comments