Breaking News

YPG’ê ji gundiyên Mehmilo re civînek li dar xist

EFRÎNÊ – Hêzên YPG’ê bi armanca şîrovekirina rewşa herêma Efrînê ya ewlekariyê li gundê Mehmilo ya Navçeya Mabata ya Efrînê, civîna gel lidar xist.
Civîn bi tevlîbûna sedan şêniyên gund bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Fermadarê YPG’ê yê herêmê Mezlûm Xebat li ser amadekariyên YPG û rewşa ewlekariyê herêmê axivî û got ku hêzên wan ji bo hemû rewşan amade ne. Xebat di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Kobanê û got hêzên YPG’ê di Kobanê de dersek dane komên çete û got: “YPG’ê bi hêza gelê xwe bi ser dikeve û wê bi serkeve.”
Xebat komploya 15’ê sbatê şermezar kir, her wiha tekoşera kurd Viyan Soran ku bi armanca şermezarkirina komployê agir berda bendana xwe bibîr anî û got ku ew ê heta dawî şopdarên riya Viyan Soran û hevalên wê bin.
Di dawiya civînê de gundiyan tevlî şervanên YPG’ê stran gotin û govend gerandin.
(dc)
ANHA

No comments