YPG’ê bîlançoya meha çile eşkere kir
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Çapemeniya YPG’ê bîlançoya şer û pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de yên di meha çileya 2015’an de bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hatiye weşandin wiha ye:
Çalakî û operasyonên ku hêzên me pêk anîne: 44
Pevçûnên hêzên me ketiniyê:29
Çalakî, êrîş û operasyon bê encam: 15
Êrîşên xwekujî yên bi tirimpêlên bombebarkirî yên çeteyên DAIŞ’ê: 4
Hejmara kuştiyên çeteyên DAIŞ’ê: 608
Hejmara cenazeyên çeteyên ketine destên şervanên YPG’ê: 201
Hejmara çeteyên DAIŞ’ê ku bi saxî hatine girtin: 3
Amûr û çekên çeteyan ên hatine rûxandin: 22 tirimpêl, 3 tank, 2 doçka 23, 1 topavêja hawanan.
Amûr û çekên çeteyan ên şervanên YPG’ê destser kirine: 4 Tank, 1 Panzêr, 1 Hamar, 3 katyoşa, 1 Hawana 82 mm, 3 Hawanên bi dest hatine çêkirin, 247 kilaşnîkov, 43.680 guleyên kilaşnîkov, 757 şarjorên kilaşnîkov, 29 BKC, 79.830 guleyên BKC, 29 Zincîrên BKC, 30 roketavêja B7, 217 guleyên roketavêja B7, 258 Bombeyên Destan, 4 Brino, 288 Rext, 1 Doçka 23 mm, 400 gullê û 1 namliya ya doçka 23 mm, 3 doçka 12.5 mm, 3.838 gullê û 200 zincîrê doçkaye 12,5 mm, 2 doçkaye 14.5 mm û 1.524 guleyên doçka 14,5 mm, 75 guleya A4, 2600 guleya M16, 1300 guleya AKC, 23 bêtêl, 11 kemberên çalakvanên intixarî, 143 mayinên bi dest hatine çêkirin, 9 çente, 2 durbînên şevê, 47 guleyên topa 57, 160 guleyên Hawanan, 39 guleyên katoşa, 38 HV, 2 Dabançe, 4 Telefon.
Hejmara şehîdên YPG’ê û YPJ’ê: 36
(jh)

No comments