Breaking News

‘DAIŞ’ê gundên kurdan ên Babê radestî îstixbaratên Tirkiyê dike’

EFRÎN – Hevserokê Meclîsa Babê Îsmaîl Mûsa diyar kir ku komên çete yên DAIŞ’ê welatiyên kurd ji herêma Babê direvîne û dide koçberkirin û got: “Çeteyên DAIŞ’ê gundên kurda yên Babê radestî komên çekdar ên ji aliyê îstxbaratên Tirkiyê ve hatin e avakirin dike.”
Hevserokê Meclîsa Babê Îsmaîl Mûsa derbarê revandina dehan welatiyên kurd ên Babê ku ji aliyê komên çete yên DAIŞ’ê pêk hat ji ANHA’yê re axivî.
Mûsa da xuyakirin ku komên çete yên DAIŞ’ê bi dehan welatî bê ser û ber ji herêmê revandin û wiha got: “Herî dawî jî beriya hefteyekê nêzî 100 kesên kurd ji gundên kurdan revandin. Heta niha çarenûsa wan kesan ne diyare.”
Mûsa destnîşan kir ku kesên rûgirtî di saetên sibê de girtin ser gundên Til Cerci, Qeir Kelbîn, Şedûd, Numan, Şêx Ceraar, Belîx û Til Betal ên Babê ku hemû şêniyên wan kurd in û welatiyên kurd ji wir revandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çete kurdan wekî mertalên zindî di eniyên Rojhilat û rojavayê bajaroka Mari bikar tînin.”
‘Demografiya herêmê diguherin’
Mûsa, destnîşan kir ku komên çete bi kiryarên xwe yên revandIN, qetilkirin û koçberkirina kurdan ji herêmê dixwazin demografiya herêmê biguherin û wiha pê de çû: “Armanca wan a sereke ji vê yekê kantonên Rojava negihêjin hev. Çete gundên herêmê teslîmî Tugaya Sultan Murad û tabûrên din ên ku ji aliyê Istixbaratên Tirkiyê ve hatin avakirin dikin. Hinceta wan bi vê yekê jî avakirina herêma tampon.”
Herêma Babê dikeve nav herêma Ezaz û Cerablusê de ye. Di vê herêmê de 200 gundên kurdan hene, Dema şer ket Helebê û Şoreşa Sûriyê veguhezî şer tabûrên Artêşa Azad ên wekî Cebet El-Ekrad û Lîwai El-Tewhîd herêm xistin bin kontorla xwe. Di wê demê de Meclîsa Gel a Herêma Babê hate avakirin. Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê herêm dagirkirin melcîs ji herêmê hate derxistin.
(dc/ra)
ANHA

No comments