Breaking News

Gelê Efrînê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir

EFRÎN – Welatiyan kiriyarên dewlata Tirk derbarê welatiyên sivîl ên Rojava ku li herêmên sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê têne kirin şermezar kir û xwerêveberiya li Bakur silav kirin.
Welatiyên kantona Efrînê kiryarên Artêşa Tiriyê ên ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê yên derheqê welatiyên sivîl têne kirin û kuştina welatiyan, her wiha îşkence û lêdana têne kirin bi tundî şermezar kirin. Welatiyan her wiha xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê ku ji aliyê gel ve li gelek deveran tê ragîhandin silav kirin û piştigiriya xwe nîşan dan.
Jina bi navê Mewlûda Hibo ya ji Efrînê xwerêveberiya gel ku li Bakurê Kurdistanê hatiye ragîhandin silav kir û piştgiriya xwe ya heta dawî anî ziman û got: “Em piştgiriya biryarên xwe yên li Bakurê Kurdistanê dikin. Di heman demê de em siyasetên leşkerên Tirk ên li ser sînorê di navbera ROjava û Bakurê Kurdistanê şermezar dikin. Îro roja rumetê ye, pêwîste hemû gelê Kurdistanê ji bo pişgiriya gelê me yê Bakur dengê xwe bilind bike.”
Welatiyê bi navê Mustefa Osman jî da zanên ku ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demokiratîk di herêma Rojhilata Navîn de isbat kir ku bi ser dikeve û ev tişt anî ziman: “Riya rast a çareseriya li Bakurê Kurdistanê jî xweseriya demoraktîk e. Bi taybet niha ku Tirkiyê berê xwe daye rêbaza leşkerî û derheqê kurdan de komkujiyan pêk têne.”
Welatiyê bi navê Mihemd Hesen jî siyasetên deweleta Tirkiyê yên li ser sînor wekî kiryarên terorîst bi nav kir û got: “Ji xwe hikûmeta AKP’ê piştgiriya çeteyên DIAŞ’ê dike. Niha jî li Bakur komkujiyan pêk tîne, bi dehan welatiyên Rojava li ser sînorê ne rewşa qetil dike. Ew li her derê û di her demê de dijberiya gelê kurd dikin.”
Welatiyê bi navê Xelîl Ebdo jî got ku Delwta Tirkiyê bi êrîş û kiriyarên xwe di xwaze pêvajoya aştiyê ya Bakrê Kurdistanê bi dawî bike û wiha aixîv: “Tirkiyê bi van kiriyarên xwe derbeyeke mezin li pêvajoya aştîiyê xist, ji ber wê jî bersiva gelê me yê Bakurê Kurdistanê bi ragîhandina xwerêveberiyê bersiva herî başe. Em ragîhandina xwerêveberiyê silav dikin.”
Welatiyê bi anvê Nîdal Hesen jî kiriayrên dewleta Tirkiyê yên li ser sînorê di navbera ROajva û Bakur şermezar kir û ji hemû kesî xwest ku piştgiriya ragîhandina xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê bikin û got: “Bersiva herî rast ya ji ber êrîşên Tirkiyê ew e ku gelê kurd li Bakur xwerêveberiya xwe ragîhîne.”
Welatiyê bi navê Zekeriyê El-Ehemd ê ji pêkhetayê ereb jî got ku gelê herêmê bi aramî li ser xaka xwe jiyan dikin û wiha pê de çû: “Lê AKP’ê bi siyastên xwe naxwaze aramiya herêmê bê parstin û her dem di xweze şerê navxweî di navbera hemû pêkhateyan derbixe.  Gelê kurd her dem li dijî hemû planan derdikeve û plaên AKP’ê vala derdixîne, ji ber wê êrîşên xwe zêde kirine.”
Welatiyê bi navê Ferîd Mihemed jî destnîşan AKP’ê her dem êrîşî gelê kurd dike û ev tişt anî ziman:”Êrîşên hemûmeta AKP’ê ya li dijî gelê kurd ne tiştekî nû ye, serokê wan soz da ku dê her derê Kurdistanê bikin Kobanê û niha soza xwe pêk tînin. Bersiva hemû êrîşan ragîhandina xwerêveberiyê û xwedî derketina li gelê Bakur e.”
Welatiyê bi navê Fayîq Mihemed ji PKD’ê jî xwest ku helwesta xwe derbarê tevgera Şoreşgerî ya li Rojava û Bakurê Kurdistanê eşker bike û berjewendiyên gelê kurd di ser hemû berjewendiyan re bibîne.
(dc)
ANHA

No comments