Breaking News

Li dijî êrîşên esker û polîsan, çalakiyên gerîla didomin

NAVENDA NÛÇEYAN – Êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî qadên gerîla dewam dikin. Gerîla jî bi çalakiyan bersivê didin êrîşan. Di çalakiyên gerîla de 10 leşker û polîsek hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, der barê êrîşên artêşa Tirk û çalakiyên bersivdayînê yên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê got, “Ji 18’ê Tebaxê û pê ve artêşa Tirk ji alaya topvanan a Bejuhê, Tepê Meymûn û Tepê Çete bi çekên giran guleyan li xeta sînor a herêma Heftanînê direşîne. Li hemberî vê tevgera zêde ya li ser xeta sînor a herêma Heftanînê, çalakiyên gerîlayên me dewam dikin. 23’ê Tebaxê saet di 09:00-10:00 de li dijî 2 maşînên zirxî yên artêşa T.C a hewl dida bikeve qada Şehîd Kendal gerîlayê me çalakiyeke sabotajê pêk anîn û derb li her du maşînan hat xistin. Hejmara mirî û birîndarên li vê derê nehatiye zelalkirin.”
HPG’ê der barê çalakiyên di çarçoveya Pêngava Şehîd Reşît Serdar hatin lidarxistin de, ev agahî da:
“23’ê Tebaxê saet di 10:00 de gerîlayên me bi çekên giran li qereqola Grana ya li xeta sînor a li herêma Avaşînê xistine. Piştî vê çalakiyê qereqolên Grana û Rûbarok hawan û obus avêtine qada Govendê.
23’ê Tebaxê saet di navbera 08:30-09:30 de gerîlayên me li hemberî qereqola Bilican a li xeta sînor a li herêma Zapê bi çekên giran çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de 5 topên hawanê li kûleyeke qereqolê û topeke hawanê jî li cihekî 5 leşker lê kom bûbûn, ketin. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn, nehat zelalkirin. Di heman rojê de gerîlayên me bi çekên giran li qereqola Êrîşê xistin. Piştî vê çalakiyê qereqola Êrîşê qadên Xeregol, Gundê Zerê û Şelalê, qereqola Bilicanê jî qadên Şehîd Baran Girê Şehîd Şervan, Şehîd Newal, Girê Guvenlîkê, Garê ya Biçûk û Barêya Mezin bi hawan, obus û tankan bombe kirine.
Di êvara 23’ê Tebaxê de konvoyek dixwest ji navçeya Colemêg Çelê biçe navenda Colemêrgê, ket nava gundê Davûşa û zerar da malên gel. Piştre leşker ketine hundirê mizgeftê, dest avêtine Kurana Kerîm. Li hemberî vê yekîneyê, gerîlayên me çalakiyek lidar xistin. Di encama şerê 2 saetan de 2 leşker hatine kuştin.
22’ê Tebaxê gerîlayên me li hemberî stasyoneke bazê ya di navbera qereqolên Bêzeno û Bêdewê yên navçeya Şemzînanê çalakiyeke sabotajê pêk anîn û stasyona baz di encamê de bi temamî hat rûxandin. Roja 23’ê Tebaxê danê êvarê jî 2 stasyonên baz ên li gundê Novelya yê Şemzînanê hatin şewitandin û rûxandin.
Her wiha rêyên di navbera Colemêrg-Çelê, Gever-Qereqola Oremarê û Mergêze-Şitaza-Qereqola Oremarê, di bin kontrola gerîlayên me de ne.”
‘ÇALAKIYA JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD HARÛN Û PALE’
Di dewama daxuyaniya HPG’ê de hat gotin, “23’ê Tebaxê saet di 13:00 de gerîlayê me, stasyoneke bazê ya Vodafone û Avea ya li gundê Erbak ê navçeya Sêrt Berwariyê rûxandin. Piştî çalakiyê tevgereke zêde ya keşfê destpê kiriye.

23’ê Tebaxê saet di 20:30 de stasyoneke baz a Avea û Vodafone ya li navçeya Sêrt Dihê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şewitandin. Ev stasyona bazê bi temam rûxiya ye.
22’ê Tebaxê piştî çalakiyên gerîlayên me, artêşa T.C ji bo ewlekariya bendava Farqînê û li ser girê santrala bendavê cerdevan bi cih kiriye û dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Hêza operasyonê li gelek deveran ketine mewziyan. Di sibeha 23’ê Tebaxê saet di 05:30 de gerîlayên me xwe berdane yek ji van mewziyan. Ev mewziya 4 leşker tê de bûn, bi bombe û çekên ferdî bi temamî hatiye îmhakirin. 4 leşkerên di vê mewziyê de hatin kuştin. Li hemberî mewziya 20 metre nêzî vê derê jî çalakî hat lidarxistin û di vê çalakiyê de jî 1 leşker mir, gelek leşker birîndar bûn. Cerdervanan jî hewl dan tevlî vî şerî bibin. Piştî çalakiyê artêşa T.C bi 2 helîkopterên Kobra gule li gundê Hesendînê reşand. Ji ber vê êrîşê li derdorê şewat derket û şewat hînê dewam dike. Artêşa Tirk bi 3 ambûlans û transîtekê mirî û birîndarên xwe rakir.
Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me Pale û Harûn ên li Semsûrê şehîd ketin, hatiye lidarxistin.
23’ê Tebaxê saet di 21:00 de li bajarokê Stilîlê yê navçeya Mêrdîn Nisêbînê, gerîlayên me çalakiyek  lidar xistine. Li navenda Mêrdînê, polîsê hêzên pola Yakûp Mete, ji bo dest ji wezîfeya xwe berde hati hişyarkirin, lê belê ji ber ku tevî vê hişyariyê jî xebatên îstîxbaratê li herêmê meşand, çalakiyeke sûîqestê li hemberî wî hat kirin û di encamê de polîs hat kuştin. Her wiha stasyoneke bazê ya li heman bajarokî ye, ji aliyê gerîlayên me ve hat şewitandin û rûxandin.
23’ê Tebaxê saet di 00:00 de artêşa T.C li gundên Zonê, Dêrduk û Kuferdel ên navçeya Artûklû ya Mêrdînê û li pêşiya gundê Barman ê navçeya Stewrê kemîn daniye. Heman rojê piştî nîvro saet di 15:00 de operasyon bê encam maye û bi dawî bûye.
23’ê Tebaxê saet di navbera 21:30-22:00 de gerîlayên me rêya di navbera Çewlik-Erzîromê girtin, kontrola nasnameyan kirin û der barê pêvajoyê de propaganda li gel kirin.
23’ê Tebaxê saet di 13:00 de li hemberî qereqola li herêma Dokûztaş Ust a li navçeya Bedlîs Xîzanê gerîlayên me çalakiyeke sûîqestê lidar xistine. Nehat zelalkirin ku di vê çalakiyê de mirî yan jî birîndarên leşkeran heye yan na. Li ser bersivdayîna ji qereqolê li vê derê şerekî demkurt qewimiye. Piştî çalakiyê saet di 19:00 de artêşa TC bi hawan, tank û çekên A-4 hem derdora qereqolê hem jî qada Nanîvan a Xîzanê bombe kiriye.
Li bajarokê Tatîk ê Bedlîsê, komeke kontra ya ji 15 kesan kincên gerîla li xwe kir û li gundên kix û Kîştînosê digeriyn, xebatên kontra dimeşînin.
23’ê Tebaxê saet di 21:00 de li hemberî girekî qereqola Kûle ya navçeya Erzîrom Qereyaziyê gerîlayên me çalakiya xwe berdana nav lidar xistin. Li vî girê ku gerîlayên me ji nêz ve lê dan, 2 leşker hatin kuştin û piştî vî şerî leşkeran gule li derdorê reşandine.
23’ê Tebaxê saet di 18:00 de gerîlayên me li dijî qereqola Zagê ya Dêrsimê çalakiya sûîqestê pêk anîn, di encamê de leşkerek hat kuştin.”
ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK
HPG’ê der barê êrîşên li hemberî qadên gerîla de jî ev agahî da:
“23’ê Tebaxê saet di navbera 11:00-12:00 û 18:00-19:00 de qereqola Sîvrî ya li herêma Avaşînê quntarên Girê Sor, saet di navbera 11:00-12:00 de qereqolên Oremar, Sîvrî û Bilicanê jî qadên Şehîd Gafûr, Dola Şehîd Ozgur û Şehîd Reşît Serdar bi obus, hawan û tankan bomberdûman kirin. Bomberdûmanên ji aliyê artêşa Tirk ve tên kirin, her dewam dikin. Li gorî vê yekê;
23’ê Tebaxê saet di navbear 17:00-18:00 de qereqola Arûş û Serbesta ya li ser xeta sînor a herêma Metîna ye, obus û hawan avêt qada Kuroşîno.
23’ê Tebaxê saet di navbera 09:00-12:00 de qereqola Êrîşê ya li ser xeta sînor a Zapê ye, qada Xeregolê, saet di navbera 23:00-23:30 de qereqolên Êrîş û Bilicanê Dola Şîfreza û derdora wê bi obus, hawan û tankan bomberdûman kirin.
Roja 23’ê Tebaxê saet di navbera 10:30-14:30 de qada li herêma Gare, ji sae 23:00 ê 23’ê Tebaxê heta saet 02:30 ê 24’ê Tebaxê li herêma Metîna, ji saet 08:00 ê 23’ê Tebaxê heta saet 12:00 ê 24’ê Tebaxê li herêma Zapê bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin.”

No comments