Breaking News

Şervanê YPG‘ê Zana bi merasîmekê hate bibîranîn

QAMIŞLO – Şervanê YPG‘ê Zana Ebas (Piling Çiya) ku di 20‘ tebaxa 2014‘an de di berxwedana Cezaa jiyana xwe ji dest dabû, di salvegera şehadeta wî ya yekemin de bi merasîmekê hate bibîranîn.
Malbata şervanê YPG‘ê Zana Ebas (Piling Çiya) bi boneya salvegera yekem  a şahedeta wî merasîmeke bi amadebûna şervanên YPG/YPJ‘ê, Endamên Saziya Malbatên Şehîdan û bi dehan welatiyên bajarê Qamişlo lidar xist.
Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir, piştre sînevizyonek derbarê kurte jiyana Piling Çiya hate temaşe kirin.
Di merasîmê de Fermandara YPJ‘ Zîaln Qamişlo li ser kesayeta têkoşer Çiya û têkoşîna wî ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava axivî. Qamişlo got ku têkoşer bi xwîna xwe destanên qehremaniyê di rûpelên dîrokê de dinîvisînin û ev tist got:” Şehîd pêşengên me ne, em ê şopdarên doza wan bin.”
Merasîm bi diruşmeyan bi dawî bû.
(bb/ra)
ANHA

No comments