Breaking News

Efsaneya berxwedana Kobanê


Peyama Ocalan rengê têkoşîna nû diyar dike
NAVENDA NÛÇEYAN – Beriya hewldana dagirkirina Kobanê ku di 15’ê îlona 2014’an de destpê kiribû, çeteyên DAIŞ’ê di 2’yê Tîrmehê de ji 3 aliyan ve êrîşî herêmê kirin. Pêngava yekemîn a şoreşê li Kobanê hatibû avêtin, lewma dihat xwestin ku viya têk bibin.
Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku li ser navê hêzên ku bi tu awayî hebûna kurdan qebûl nakin û dewleta Tirkiyê serkêjiya wan dikin jî piştgirî dane, hêzên YPG/YPJ’ê berxwedaniyek bi lehengî nîşan dan. Peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di vê demê de jî rengê têkoşînê û encam diyar kir.
Çeteyên DAIŞ’ê di 2’yê Tîrmeha 2014’an de êrîşî herêma Kobanê kirin û xwestin beriya 2’yemîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê herêma Kobanê dagir bikin. Lê çete rastî bersivdayîna şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatin. Di wê demê de şandeyek ji Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) çû serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Piştî şande vegeriya ragihand ku Rêberê Gelê Kurd bang li her kesî kiriye da ku ji bo Kobanê seferber bibe.
Banga Ocalan a seferberiyê berxwedana Kobanê derbasî qonaxeke nû kir. Bi vê bangê re hejmara tevlîbûna ciwanên Rojavayê Kurdistanê ya nava refên YPG û YPJ’ê zêde bû û her kesî berê xwe da Kobanê. Gelê Kobanê hevgirtin û birêxistinkirina xwe xurttir kir. Balkêşe ku bi sedan ciwanên Bakûrê Kurdistanê berê xwe dan Kobanê û beşdarî qadên şer bûn da ku li hemberî êrîşên çeteyan bisekinin. Vê yekê hişt ku bandoreke erênî li moralên gelê Kobanê bibe û zemîna berxwedanê xurttir bibe.
Pişîtî 15 mehan ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de çeteyan êrîşeke herî dijwar li dijî herêma Kobanê dan destpêkirin. Çeteyan di vê êrîşê de çekên giran ku ji baregehên leşkerî yên bajarên Sûriye û Iraqê destser kiribûn li dijî welatiyên sivîl ên Kobanê bikar anîn. Lê zemîna ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye avakirin, hişt bi milyonan Kurd ji bo Kobanê seferber bibin. Vê berxwedanê hişt ku rastiya hebûna Kurdan li tevahî cîhanê were naskirin û bibe cihê gotûbêjan.
Rêveberiya Kobanê banga piştgiriyê kir
Bi destpêkirina êrîşa 15’ê Îlonê re Meclîsa Rêveber a herêma Kobanê bi daxuyaniyekê bang li gelê Kurd û tevgerên siyasî kir ku helwestên wan çi bin bila bibin, piştgiriya gelê Kobanê bikin. Di heman rojê de rêxistinên partiyên herêma Kobanê di serî de Partiya Yekîtiya Demoratîk banga tevahî hêzên Kurdistanî, rêxistinên navnetewî û raya giştî ya cîhanê kirin ku li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê piştgiriya Kobanê bikin û destê alîkariyê jêre dirêj bikin. Piştre partî, rêxistin, tevger, sazî û komeleyên Kurdistanî bi daxuyaniyên cuda cuda ev bang dûbare kirin û ji aliyan xwestin ku bibin bersiva banga Kobanê ya li hemberî dijminê mirovahiyê tekoşîna berxwedana ya sedsala 21’an dide meşandin. Ji hêzên navnetewî hat xwestin ku rê li pêşiya komkujiyên ku dibe werin kirin, were girtin.
Herdu cêwiyên Kobanê ji bo wê seferber bûn
Meclîsên Rêveber ên herêmên Cizîr û Efrînê ji bo Kobanê serferberiya leşkerî, xizmetguzarî û aborî ragihandin. Rêveberiya herdu herêman hemû hêzên xwe yên lojîstîk, madî û manewî xistin xizmeta parastina Kobanê, amadebûna xwe ya ji bo beşdariya di berxwedana Kobanê de ragihandin û bang li tevahiya gelê Rojavayê Kurdistanê kirin ji bo ku xwedî li berxwedanê derkeve.
Li sînorê Kobanê-Pirsûsê çalakiya bêsînor
Piştî bangên piştgiriya bi Kobanê re, di 18’ê îlonê de bi hezaran welatiyên Bakûrê Kurdistanê tavilê berê xwe dan deriyê sînor ê di navbera Kobanê û Pirsûsê de û bi coşeke mezin berxwedana Kobanê silav kirin. Di roja din de bi hezaran welatiyên bajarê Amedê û hemû bajarên Bakûrê Kurdistanê berê xwe dan Pirsûsê û çalakiya nobeta li ser sînor dan destpêkirin. Çalakvanan kon li ser sînor vegirtin û banga rawestandina alîkarîdayîna dewleta Tirk a bi çeteyên DAIŞ’ê re kirin. Artêşa Tirk li hemberî coşa gel xwe ranegirt û gelek caran êrîşî çalakvanan kir. Tevî van êrîşan jî gel çalakiya xwe berdewam kir û zincîra mirovahî li ser sînor dirêjtir kir û heta kêliyên dawî yên serkeftina Kobanê jî didomiya.
Piştgiriya gelê Bakûr bi Kobanê re ne tenê di vê çalakiyê de bû, lê belê li tevahî bajarên Bakûrê Kurdistanê bi dehhezaran kes daketin qadan û her der kirin Kobanê. Şandeyên rêxistin û partiyên Bakûr jî gelek caran serdana Kobanê kirin û soz dan ku heta serkeftinê wê piştgiriya xwe bidomînin, dan. Di rastiyê de jî sozên ku şandeyên Bakûr dabûn heta dawiyê jî dilsozên pêkanîna wan bûn û her ji bo gelê Kobanê di nava seferberiyê de bûn.
Endamên HDP’ê yên di Parlemana Tirkiyeyê de Sebahet Tuncel, Selma Îrmaq û Kemal Aktaş û Endama Desteya Rêveber a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê li pêşiya Avahiya Netewên Yekbûyî ya li bajarê Cinevre ketin girava birçîbûnê. Çalakvanan paşguhkirina NY’ê li hemberî êrîşên Kobanê nerazîbûna xwe nîşan dan û daxwaza alîkariya bi Kobanê re kirin.
Di 26 -27’ê îlonê de girtiyên siyasî yên doza PKK’ê û PJAK’ê ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî Kobanê di tevahî zindanên Bakurê Kurdistanê de dest bi girêva birçîbûnê kirin. Girtiyan her wiha bang li raya giştî ya cîhanê kirin ku li hemberî van êrîşan xwe berpirsiyar bibînin.
Ji Ocalan banga ‘Ji bo şer amade bin’

Di 22’ê îlonê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cara duyemîn bang li hemû gelê Kurd kir ku ji bo Kobanê seferber bibin û ji Kurdan xwest ku li gorî rewşên şer jiyana xwe birêxitin bikin û asta berxwedanê bilindtir bikin. Ocalan got ku ketina Kobanê ketina tevahî Kurdistanê ye û divê gelê Kurd li gorî vê rastiyê tev bigere. Her wiha da zanîn Kobanê kilîta çareseriyê ya Doza Kurd e.
‘Civaka Navnetewî berpirsyar e’
Di 27’ê îlonê de Hevserokatiya Desteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) diyar kir ku Koalîsyona Navnetewî ku li dijî DAIŞ’ê hatiya avakirin, tu gav li dijî DAIŞ’ê pêk navêtiye, Eger komkujiyek li Kobanê pêk were gelê Kurd û raya giştî dê Tirkiye, Amerîka, Ewrûpa û hemû dewletên endamên koalîsyonê berpirsyar bibîne.
Her der Kobanê, her der serhildan
Di 7’ê cotmehê de ku çeteyên DAIŞ’ê gihiştibûn bajarê Kobanê û gelê sivîl di xeteriya pêkanîna komkujiyekê re rû bi rû bû, KCK’ê bang li gelê Kurd û bi taybet ê Bakûrê Kurdistanê kir ku bi milyonan dakevin kolanan û serhildana ji bo Kobanê lidar xin û diyar kir ku eger bi milyonan kes rabin ser piyan wê rê li ber komkujiyên li dijî gelê Kobanê were girtin. Li ser vê bangê li tevahiya bajarên Bakûrê Kurdistanê, Başûr, Tirkiye û Ewrûpa serhildanê dest pê kir û hemû qad bûn Kobanê.
Piştre KCK’ê berxwedana çalakvanên Bakûrê Kurdistanê û Kurdistaniyên li Ewrûpayê ku li hemberî hewldanên qirkirina gelê Kobanê rabûn ser piyan, silav kir û ji wan xwest ku dest ji qadan bernedin, her wiha têkoşîna xwe ya rewa heta serkeftinê bidomînin. KCK’ê wê demê diyar kir ku eger gav paşve werin avêtin dê di roj û mehên pêş de encamên kambax û xerab bi xwe re bîne. Piştre gelên dost û dilxwazên Kurdan bersiv dan banga gelê Kurd ku li Kobanê rastî hemû êrîş û kiryarên kirêt ên li dijî nirxên mirovahiyê tên.
Tevî zextên rêjîma Îranê yên li dijî gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê, li gelek bajaran meş û xwepêşandanên piştigiriya bi Kobanê re hatin lidarxistin.
Kobanê bû navnîşaneke navnetewî
Dengvedana berxwedana Kobanê li tevahiya cîhanê belav bû û Kobanê êdî bû rojeva hemû sazî û dezgehên çapemeniyê yên navnetewî di asta ku gelê paytext Kabol a Afganistanê ji bo ‘çalakiya piştgiriya bi Kobanê re’ lidar xist û êrîşên çeteyên êrîşkar şermezar kir. Êdî mijara Kobanê li parlementoyên Ewrûpa bû cihê nîqaşên ciddî heta ku Netewên Yekbûyî NY, rêxistinên navnetewî, kesayetên navdar, rojnamevan û nivîskarên cîhanê banga alîkariya Kobanê kirin. Berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê li hemberî DAIŞ’ê cîhan matmayî hişt û ji her kesî re îsbat kir ku tenê ew şer ‘terorê’ dikin. Ji Amerîka, Almanya, Ukainya, Tirkiye û hwd  gelek kes li ser dengê berxwedanê berê xwe dan Rojava da ku li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer bikin.
Başûr û helwesta ji berxwedanê
Bi hezaran welatiyên Başûrê Kurdistanê daketin kolanan û gelek xwepêşandan û çalakî lidar xistin. Welatiyan ji rayedarên Başûrê Kurdistanê xwestin ku helwesta xwe derbarê êrîşên li dijî Kobanê zelal bikin û bi awayekî fermî kantonên Rojavayê Kurdistanê nas bikin. Her wiha alîkariya leşkerî bi berxwedana Kobanê re bikin û deriyê sînor ê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûr de vekin.
Her wiha Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Partiya Zehmetkêşan, Partiya Komînîst a Kurdistanê, Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê, Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê, Komeleya Ciwanên Niştimanî yên Kurdistanê û gelek partiyên din ên Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe bi berxwedana Kobanê re nîşan dan û bang li parlementoya Başûrê Kurdistanê kirin ku bi awayekî fermî kantonên Rojava nas bike.
Di 15’ê cotmehê de parlementoya Başûrê Kurdistanê bi awayekî fermî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê hatiye ragihandin nas kir û ji hikûmeta Başûr xwest ku bi awayekî fermî danûstandinê bi kantonên Cizîrê, Kobanê û Efrînê re bike.
Kobanê yekîtiya hêzên Kurd ava kir
Geşedanên Rojavayê Kurdistanê û berxwedana dîrokî ku li herêma Kobanê hat meşandin, hin partiyên siyasî yên Kurdî ku li gorî berjewendiyên xwe yên kesane û partiyane tev digeriyan, neçar hiştin ku bi hêz û tevgerên li ser erdê dixebitin re li ser masayekê rûnin.
Ji 14 heta 22’yê cotmeha 2014’an li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê di navbera şandeyên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Encûmana Niştimanî ya Kurd li Sûriye (ENKS) de civîn hatin lidarxistin. Di encama van civînan de di navbera herdu aliyan de hevpeymanek hat îmzekirin û Lêvegera Siyasî ya Kurd (referans) hate avakirin û erka wê ew e ku setratejiya giştî ya Kurdên Rojava diyar bike.
Di van civînan de ji bo beşdarbûna nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê bi awayekî pratîkî biryar hate girtin. Her wiha hate diyarkirin ku erka xweparastinê li Rojava ji hemû welatiyan tê xwestin. Di civînan de xebatên parastinê ku hêzên YPG’ê dane meşandin û cangoriyên Rojavayê Kurdistanê mezin hatin nirxandin. Lê wekî berê hertim pirsgirêk ji ENKS û partiyên xwe derdikevin. Ew xwe bi xwe li hev nakin û ev yek hertim li pêşiya xebatên hevbeş ên Rojava rê digre.
Lihevkirina aliyên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Duhokê zemînek ji bo yekîtiyê û karê hevbeş da avakirin û rê li pêşiya yekîtiya niştimanî ya kurd û lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd vekir.
Lê Kongreya Netewî ya Kurd li kuderê ye?
Li hemberî pêşketinên mezin ên berxwedana Kobanê di aliyê hevgirtina kurdan li seranserî Kurdistanê tenê lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd maye. Êrîşên ku li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê tên meşandin, komkujiyên ku li dijî kurdên Êzdî yên Şengalê pêkhatine, lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd ferz dike. Di vê çarçoveyê de ji bo hemû siyastên dagirkirina Kurdistanê vala bêne derxistin û ji bo Kurd karibin xwe biparêzin û mafê xwe bidest bixin, divê hemû hêzên Kurdistanî ji bo lidarxistina kongreyê lezê bidin xebatên xwe.
(he)
ANHA

No comments