Breaking News

Efsaneya berxwedaniya Kobanê


Çîroka 5 mehan
NAVENDA NÛÇEYAN – Berxwedana dîrokî ku şervanên YPG/YPJ’ê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê dane destpêkirin û ji 15’ê Îlona 2014’an ve efsane nivîsand, di roja 134’an de gihîşt serkeftinê. Piştî ku çete ji navenda kantonê hatin avêtin, li çar perçeyên Kurdistanê pîrozbahî hatin lidarxistin û serkeftin hate silavkirin. YPG’ê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan soza serkeftinê bicîh aniye.
Berxwedana sedsala 21’an a bi serkêşiya Yekîneyên Parastina Gel û gelê Kurd li her derê, li herêma Kobnaê gihîşt serkeftinê. Cîhana ku çavê wê li roja ketina Kobanê bû û jêre wekî xewnekê bû, êdî bi berxwedana sedsala 21’ê ew xist nava hestên matmayîhiştinê û ji bo xwe roja 1’ê Mijdarê wekî Roja Cîhanê ya hevgirtina bi Kobanê  re ku têde bi milyonan kes daxist kolanan, hilbijart. Gelo ev berxwedane ku di dîrokê de cihê xwe girt û bûye efsaneyek çawa destpê kir û di kîjan merheleyan re derbas bû. Me li ser vê pêvajoya ku bi dersan tije ye dosyayek amade kir.
Çima Kobanê?

Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve Kurdan li bajarê Kobanê şoreşa xwe lidar xistin û bajarê Kobanê bi temamî ji bermahiyên rêjîma El-Baas rizgar kirin. Li vî bajarî di 19’ê Tîrmeha 2012’an de çirûska şoreşa Rojava vêket û li nava herêmên Efrîn û Cizîrê belav bû. Li Kobanê bingeha Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk hat dayîn. Di sala 2012’an de li gundê Helincê yekemîn komîn ku bingeha jiyan û sîstema komînal e, hat avakirin. Ji wir ve li tevahiya Rojavayê Kurdistanê belav bû da ku di Çileya 2014’an de li hersê herêmên Rojava (Kobanê, Efrîn û Cizîrê) ku wekî herêmên bi ewle tên nasîn sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk were ragihandin.
Geşedanên dawî yên ku li Rojavayê Kurdistanê hatin jiyîn, gelek planên hêzên herêmî ku hesab û berjewendiyên wan li herêmê hene, vala derxistin. Ji ber vê jî plan û êrîşên wan jî dereng neman. Êrîşên ku di sala 2012’an de li Heleb û Efrînê bi riya komên cuda cuda ku bi navên cuda cuda destpê kirin bi tundî li herêma Cizîrê dewam kirin. Lê ev êrîş rastî berxwedaneke bêhempa hat û binpê bûn. Ji ber vê şêwaz û rêbazên êrîşan hat guhertin û bi taybet piştî civînên veşartî yên hêzên navnetewî û herêmî. Piştî her civînekê Rojava rastî êrîşekê hat.
Kobanê ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve ji aliyê çeteyan ve hat dorpêçkirin û riyên piştgiriya wê ji Efrîn û Cizîrê hatin girtin. Ji aliyê Efîrnê Cerablus heye û ji aliyê başûr û rojhilatê Kobanê jî bajarên Reqqa û Til Ebyed hene. Ev bajar hemû di destê çeteyan de ne. Her wiha ji aliyê bakûr jî hêzên artêşa Tirk ku hertim Kurdan wekî dijminên xwe dibînin hene û sînorê xwe girtine da ku tu alîkarî ji Kobanê re neçe. Ji bo plan û hesabên van hêzan ku biser neketin ji wan hat xwestin ku li Kobanê biser bixin.
Çawa êrîşî Kobanê kirin?

Piştî ku dewleta Tirk di deriyê Til Ebyedê re 4 tirimpêlên bi çekan barkirî ji çeteyan re şand di 18’ê Tîrmeha 2013’an de êrîş li rojhilatê herêma Kobanê destpê kirin. Ev êrîş heta 8’ê Adara 2014’an dewam kirin. Piştî civîna di navbera nûnerên DAIŞ û rayedarên dewleta Tirk a li bajarê Dîlok ê Tirkiyeyê de pêk hat, DAIŞ hêzên xwe ji derdora bajarên Laziqiyê û Îdlibê yên Sûriye vekşand û li dijî herêma Kobanê êrîşên dijwar da destpêkirin.
Balkêş bû ku dema çete ji van bajaran berê xwe dan Kobanê di herêmên di bin kontrola hêzên rêjîmê re bêyî ku rastî astengiyan werin, derbas bûn û li başûr û rojavayê Kobanê bicih bûn. Di wê demê de çeteyên DAIŞ’ê sînorê dewleta Tirk bibikar anîn û bi hêsanî tevî çekên xwe yên giran derbasî herêma derdora Kobanê bûn. Çete li bajaroka Sirrîn û herêma Qereqozaqê bicih bûn û êrîşên xwe zêde kirin.
Ji ber ku ev herdu herêm xwedî girîngiyeke setratejîk in û li ser Çemê Firatê ne, her wiha herêma Kobanê ji herêma Efrîn û parêzgeha Helebê qut dike, çeteyan hêzên xwe lê zêde kirin.
Di 13’ê Adarê de çeteyên DAIŞ’ê Pira Qereqozaqê ku 35 km dûrî sînorê dewleta Tirk e xistin destê xwe. Nêzî Pira Qereqozaq Gora Sultan Silêman Şah ê Osmanî heye. Di wê demê hêzên arêtşa Tirk û çeteyên DAIŞ’ê li derdora Gora Şah tev digeriyan.
Piştî vê arêtşa Tirk tevgera xwe li ser sînorê herêma Kobanê zêde kir û xwest bi hinceta parastina Gora Silêman Şah derbasî Kobanê bibe û herêmeke tampon ava bike da ku sîstema gelê herêmê binpê bike.
Piştî van bûyeran çeteyan ji aliyên rojava, başûr û rojhilatê herêmê êrîşên xwe dijwartir kirin, lê rastî bersivdayîneke tund a milîtanên Yekîneyên Parastina Gel ên bi israr gotin ‘Em axa pîroz bernadin’ hatin.
Eman, Musil û cardin Kobanê

Êrîşên çeteyan yên li dijî herêmê biser neketin, lê planên ji bo ketina herêmê hertim berdewam bûn. Li gorî Rojnameya Uzgur Gundem a li Bakûrê Kurdistanê weşanê dike, di 1’ê hizêranê de li paytexta Undinê Eman bi beşdarbûna nûnerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Îsraîl, Erebistana Siûdî, Tirkiye û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) civînek hat lidarxistin. Piştî civînê bi 7 rojan bajarê Musilê bi temamî di nava çend saetan de ket destê çeteyên DAIŞ’ê. Hat gotin ku ketina Musilê di wê civînê de hetibûn plankirin.
Piştî ketina Mûsilê çeteyên DAIŞ’ê gelek deverên li ser sînorê Sûriye-Iraq wekî El-Qaim xistin bin kontrola xwe û di van herêman re çekên giran derbasî parêzgeha Reqqayê ya Sûriye kirin. Her diçe çeteyan tevgerîna xwe li derdora Kobanê zêde dikirin.
Êrîşa Tîrmehê ya sê alî

Di 2’yê Tîrmeha 2014’an de çeteyan êrîşî gundê Zormixarê yê li devereke bilind a li rojavayê herêma Kobanê ye, kirin. Di 6’ê Tîrmehê de çeteyan êrîşî gundê Koneftarê yê 35 km li başûrê Kobanê ye kirin. Di 7’ê Tîrmehê de çeteyan bi tirimpêleke bombebarkirî êrîşî bendeke kontrolê ya YPG’ê ku li gundê Ebû Sirra yê 70 km li rojhilatê Kobanê ye, kirin. Di heman rojê de çeteyan êrîşî gundê Evdiko yê 60 km li rojhilatê Kobanê kirin. Her wiha ji aliyê bajarên Til Ebyed û Reqqayê alîkarî ji wan re hat. Şerê li herêmê berfireh bû û gihişt gundên Qîzelî, Bîrkitik, Girê Sor û Kendalê ya girêdayî bajarê Til Ebyedê.
Di şer û pevçûnên tîrmehê de 685 çete hatin kuştin, 6 tank, 17 tirimpêlên çeteyan 7 ji wan doçka liser bûn, 2 motosklêt, 11 navendên çeteyan hatin rûxandin. Her wiha 2 tank û 5 tirimpêl hatin derbekirin.
Sêgoşeya Şengal, Cezaa û Rebîa
Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî qezaya Şengalê ya ku di bin kontrola hêzên Pêşmerge yên PDK’ê de bû, kirin. Beriya vê êrîşê di navbera hikûmeta Tirk û berpirsyarên PDK’ê de civînek pêk hat. Di encamê de hêzên Pêşmerge ji navenda Şengalê û gundên girêdayî wê vekişiyan û riya êrîşê li ber çeteyan vebû.
Wê demê di derheqê gelê Kurd ê Êzidî de komkujiyên mezin pêk hatin, bi dehezaran êzidiyan malên xwe berdan û koçî Çiyayên Şengalê bûn. Ji bo parastina Êzidiyên ku berê xwe dan çiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Parastina Gel (HPG) berê xwe dan çiyayê Şengalê û Êzidî ji êrîşên çeteyan parastin. Her wiha riyeke bi ewle ya mirovahî di navbera Rojavayê Kurdistanê û Çiyayê Şengalê de vekirin. Di vê riyê re Kurdên Êzidî ku mercên dijwar li çiya jiyan dikrin, bê av, xwarin û pêdiviyên jiyanî bû, derbasî Rojava bûn û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Rojava kir wekî hembêza Êzidiyan.
Ev korîdora mirovahî gelek caran rastî êrîşên çeteyan hat. Çeteyan ji bajaroka Rebîa û deverên derdora bajaroka Cezaa ya Rojava êrîşî vê korîdorê kirin da ku dest deynin ser, lê rastî bersivdayîna tund a Yekînekyên Parastina Gel hatin û hertim êrîşên wan hatin şkandin. Li ser van êrîşan di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê pevçûnên dijwar hatin jiyîn. Di encamê de çeteyan derbeyên giran xwarin û bajaroka Rebîa bi temamî ji çeteyan hat rizgarkirin.
Kobanê  û êrîşa 15’ê Îlonê
Piştî ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Cezaa, Rebîa û Şengalê DAIŞ hêzên xwe ji herêmên Iraq û Sûriyeyê kom kirin û tevî çekên wan ên giran ku ji arêtşa Iraqê û li Sûriyeyê bidest xistibûn şandin derdora Kobanê.
Di 15’ê Îlona 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi armanca dagirkirina herêma Kobanê careke din di asta herî giran de dest bi êrîşan kirin. Şeva 15’ê Îlonê ji hersê aliyên rojava, başûr û rojhilatê herêmê êrîş pêk hatin û çeteyan di êrîşên xwe de bi dehan tank, topên giran,hawan û hemû cureçekên giran ku li Iraq û Sûriyeyê wergirtine, li dijî welatiyên Kobanê bikar anîn.
Ev êrîş li dijî dehan gundên herêmê yek li pey yekî hatin kirin. Çetyan dixwestin tola xwe ji gelê ku 15 mehan li hemberî wan sekinî û ew şkandine, hilînin, her wiha vîna wî ya azad binpê bikin. Di êrîşên li dijî gundên herêmê çeteyan bi dehan welatiyên Kurd di nav de zarok û jin kuştin, bi sedan sivîl revandin û heta niha jî çarenûsa gelekan ji wan ne diyar e.
Rê li ber Şengala duyemîn hat girtin
Ji bo parastina jiyana welatiyên sivîl û rêlibergirtina pêkhatina komkujiyan ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve ku li Şengalê kiryarên herî kirêt pêk anîn, rêveberiya herêma Kobanê û Yekîneyên Parastina Gel dest bi valakirina gundên herêmê kirin û sivîl ji gundên ku rastî topbaranê dihatin veguhestin deverên bi ewle.
Piştî hefteyekê, 100 gundên herêmê hatin valakirin, lê çeteyan êrîşên xwe yên li dijî herêmê dewam kirin heta ku gihiştin bajarê kobanê û dest bi armancgirtina malên welatiyên sivîl kirin. Piştre bi dehezaran welatiyan berê xwe dan Bakûrê Kurdistanê.
Şervanên azadiyê û berxwedana efsanewî
Şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin parastina Kobanê wekî erka xwe girtin dest bi biryardarî gotin ‘Em in ên Kobanê biparêzin’. Tevî çekên kêm, sivik û derfetên biçûk li ser xaka xwe man û riya mirina ji bo jiyanê dan pêşiya xwe. Helbet bi qehremanî ûfedabûyîna gelek şervanan ev israr û vîn bêhtir xurt bû û di dilê her şervanekê/î de rihê tolhildana ji bo hevalên xwe de hat jiyîn. Ji bo wan topên giran, tank nebûn astengî ku liber xwe bidin, lê di rastiyê de li hemberî van çekan sînga xwe vekirin û bi ‘rêgeza parastina xak û jiyanê’ berxwedana efsanewî ya sedsala 21’ê dan meşandin. Kobanê ne tenê ji bo ku Kobanê bû li ber xwe da, lê ji ber ku lê hemû nirxên mirovahiyê kom bubûn û dît ji erka wê ku van nirxan li hemberî êrîşên li ser biparêze. Şervanên YPG û YPJ’ê jî dîtin ku êrîşkar li pêşiya çavên wan êrîşî mirovahiyê dikin û nikarîbûn çavên xwe bigrin û derbas bibin, lê mirovahî wekî para xwe dîtin û li pey wê berxwedan kirin.
Piştî vê berxwedanê û piştgiriya gelê cîhanê ji Kobanê re û serî de gelê Kurd êdî cîhan nema dikarîbû çavên xwe bigre û ji nedî ve were. Helbet li ser zextên çalakiyên ku gel li piraniya navendên Ewrûpa, Rojhilata Navîn heta Kabolê hêzên navnetwî ketin nava tevgerê. Kobanê piştî vê êdî bû mijara her kesî, her hêzekê, her dewletekê û berxwedana wê li qadên navnetewî hatin gotûbêjkirin. Vê yekê hişt ku Koalîsyona Navnetwî ya li dijî DAIŞ’ê hatiye avakirina bikeve nava tevgerê û li herêma Kobanê êrîşên hewayî li dijî çeteyan pêk bîne. Dibe ku van êrîşan di asteke biçûk piştgirî dabe berxwedana şervanan. Piştre balafirên Amerîkayê çek ji bo şervanên YPG gihandin Kobanê. Ji Başûrê Kurdistanê jî 150 pêşmerge hatin şandin. Lê şervanên YPG ji gelê xwe û bi rihê xwe yê parastina nirx xwezayê li hemberî hemû teknolojiya di destê çeteyan de sekinîn û bi biryardarî soza ku dabûn bicih anîn.
Êrîşa deriyê Murşitpinarê
“Di roja 29’ê mijdarê de deriyê sînor ê Murşitpinarê yê herêma Kobanê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve rastî êrîşeke dijwar hat. Sibehê saet di 05.00’an de bi armanca dagirkirina Kobanê êrîş hat kirin û ji her çar aliyên Kobanê bû. Çeteyan ji aliyê dewleta Tirk ve êrîş kirin û hewl dan ku deriyê Murşitpinarê bidest bixin da ku şervanên YPG dorpêç bikin. Çete di nava xaka Tirkiye de li gelek deveran belav bûn û YPG’ê jî ji bo parastina Kobanê neçar bûn ku destwerdanê bike û li deverên ku çete lê ne şerê wan bikin. Anog rûyê dewleta tirk yê alîkarîdayîna çeteyên DAIŞ’ê ji her kesî re eşkere bû.
Operasyona paqijkirina Kobanê

Operasyona paqijkirinê ya şervanên YPG û YPJ’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku di 18 ê kanûnê de dabûn destpêkirin kolan bi kolan, mal bi mal, gav bi gav bi pevçûnan berdewam kir û herî dawî di duh bi rizgarkirina temamiya bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê bidawî bû. Berxwedana Kobanê ya di meha xwe ya pêncemîn de bi serkeftinna re pêş diket ji bo gelên rojhilata Navîn û tevahiya gelên cîhanê bû mîrateyek berxwedanê ya di dîrokê de qet nehatiye dîtin.
Bîlançoya herdu mehên destpêkê
Berxwedan dîrokî ya şervanên Yekîneyên Parastina Gel li herêma Kobanê hemû plan û îdîayên ku digotin ‘Kobanê ket’ vala derxist. Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel jî eşkere dikir ku xewn û xeyalên derdorên ku dibêjin Kobanê ket wê qet pêk neyên. Di daxuyaniyê de wiha dihate gotin: “Kobanê tu caran nakeve. Li Kobanê wê berxwedana sedsalê were meşandin. Kobanê wê bibe goristana çeteyên DAIŞ’ê. Her kolanek, her malek Kobanê wê bibe goristana çeteyan û dawîlêanîna DAIŞ’ê wê ji Kobanê destpê bike.”
Di encama şerê du mehan de eşkere bû ku çeteyan derbeyên giran xwarin û negihiştin armanca xwe.
Di navbera 15’ê Îlonê  û 13’ê mijdarê de 2433 çete hatin kuştin. 11 tank, 76 tirimpêl ji wan 10 yên doçka liser, tirimpêlek tijî çek, 3 kamyon û 13 tirimpêl û 4 motosiklêtên bombebarkirî, 2 tirimpêlên Hummer, 12 motosiklêt, 3 batarya yên hawanavêj û 8 doçka hatin rûxandin.
Her wiha di van du mehan de 102 çekên kalaşnîkov, 18 BKC, 22 RBG, 3 M16, 12 dûrbîn, 1 Qenas, hawanavêjek, 21 çekên ferdî, 3 demançe, 18 rext, 66 bombeyên destan, 1 Bruno, çekek AKC, rextekî bombebarkirî û bêtêlek.
Li gorî daneyên fermî yên Navenda Çapemeniya YPG’ê, di nava du mehên berxwedana dîrokî de 221 şervanên YPG’ê jiyana xwe jidest dane. Ji van 5 şervanan di dawiya meha îlonê de li eniya başûr di encama çalakiyeke fedayî de jiyana xwe jidest dane. Her wiha fermandara yekîneyeke YPJ’ê Arîn Mîrkan jî 5’ê Cotmehê li Girê Miştenûrê çalakiya fedayî lidar xist.
Di berxwedana Kobanê de li gel şervanên Yekîneyên Parastina Gel hêzên girêdayî Burkan El-Firat jî cihê xwe girtin û li dijî çeteyan bedêlên giran dan. Di pevçûnên du mehan de 13 şervanên Burkan El-Firat ên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê jiyana xwe jidest dan.
Piştî ku hêza êrîşê ya çeteyên DAIŞ’ê hat şikandin YPG’ê çalakiyên xwe li dijî çeteyan zêdetir kir û di encamê de li rojhilat û başûr gelek kolan û nuqte ji destê çeteyan derxist. Çeteyên ku li eniya rojhilat neçar man paşde vekşin, Mizgefta Hac Reşad a ku wekî barageha xwe ya leşkerî bikar tanîn bi bombeyan hilweşandin.
Her wiha di 3 rojên dawî de çeteyên DAIŞ’ê li hersê eniyên Kobanê gelek windahî dan û di encama çalakiyên YPG’ê de riya ku hêzên teqwiye ji bo çeteyan têre dihat ket destê YPG’ê.
Bîlançeya du mehên dawî: 804 kuştiyên çeteyan û 50 şehîd
Meha sêyemîn a berxwedanê
Di meha sêyemîn a berxwedana de piştî gelek çalakiyên şervanên YPG û YPJ’ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn, her wiha di pevçûnên li herêmê hatin jiyîn de 2 ji wan emîr herî kêm 292 hatin kuştin û bi sedan çete birîndar bûn. Di vê mehê de gelek tirimpêlên çeteyan ên bombebarkirî û motoskilêtek hatin rûxandin. Her wiha 6 çekên kalaşnikov û 2 hezar û 500 guleyên wê, 14 rextên çeteyan, 4B-7 roket-avêj, 22 guleyên roket-avêj û yê ku agir pêdixe (HV), 2 çekên BKC û 3 hezar guleyên wê, 40 bombeyên destan, demançeyek, 2 dûrbînên şevê, dûrbîneke rojê, kamera û gelek alavên tendurustiyê û çekên sipî ketin destê şervanên YPG’ê.
Meha çaremîn a berxwedanê
Di roja 95’an a berxwedana Kobanê de 33 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û gelek çek û cebilxane ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve hatin desteserkirin.
Di şer û pevçûnên roja 98’emîn ku hatin, her wiha di encama çalakiyeke ku şervanên YPG’ê li herêmê lidar xistin de herî kêm 24 çete hatin kuştin, cenazeyê 16 ji wan ketin destê şervanan û gelek çek û cebilxane jî hatin desteserkirin.
Di roja 100’î de li herêma Kobanê 22 çete hatine kuştin û cenazeyê çeteyekî jî ket destê şervanên YPG’ê, her wiha gelek cebilxaneyên çeteyan hatin desteserkirin, li başûrê kolana 48’an a bajarê Kobanê 2 kolan û heta Dibistana Keçikan 3 kolan ji çeteyan hatin paqijkirin û motorsîkletek çeteyan hat rûxandin.
Di roja 101’ê ya berxwedanê de di encama çalakiyeke bi bandor a şervanên YPG’ê de Kolana Sofiyan ku ji aliyê çeteyan ve hatibû dagirkirin bi temamî hat rizgarkirin û 16 çete hatin kuştin.
Di roja 102’yemîn de du tax li qundarên (pesarên) Girê Miştenûrê yê li aliyê başûr-rojhilatê bajarê Kobanê hatin rizgarkirin, her wiha Şaredariya Gel a bajarê Kobanê ji çeteyan hat paqijkirin. Di vê rojê de 21 çete hatin kuştin.
Şervanên YPG û YPJ’ê çalakiyên xwe yên ji bo paqijkirina bajêr dewam kirin û di roja 103’emîn de 38 çete hatine kuştin û gelek cebilxane jî hat desteserkirin.
Di roja 104’emîn de şervanên YPG’ê ku li bajarê pêşde diçûn çalakiyên bi bandor li hemberî çeteyan lidar xistin û derbeyên giran li wan dan. Di vê rojê de qada ku taxên Şehîd Ferhad û Şehîd Moro jî tê de bi tevahî ji çeteyan hate paqijkirin û Ji dibistana Elwahdê heta ser riya 48’an û li taxa Şehîd Moro çalakî kirin. 49 çete hatin kuştin. Her wiha 2 tirimpêlên leşkerî, 16 kalaşnîkof, 5 hezar û 200 gule û 78 cerjûrên wê, 9 roketavêjên B7 û 34 guleyên wê, çekek suîkastê, tivingeke Bruno, hezar guleyên M16, 5 çekên BKC, 6 hezar 900 gule û 13 zincîrên wê, 51 bombeyên destan, mayînek, 13 rext, 3 dedektorên mayînan, durbîneke şevê, 3 durbînên rojê, hezar funyeyên bi elektirîk, 1 Espicinay, bêtelek, karnasek, 12 guleyên Hewanê yên 60 mm, 22 gulleyên doçka û belgeyên leşkerî ji aliyê şervanên YPG’ê ve hatin desteserkirin.
Di roja 105’emîn de di pevçunên ku bê navber 12 seat dewam kirin de 43 kuştiyên çeteyan hat tespîtkirin û cenazeyê 18 çeteyan ketin destên şervanên YPG’ê.
Di rojên di navbera 105 û 112’an de gelek pevçûn û şer derketin û têde herî kêm 30 çete hatin kuştin.
Di roja 112’emîn de 19 çete hatin kuştin, 16 kilaşnîkov û 600 guleyên wê, 3 hezar guleyên BKC, 14 raxt û 23 mayîn, B7 roketavêj, 3 guleyên wê, 19 bombeya destan, 7 guleyên hawanê yên 60 mm, 3 guleyên topên 57, 2 bêtel, 5 çante, dûrbîneke şevê, her wiha 6 cenazeyên çeteyan ketin destê şervanên YPG’ê.
Di roja 113’an a berxwedanê de tangek, topavêjeke hawanan û 4 tirimpêlên çeteyan, her wiha tirimpêlek bi doçka barkirî hatin rûxandin. doçkayeke 23 jî hatin bêbandorkirin  û 58 çete hatin kuştin 7 cenaze ji wan ketin destê şervanên YPG’ê û 15 çekên kilaşnîkov ên çeteyan hatin desteserkirin.
Di rojên di navbera 113 û 117’an de hejmareke mezin a çeteyan kuştin, lê tenê 35 çete hatin tesbîtkirin.
Di roja 117’an de şer û pevçûnên dijwar hatin jiyîn û di encamê de 26 çete hatin kuştin cenazeyê yekî ji wan ket destê YPG’ê, dîsa roketavêjek B7, du guleyên wê, 5 kilaşnîkov, 21 cerjûr û 840 guleyên wê, 3 rext, 15 bombeyên destan, bêtêlek û maskeyek gazê ji aliyê şervanan ve hatin desteserkirin.
Di roja 118’an de li başûr-rojhilatê bajarê Kobanê 35 çete hatin kuştin û ji van cenazeyên 7 çeteyan ketin destê YPG’ê, du kolan hatin paqijkirin, 21 çekên klaşnikov, 67 cercûr û 16 hezar û 840 guleyên wê, 2 BKC û 7 hezar guleyên wê, roketavêjeke B7 û 4 guleyên wê, 2 hezar û 600 guleyên AKC, 628 guleyên doçka ya 12.5, 148 guleyên doçka ya 23, 74 guleyên doçka ya 14.5, 20 guleyên G3, 61 guleyên hawanê ya 60 mm, 5 guleyên hawanê ya 82 mm, 3 guleyên topa 57, 18 bombeyên destan, 12 rext, 2 eleka ji pola, elekeke kesên xwekuj û bêtelek hatin desteserkirin.
Di roja 122’an de hêzên YPG li deverên di navbera Kolana 48’an a li başûrê bajêr operasyonek lidarxistin. YPG ji kaşên Miştenûrê heta Kolana 48’an li nuqteyên cuda cuda operasyonek lidar xist û derbeyên giran li çeteyan da. Di encamê de 4 kolanên ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn dagirkirin hatin paqijkirin, 14 kuştiyên çeteyan hatin tespîtkirin û ji wan 8 cenaze ketin destên şervanan, her wiha 10 klaşnikov, 47 cercûr û  hezar guleyên wê, çekeke BKC û 500 guleyên wê, 2 roketavêj ên B7 û 6 guleyên wê, 19 bombeyên destan û 5 mayînên bi destan hatine çekirin ji aliyê şervanên YPG’ê ve hatin desteserkirin. Hêzên YPG’ê tankek û panzêrek ku di pevçunên berê de hatibûn derbekirin û çeteyan nikaribûn ji qadê dûrbixin jî desteser kirin
Di hefteya derbasbûyî de
Pêngava paqijkirina Kobanê ji çeteyan her diçû bêhtir berfirehtir dibû û êdî şervanên YPG’ê serweriya bajar xistin destê xwe û derbeyên giran li çeteyan dan. Di roja 123’emîn de tirimpêleke bombebarkirî, tirimpêleke Hummer û tirimpêleke leşkerî û 2 tankên çeteyan hatin ruxandin. 51 çete hat kuştin. Hêzên YPG’ê tevî 7 cenazeyên çeteyan dest danîn ser 7 çekên klaşnikov, 22 cercûr û hezar guleyên wê, çekeke roketavêj a B7 û 4 guleyên wê, 10 bombeyên destan, 2 bêtel û miqdarekî zêde ji dermanan.
Di roja 124’an de şervanên YPG/YPJ’ê li kaşên Girê Miştenurê, Serinca Avê û Mekteba Reş ango Dibistana Reş li hemberî çeteyên dagirker çalakî kirin û têde 18 çete hatin kuştin, careke din panzereke ku di pevçunên berê de hatibû derbkirin û hin alavên leşkerî jî desteser kirin.
Di roja 126′ emîn a berxwedana Kobanê de şervanên azadiyên yên YPG/YPJ’yî ji bo rizgarkirina Girê Miştenûrê (Girê Şehîd Arîn Mîrkan) operasyoneke berfireh dan destpêkirin. Piştî şerê sing bi sing şervanan Miştenûrê ji çeteyan paqij kirin. Çeteyan gelek caran hewl dan ku li pêşiya operasyonê astengiyan ji şervanên YPG û YPJ’ê re derxin, lê şervanan bi vîn û rihê Arîn Mîrkan ku li vî girê çalakiya jiyanbûyînê li dijî çeteyan lidar xist, êrîşên çeteyan şkandin û Girê Miştenûrê bi temamî ket bin serweriya wan. Di vê operasyonê de herî kêm 40 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, lê balkêş bû ku operasyon serkeftî bidawî bû bê ku tu windahiyên hêzên YPG çêbibin. Şervanan di vê operasyonê de tevî cenazeyên 3 çeteyan, doçkayek 12.5 û 150 guleyên wê, 3 BKC û 5 hezar guleyên wê, 8 klaşnikov, 21 cercûr û 3 hezar û 700 guleyên wê, roketavêjek B7 û 7 guleyên wê, 16 bombeyên destan, 2 mayînên destan, 4 çanteyên leşkerî, 11 rext, 5 bêtêl û durbînek desteser kirin. Di heman demê de şervanan çeteyên li derdora nexweşxaneya bajarê Kobanê armanc girtin û di encamê de 2 çete hatin kuştin, klaşnikovek, rextek, 6 guleyên roketavêja B7 û 6 bombeyên destan hatin desteserkirin.
-Di van herdu mehan ên berxwedana Kobanê de nêzî 50 şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin bi qehremanî li hemberî çeteyan li ber xwe dan û gihiştin şehadetê.
 (he)
ANHA

No comments