Breaking News

Coşa rizgarkirina Kobanê Efrîn û Helebê jî germ kir


HELEB/EFRÎN – Li seranserî herêmên Efrînê û taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi dehezaran kes daketin kolanan û ji bo azadkirina Kobanê şahiyên bi coş lidar xistin.
Heleb
Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê kurd in, bi sedan kes li ber navenda Ciwanên Şoreşger kom bûn û ji bo rizgarkirina bajarê Kobanê şahiyek bi coş li dar xistin. Di şahiyê de gel bê navber diruşme berz dikirin, stran digotin û govenda digerandin.
Efrîn
Li bajarê Efrînê bi hezaran kes daketin kolnanan û bi tirmplan geriyan. Şahiya mezin li Meydana Azadî ya nava bajar kom bûn û şahiyek bi coş hate lidarxistin. Welatiyên ku tevlî şahiyê bibûn bênavber diruşmeyên ”BIJÎ BERXWEDANA KOBANÊ, BIJÎ BERXWEDANA YPJ, YPG” berz dikrin.
Raco
Bi heman armancê bi sedan kes daketin qada Newroz û bi tevlîbûna şervanê YPG/YPJ’ê şahiyek berfireh lidarxistin. Beşdaran govend gerandin û bê navber diruşme beriz dikirin. Koma Şehîd Ciwan a govendê û ya stranan jî tevlî şahiyê bûn.




No comments