Breaking News

Lehengên şoreşê

NUJÎN NEWAF
Kesayetek azadîxwaz
GIRKÊ LEGÊ – Li ser fikira Tevgera Rizgarkirina Kurdistanê û berxwedanê hatibû xwedîkirin, bi dilekî gerim tevlî nava refên YPG‘ê bû û li gelek deverên kantona Cizîrê  li dijî çeteyan tekoşîneke mezin da meşandin.
Şervanên YPG‘ê Behcet Sebrî (Lewend Dêrik), di sala 1986‘an de li gundê Banokiyê yê girêdayî bajarê Girkê Legê  ji dayik bûye. Bavê 2 zarokan ku temenê wan kêmî 6 saliyê ye. Ji malbateke ku 4 xwîşk û 6 biran e. Behcet Sebrî di malbatê de yê herî mezin e.
Têkoşer Lewend zarokatiya xwe li gund derbas dike. Lê ji ber astengiyên rêyên çûna bajar xwendina xwe ya asta seretayî temam nekir.
Têkoşer Lewend li gel bavê xwe di karê çandiniyê de dixebite, piştre dest bi karê bazirganiyê li ser sînorê di navbera Rojava û bakurê Kurdistanê kir da ku bi malbata xwe alîkar be dike.
Weke kesayeteke rêzdarî, bi hurmet dihate naskirin, girêdana wî ya bi bavê wî re xurt bû û bi sifetên xwe yên exlaqî cihê xwe di dilê her kesî de digire.
Bi damezirandina Yekîneyên Parastina Gel YPG‘ê Lewend ji kesên yekem bû ku beşdarî nava refên YPG‘ê bû û bi kefxweşiyeke mezim tevlî perwerdeyên leşkerî û ramanî bû.
piştî tevlêbûna wî nava YPG‘ê cihê xwe li ser bendên kontirolê yên bajarê Girkê Legê girt, erkê ku dekete ser milê wî pê radibû, beşdarî hemleyên rizgarkirina gelek deverên Kantona Cizîrê, di opêrasiyona rizgarkirina bajaroka Rimêlan ji bermahiyên rêjîma Baas,rizgarkirina bajaroka Girzîro yê herêma Koçerat û di şerê dawî de yê bi komên çete li gundên başûrî  Çil axa bû tekoşîneke mezin da meşandin.
Di pevçûnên 27‘ê tîrmeha 2013‘an li dijî çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nûsra  de li gundê Girhok ê li başûrê bajaroka Çilaxa  piştî  berxwedaneke mezin têkoşer Behcet û çar hevalên wî Ebdulcelîl, Reşîd, Ebdulrehîm û Ezedîn  tevlî kerwanê cangoriyên azadiyê dibe. Cenazeyê Behçet li pekrewangeha Şehîd Xebat a bajarê Dêrik hate definkirin.
Hevjîna têkoşer Lewend Hediye Ebdulwehab dibêje ku Lewend bi fikirên jiyana azad bandor bibû, ji ber vê yekê tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû û gihîştiye asta şehadetê.
Di axaftina xwe Hediyê dibêje şehadeta Lewend  ji bo cihê serfirazî ye û got ew ê zarokên xwe li ser rihê netewî xwedî bike.
ANHA






No comments