Breaking News

KCK: Kobanê serkeftina Kurdistanê û Rojhilata Navîn e


NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku serketina Kobanê bi tenê serketina gelê Kobanê û Rojava nîn e, serketina çar parçeyên Kurdistanê, serketina tevahiya gelên Rojhilata Navîn û Cîhanê ye.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê rizgarkirina Kobanê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de rizgarkirina Kobanê hate pîrozkirin û wiha hate gotin: “Bajarê Kobanê ji faşîzma DAIŞ’ê hatiye paqijkirin. Rizgariya bajarê Kobanê li tevahiya gelê Kurdisatnê, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê pîroz be. Rizgarbûna Kobanê di salvegera duyemîn a ragihandina kantonê de, ji bo gelê me bûye mizgîniyeke mezin. Bi vî rengî ji tevahiya cîhanê re hatiye ragihandin ku xweseriya kantonal a Rojava xwedî wê hêzê ye ku dikare parastina xwe ya cewherî bike û hilnaweşe.
Em şehîdên leheng ên Kobanê rizgar kirine bi minetdarî bibîr tînin, gaziyên berxwedanê yên rûmeta vê serketinê ne bi hezkirin û rêzdariyê silav dikin. Em bawerin ku sekna bi rûmet û berxwedêr a malbatên şehîd û gaziyan, wê bi azadiya gelê Kurd tacîdar bibe. Gerîlayên leheng ên YPJ û YPG’ê yên bajarê Kobanê rizgar kirin, bi berxwedana xwe ya li Kobanê re nîşan dan ku ne tenê şervanên gelê Kurd in, şervanên demokrasî û azadiyê yên tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ne.”
‘ŞOREŞGERÊN ENTERNASYONALÎST JÎ LI BER XWE DAN’
KCK’ê diyar kir ku li Kobanê ne tenê Kurdan şer kirin û got, “Şervanên Tirk, Ereb, Fars, Ewropî û Amerîkî jî li ber xwe dan. Di serî de Paramaz 3 MLKP’yî, Kader Ortakaya ku jineke sosyalîst a Tirkiyeyî bû, şervanê YPG’ê yê Farsî û pêşmergeyekî ji Başûrê Kurdistanê şehîd ketin. Ji gelên cuda bi dehan berxwedêr birîndar bûn. Em van berxwedêrên enternasyonalîst ên di vê berxwedana mezin de can û xwîna xwe dan, bi mînet û rêzdarî bibîr tînin.”
‘BERXWEDANA KOBANÊ BERXWEDANA MIROVAHIYÊ YE’
KCK’ê got, “Bêguman serketina Kobanê serketina bi tenê ya gelê Kobanê û Rojava nîne; serketina çar parçeyên Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û Cîhanê ye” û ev xal destnîşan kir: “Ciwanên ji çar parçeyên Kurdistanê hatin û li nava refên YPG û YPJ’ê cih girtin, di serketina vê berxwedanê de roleke mezin lîstine. Di serî de gelê Bakurê Kurdistanê, gelê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî destekeke mezin dane û di serketina vê têkoşînê de roleke mezin lîstine. Bi taybetî çalakiyên 6-9’ê Cotmehê yên li Bakurê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê yên ji bo destekkirina Berxwedana Kobanê, di serketina Kobanê de roleke diyarker lîstine.
Berxwedana Kobanê ji destpêkê ve li dijî faşîzma DAI’ê bûye berxwedana mirovahiyê. Gelê Tirkiyeyê, li dijî dijminatiya AKP’ê ya li Şoreşa Rojava û Kobanê derketine û destekeke mezin dane vê berxwedanê. Desteka gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn di 1’ê Mijdarê de veguheriyeke desteka cîhanê. Bi vê destekê re Berxwedana Kobanê hêzeke mezin a moralê ya ji bo serketinê bi dest xistiye. Ji ber vê yekê serketina Berxwedana Kobanê serketina berxwedana tevahiya mirovahiyê ye. Mirovahiyê di şerê navxweyî yê Spanyayê, şerê duyemîn ê cîhanê de piştevaniya da eniya demokrasiyê ya li dijî faşîzmê û desteka xwe ya da gelê Vîetnameê, di Berxwedana Kobanê de jî nîşan daye. Berxwedana Kobanê hemû sosyalîst, tevgerên li dijî sîstemê, hêzên demokrasiyê, jin û ciwanên li her cihî bi ruhê azadiyê li ber xwe didin li dora xwe civandiye, ji bo hemû gelan veguheriye hêviya demokrasî û azadiyê. Piştî ku li tevahiya cîhanê mirovahî rabû ser piyan, di demeke ku Berxwedana Kobanê veguherî rûmeta mirovahiyê de bi zexta gelên xwe re hêzên navneteweyî bi êrîşên balafiran cihê xwe li cem vê berxwedanê girtine. Di encama zexta “Ji Kobanê re korîdorê veke” ya tevahiya mirovahiyê li hemberî dewleta Tirk kir de, hêza pêşmerge ya ji du tabûran derbasî Rojava bû û cihê xwe li cem berxwedanê girt. Berxwedana lehengî ya şervanên YPG û YPJ’ê bi gelê Kobanê re nîşan da, mîna di 2. Şerê Cîhanê de hat dîtin, eniyeke berfireh a demokrasiyê derxist holê û li dijî faşîzma DAIŞ’ê bû sembol û pêşengê berxwedana mirovahiyê.”
‘BERXWEDANA KOBANÊ RASTIYA KURDISTANA NÛ ROJHILATA NÛ DERXIST HOLÊ’
KCK’ê da xuyakirin ku Berxwedana Kobanê bi serketina xwe re hem rewşa têkneçûyînê ya Şoreşa Rojava nîşan da hem jî bû bingeha xurt a damezrandina Sûriyeya Demokratîk û got, “Berxwedana Kobanê, bingeha siyasî, leşkerî û civakî ya avakirina Sûriyeya demokratîk a nû derxistiye holê û şerê li Sûriyeyê xetimî û qirêj bûye, derxistiye asteke nû. Êdî şerê li Sûriyeyê wê bi Sûriyeya demokratîk bi encam bibe. Bi lêgerînên siyasî yên nû re wê şerê qirêj bi dawî bibe û hewldanên ji bo afirandina Sûriyeya demokratîk wê xurtir bibin.
Berxwedana Kobanê wê ne tenê li Sûriyeyê encamên şoreşgerî demokratîk ên mezin derxîne holê, wê hem di pêkanîna yekîtiya Kurdan de rolê bilîze, hem jî bi avakirina yekîtiya demokratîk a hêzên demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn re rê li ber bilindkirina Têkoşîna Azadiyê veke. Berxwedana Kobanê rastiya Kurdistana nû û Rojhilata Navîn a nû derxistiye holê. Êdî wê nirxên Şoreşa Rojava rê nîşanî pêşketinên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bidin. Li ser bingeha Berxweana Kobanê û Xweseriya Rojava pêkhatina Sûriyeya demokratîk, wê rêxistinbûyîn û nasnameyeke siyasî ya nû ya Rojhilata Navîn derxîne holê. Siyaseta li Rojhilata Navîn xetimiye wê bi lêgerîna siyasî ya demokratîk vebe, li ser bingeha xweserî û azadiya hemû civatên olî û etnîkî wê dîrokeke nû ya Rojhilata Navîn bê nivîsandin.”
‘VEGUHERÎ HÊVIYA GELÊN ROJHILATA NAVÎN’
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dewama daxuyaniya xwe de got, “Berxwedana Kobanê, di serî de dewleta Tirk bûye şerekî li dijî paşverûtiya Rojhilata navîn. Di taliyê de yên têk çûn hemû hêzên despot û paşverû yên herêmê yên li dijî Kurdan e, ku li benda ketina Kobanê bûn. Careke din îspat bûye ku li cihekî hêvî lê winda nebûye, bawerî veguheriye vînê, bi derfetên gelekî kêm jî serketinên mezin dikarin bi dest bikevin. Berxwedana Kobanê bi vê karaktera xwe re wê ji niha û pê ve li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, ji hemû hêzên demokrasî, azadî û berxwedêran re bibe çavkaniya hêz û îlhamê. Hemû berxwedan wê karakterên xwe yên têkneçûnê ji ruhê Berxwedana Kobanê werbigirin. Ji xwe Kobanê bi berxwedana xwe ya mezin re, ji îro ve cihê xwe di nava çavkaniyên hêzê û sembolên mezin ên berxwedanê yên dîrokê, girtiye. Kobanêya têknaçe, wê ji niha û pê ve jî weke Rojava ya têk naçe, Şoreşa Kurdistanê ya têk naçe, rola xwe bilîze.
Ji ber ku Kobanê deriyê azadiyê ye, hat xwestin ku ev derî were şikandin û Rojhilata Navîn veguhere tarîtiya faşîzmê. Lewma hemû paşverûyên herêmê li dijî hêzên demokrasiyê bûn yek û ji bo afirandina Rojhilata Navîn a bi serdestiya faşîzmê, dest bi şer kirin. Lê belê bi Berxwedana Kobanê re, faşîzma li ser navê hemû paşverûtiya herêmê şerê wekaletê dimeşan têk çû, hesreta jiyaneke azad û demokratîk veguherî hêviya tevahiya gelên Rojhilata Navîn. Bi rizgariya Kobanê re hêviya gelan zêde bûye. Bi Berxwedana Kobanê re dîroka demokrasî û azadiyê ya Rojhilata Navîn destpê kiriye. Têkoşîna ji niha û pê ve wê were wateya nivîsandina serketina hêviyê.
Berxwedana Kobanê ji niha û pê ve wê ne tenê hêzê bide gelên li dijî DAIŞ’ê li ber xwe didin, hemû tevgerên civakî û berxwedêr wê ji vê berxwedanê hêzê werbigirin. Rizgariya Kobanê, wê têkoşîna rizgariya Şengalê bi lezîne. Êdî wê zehmet be ku DAIŞ xwe li Şengalê bigire. Şengal jî mîna Kobanê wê kolan bi kolan, gund bi gund bê rizgarkirin. Bêguman heta ku paşverûtî li Rojhilata Navînb i temamî têk biçe û Rojhilata Navîn a demokratîk were afirandin, DAIŞ têk biçe jî wê DAIŞ’eke nû derkeve pêşberî têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelan. Lê belê piştî Berxwedana Kobanê, Berxwedana Şengalê, berxwedana li Başûrê Kurdistanê û serketina Berxwedana Rojava, mîna DAIŞ’ê wê hêzên faşîst ên nû jî mehkûmî têkçûnê bin. Ji ber ku hêzên şoreşger wê heta demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn têkoşîna xwe bi biryardarî dewam bikin.”
‘WÊ JI XWELIYÊN XWE JI NÛ VE BÊ AFIRANDIN’
Daxuyaniya KCK’ê bi van gotinan bi dawî bû: “Berxwedana Kobanê, bi berdêlên giran re ber bi serketina rizgaririna gundan ve diçe. Lê belê her çend ev serketin bi dayîna berdêlên giran pêk hatibe jî, bi desteka hemû hêzên şoreşger ên li Kobanê faşîzma DAIŞ’ê têk bir û mirovahiya demokratîk, wê Kobanêyeke nû ji xweliyên xwe ji nû ve were afirandin. Kobanê wê bi awayekî hîn bedewtir û mîna abîdeyeke berxwedanê ronahiya azadî û demokrasiyê bide Rojhilata Navîn.
Em hemû hêzên di vê serketina salvegera damezrandina Kantona Kobanê de rol lîstin careke din pîroz dikin, bang li tevahiya gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn dikin ku vê serketinê li her deverê pîroz bikin û bi coşeke mezin têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn bilind bikin.”

No comments