Breaking News

YPG’ê li eniya rojhilatê Kobanê çalakiyek da destpêkirin

KOBANÊ – Hêzên YPG’ê operasyona paqijkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê didomînin. Hate ragihandin ku li derdora dibistana Şerîa ya rojhilatê bajêr di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûn dijwar bûne.
Nûçegihanên ANHA’yê ragihandin ku hêzên YPG’ê operasyona paqijkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê didomînin. Nûçegihanan dane zanîn ku şervanên YPG’ê niha li rojhilatê dibistana Şerîa ya rojhilatê bajêr li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakî dane destpêkirin. Derbarê encaman de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.
Şer û pevçûn di navbera şervanan û çeteyan de hê jî bi hemû dijwariya xwe didomin.
(ekîp/jh)

No comments