Breaking News

Fermandariya YPG: Ev serketfina şoreşa Rojava ye


NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) destnîşan kir ku rizgarkirina Kobanê, serkeftina şehîdên berxwedanê, serkeftina şoreşa Rojava, mirovahiyê û xeta azadiyê ye. Fermandariyê spasiya hemû hêzên ku alîkarî kirine û tevahiya gelê kurd kir û soza rizgarkirina tevahiya bejahiya Kobanê da.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), bi boneya rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê, daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya ku bi sernavê “Ji Gelê Kurd, Gelê Rojhilata Navîn û Raya Giştî re!” hate dayîn wiha ye:
“Îro bajarê Rojavayê Kurdîstanê Kobanê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin. Ev 133 rojin hêzên me li dijî terora DAIŞ’ê berxwedaniyek destanî meşandin û heviyên gelê me û mirovatiye neşikandin. Hêzên me soza xwe ya serkeftinê bi cih anîn. Ev serkeftin serkeftina şoreşa Rojava ye. Ev serkeftin serkeftina Suriyeya demokratîkê. Ev serkeftin serkeftina mirovahiyê ye. Serkeftina xeta azadiyê li hemberî hovîtî û tarîtiya DAIŞ’ê ye.
Ev 133 rojin şervanên me yên YPG/YPJ’ê, keç û xortên Kurdîstanê, dilxwazên ku ji her çar parçeyên kurdîstanê û ji welatên ditîr hatine, şerekî dijwar û berxwedaniyek mezin li hemberî terora DAIŞ’ê meşandin. Di vê berxwedanê de gelek şervanên me yên hêja, keç û xortên Kurdîstanê şehîd ketin. Lê di encamê de ya ku biser ket rih u vîna wan şehîdan bû. Carek din YPG îspat kir ku kes nikare şoreşa Rojava bin bixe. Carek din YPG’ê îspat kir ku hêza rasteqîn a parastina gelê Kurd û gelên herêmê ye.
Şerê ku li Kobanê dimeşiya ne tenê di navbera YPG û DAIŞ’ê de bû. Şerekî di navbera mirovahî û hovîtiyê de, di navbera rihê azadiyê û zilmkariyê de bû. Di navbera hemû nirxên mirovahî û li dijî mirovahiyê de bû. Ya li vir biser ket rastî bû, rihê azadiyê bû, îradeya azadiya gelan û mirovahiyê bû.
Şerê Kobanê ji bo DAIŞ’ê jî cihekî qaderê bû. Binkeftina DAIŞ’ê li Kobanê, di heman demê de destpêka tunebûna DAIŞ’ê ye. Şerê kobanê di vê mijarê de pivanekî esasî bû. Binkeftina DAIŞ’ê li Kobanê tenê bi Kobanê re bi sînor namîne. Li hemberî vîna gelan di aliyê moral û derûnî de jî binkeftinekî ye. Em bawer dikin ku piştî serkeftina Kobanê, dê serkeftinên li hemberî DAIŞ’ê jî zêde bibin. Mizginiya serkeftinên din jî di demekî nêzîk de werin.
Wekî şervanên YPG/YPJ’ê me soz dabû gelê xwe û gelê herêmê. Me ev soza xwe îro bi rizgarkirina Kobanê bi cîh anî. Em vê serkeftinê li gelê Rojava, Suriye û hemû Kurdîstanê pîroz dikin. Em ji kesê ku di vê berxwedanê de alikarî da û li gel me şer kirin re spas dikin. Di serî de ji ber xwedîderketina gelê me û bi taybet gelê me yên Bakurê Kurdîstanê em spas dikin. Car din hêzên em ji koalîsyonê navnetevî ya li dijî DAIŞ’ê ya ku bi erîşên xwe yên ezmanî piştgiriya aktîf nîşan dan jî spas dikin. Dîsa em ji Burkan El Firat û komên din ên giredayî Arteşa Azad ên ku mil bi mil bi me re şer kirin spas dikin. Car din em ji komek birayên me yên pêşmerge ku bi me re alîkar bûn jî spas dikin.
Wekî YPG em dizanin ku erkên li pêşiya me xilas nebûne. Pêvajoya rizgarkirina bejahiya Kobanê li pêşiya me ye. Em soz didin ku vê erka xwe jî bi awayekî serkeftî bi cih binîn.
Em careke din di şaxsê Diyar Bagok, Êrîş, Zozan, Arîn, Dilgêş û Kendalan de ji sedan lehengên ku canê xwe feda kirin re soza xwe ya serkeftinê dubare dikin û em dibêjin ku em ê bi rêya wan re giredayî biminîn. Carek din vê serkeftinê li hemû gelê xwe, şervanên xwe yên YPG/YPJ’ê û hemû dostên xwe pîroz dikin.”
(aq)

No comments