Breaking News

YPG: 3 cihên din ji çeteyan hatin paqijkirin


NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di çarçoveya operasyona paqijkirina Kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê de, şevêdin jî 3 cih hatine azadkirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê 24 saetên dawî yên operasyona paqijkirina Kobanê ku dom dike de, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şervanên YPG’ê yên ku navenda bajarê Kobanê azad kirin, li hemberî gundên dikevin başûrê bajar jî operasyonên xwe berdewam dikin.
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Duh me agahiya paqijkirina gundê Helincê ku dikeve başûr rojhilatê Kobanê parve kiribû. Di pevçunên li vî gundî hatine jiyandin de hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin. Lê li vir 10 termên çeteyan û gellek çek û cebilxane hatine desteserkirin.
Hêzên me li eniya başûr, li hemberî 3 noqteyên ku ji aliye çeteyan ve hatibûn dagirkirin operasyonek lidar xistin. Di operasyona ku Salona Newrozê, Xwaringêha Seyran û gundê Gulmêt digirt nava xwe de 13 endamên çeteyan hatine kuştin. Piştî pevçunên hatiye jiyankirin hêzên me hersê noqte jî ji çeteyan paqij û azad kirin.
Di operasyonên ku tevahiya roj û şeva bihurî dom kir de hêzên me dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyan. Li gorî vê hêzên me dest danîn ser tirimpêleke Hammer, katruşayek, doçkayek 12,5, 2 roketavêjên B7, çekek BKC, 2 çekên G1, 10 kelaşnîkof, 50 şarjorên kelaşnîkofan, 27 bombeyên destan, 10 rext, 50 mayinên li dijî tangan, 20 mayinên li dijî şexsan, 30 mayinên bi dest hatine çekirin, 4 bêtel û telefonekê.
2 rêhevalê me yên ku di serkeftina operasyonên şevê din de rolekî giring listîne, bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadetê.”
(aq)
ANHA

No comments