Breaking News

YPG’ê du kolanên din ji çeteyan paqij kirin

NEHÎR PALE
KOBANÊ - Hêzên YPG’ê di encama çalakiya ku îro li rojhilatê dibistana Şerîa ya bajarê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de li dar xistibû, du tax bi temamî ji çeteyan paqij kirin. Her wiha hêzên YPG’ê li taxa Kaniya Kurdan pêşve diçe.
Nûçegihanên ANHA’yê ragihandin ku hêzên YPG’ê operasyona paqijkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê didomînin. Nûçegihanan dane zanîn ku di encama çalakiya ku şervanên YPG’ê danê ber êvarê li rojhilatê dibistana Şerîa ya rojhilatê bajêr li dijî çeteyên DAIŞ’ê li dar xistine de, du kolanên din bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin. her wiha derbeyên giran li çeteyan dane.
Her wiha hate ragihandin ku hêzên YPG’ê li taxa kaniya Kurdan pêşve diçin û şer û pevçûn di navbera şervanan û çeteyan de heta niha didomin.
(jh)

No comments