Breaking News

Şems El-Şamal: Têkoşîna me li rex YPG’ê dê bidome

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Tabûrên Şems El-Şemal diyar kir, dê heta nirxên şoreşa rasteqîn ku gelên Sûriyê û Kurd ji bo wê dixebitin, pêk werin dê li rex hêzên YPG’ê û YPJ’ê têbikoşin.
Di daxuyaniya Fermandariya Tabûrên Şems El-Şemal yên girêdayî Tugayên Fecir El-Huriyê ya Artêşa Azad de wiha hate gotin: “Di rêzeserkeftinên dîrokî ku lehengên Şems El-Şemal û hêzên YPG/YPJ’ê, Pêşmerge û hemû tabûrên şoreşgerî ên Kobanê li dijî DAIŞ’ê di 134 rojan de pêk anîne, bi rizgarkirina Kobanê bi encam bû û bajar ji qirêjiya çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ew wekî tabûrên Şems El-Şemal heta komên çete tên rawestandin dê bi hemû aliyên berxwedêr re tevbigerin û bal kişand ku berxwedana Kobanê qonaxeke dîrokî ye û ev tişt hatin diyarkirin: “Em wekî tabûrên Şems El-Şemal û hemû tabûrên şoreşgerî yên berxwedêr em ê li rex hêzên YPG’ê û YPJ’ê tevbigerin. Heta ku nirxên şoreşa rasteqîn pêk tê ku gelê Sûriyê û Kurd ji bo wê dixebitin pêk tên û terora komên radîkal tê rawestandin, em ê têbikoşin. Berxwedana Kobanê qonaxeke dîrokî ji bo bilindkirina ala berxwedan, azadî, rûmet û edaleta mirovahiyê ye û ji bo pêkanîna armancên şoreşê ye.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku ew wekî tabûrên Şems El-Şemal hê jî li ser riya ku şehîdan ên wekî Ebû Firat û lehengê birîndar Ebû Leyle ronî kirine têkoşîna xwe didomînin û wiha destnîşankirin: “Em tu carî derfetê nadin teroran ku armancên xwe pêk bînin û dagirkeriya xwe li ser gelê me bikin. Heta ku axa Kobanê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê tê paqijkirin, em ê bi awayekî rasteqîn li rex hêzên Şoreşgerî û leşkerî li ber xwe bidin.”
Di daxuyaniyê de soza şopandina riya têkoşerên Kobanê hate dûbarekirin û ev tişt hatin gotin: “Serkeftin nêz e. Em li pêşiya raya giştî dîsa soz didin ku em ê riya şehîdên Kobanê bişopînin. Şehîdên Kobanê li ser her bostekek Kobanê serkeftina şoreşa dîrokî nivîsandin. Em soz didin gelê xwe yê berxwedêr ku dema serkeftinê nêzîk e û ji bo pêkanîna vê armancê em ê canê xwe feda bikin.”
Di dawiya daxuyaniya Fermandariya Tabûrên Şems El-Şemal yên girêdayî Tugayên Fecir El-Huriyê ya Artêşa Azad de rizgarkirina Kobanê li gelê Sûriyeyê hate pîroz kirin û hate gotin ku serkeftina Kobanê gaveke girîng ji bo rizgarkirina tevahî axa Sûriyê ji teror û komkujiyan e.
(jh)
ANHA

No comments