Breaking News

Rojava bi rengên Kobanê xemilî


NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarên Qamişlo, Girkê Legê, Hesekê, Tirbespiyê, Dêrikê, Amûdê û Efrînê bi deh hezaran welatiyan bi şahî û meşan, rizgarkirina Kobanê silav kirin.
AMÛDÊ
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, pîrozbahiyeke gireseyî lidar xist. Pîrozbahî li çerxereyariya ketina bajarê Amûdê ya ji aliyê bajarê Qamişlo ve hate lidarxistin û saet di 14.30’an de destpê kir.
Di pîrozbahiyê de Serokê Meclîsa Rêveber Ekrem Hiso, herdu cîgirên wî Hisên El-Ezam û Elîzabêt Gewriyê, Seroka Desteya Jin Emîne Umer, Serokê Desteya Hundirîn Kenan Berekat, cîgirê Kamil Exta, Cîgira Serokê Desteya Ciwan û Werzîşê Hemrîn Elî, Serokê Desteya Şaredarî û Rêveberiyê Herêmî û Hevseroka Desteya Bilind a Hilbijartinan Gulnaz Ebdullah û bi hezaran welatiyên ji navenda Amûdê û gundên derdora wê yên Kurd, Ereb û Suryanî amade bûn.
Her wiha şervanên YPG/YPJ’ê û endamên sazî, tevger û rêxistinên bajarê Amûdê jî beşdarî pîrozbahiyê bûn..
Di şahiyê de alên TEV-DEM, YPG, YPJ, Yekîtiya Star, Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rêxistinên jin û ciwanan, her wiha pankartên “Kobanê serbilind e”, “Kobanê çavkaniya parastina nirxên mirovahiyê ye”, “Em serkeftina Kobanê pîroz dikin” û “Her der Kobanê ye” hatin vekirin.
Dayîkan bi tîlîliyên xwe û ciwanan jî bi durişmeyên wekî “Bijî Kobanê” û “Bijî YPG û YPG” vegotin û dengê xwe bilind kirin.
Di pirozbahiyê de Ekrem Hiso axivî  û bal kişan ser berxwedana Kobanê ku bi serkeftinê bi encam bûye û got: “Bi berxwedana şervanên mîna Arîn Mîrkan Kobanê îro bi temamî ji çeteyan hatiye rizgarkirin û em li bendê ne ku herêma Kobanê bi hemû gundên xwe di demeke nêz de were paqijkirin. Helbet ji bo welatekî can û xwîn pêwîst e û lehengên YPG û YPJ’ê bi rihê fedabûyînê ev welat û ax parastin û çete ji xaka xwe qewitandin.”
Paşê Hisên El-Ezam bi zimanê Erebî, Emîne Umer bi Kurdî û Elîzabêt Gewriyê bi zimanê Suryanî axivîn û diyar kirin ku Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin cihê ku lê bin tu caran ew cih nakeve û wê hertim li hemberî hişmendiyên radîkal û terorîstane li ber xwe bidin. Axaftvanan gotin: “Serkeftina Kobanê serkeftina başî li ser xirabiyê, serkeftina ronahî li ser tariyê ye. Serkeftinê nirxên mirovahiyê li hemberî dijminên xwe ye. Em hêvî dikin ku rihê berxwedana Kobanê li tevahiya herêmên Rojava û cîhanê belav bibe û aştiyê bicih bike.”
Piştî axaftinan koma Agirî ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Hûrrî ya bajarê Amûdê hin stranên şoreşgerî û netewî pêşkê kir û li ber dengê staranan welatiyan xelekên govendê gerandin û pê coşa xwe ya ji bo pîrozkirina bajarê Kobanê diyar kirin.
Pîrozbahî bi lîliyên dayîkan û durişmeyên ciwanan saet nêzî 16.30’an bidawî bû.
GIRKÊ LEGÊ
Bi hezaran welatiyên bajarê Girkê Legê û gundên derdora wê, deverên Aliyan, bajarokên Çilaxa û Rimêlan, bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, Yekîtiya Star û Saziyên Civaka Sivîl li qada Şehîd Xebat kom bûn.
Girseya gel ji vir bi posterên Rêberê Gelê Kurd û têkoşeran dest bi meşê kir û di nava kolanên bajar de geriyan. Di meşê de duruşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê” , “Şehîd Namirin” û “Bijî berxwedana hêzên YPG’ê û YPJ’ê” hatin berzkirin.
Şahî bi govenda li ber stranan bidawî bû.
HESEKÊ
Tevgera  Çand û Hunera Demoratîk a bajarê Hesekê bi hazirbûna nûnerên partiyên Siyasî, Saziyên civaka Sivîl, Şervanên YPG/YPJ’ê û hêzên asayîşê û bi hezaran welatiyên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan şahiyek lidar xist.
Şahî li pêşiya Navenda Çandê ya li Taxa Mifî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre  li ser Navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)  Ebdulselam Ehmed, li ser Navê YPG‘ê Lewend Rojava û li ser navê Kantona Cizîrê Emdanê Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demoratîk a Kantona Cizîrê Ekrem Mehûş axivin.
Di axaftinan de rizgarkirina Kobanê  li tevahiya gelê Rojava hate pîrozkirin û hate gotin ku rizgarkirina Kobanê ji çeteyan rizgarkirina mirovahiyê ye û destanên qehreamî û lehengî di dîroka gelê kurd de hatiye nîvisandin. Her wiha ji cîhanê re hêza kurdan nîşan kiriye.
Şahî bi srtanên Koma Tolhildan û gerandina govendan bidawî bû.
TIRBESPIYÊ
Bi hezaran welatiyên ku ji navenda bajar, gundan, herêmên Alîyan û Sincaq hatibûn, li Qada Azadî kom bûn û şahî lidar xist. Di şahiyê de pankarta, “Şehîdên Kobanê şehîdên şoreşa sedsala 21’an e”,  sembol û alên kurdî hatin vekirin. Di şahiyê de girseya gel li ber muzîkê govend gerandin.
QAMIŞLO
Bi sedan welatî li taxên Enteriyê û Xerbî şahî lidar xistin. Di şahiya li Enteriyê de welatiyên ku ji taxên Bişêriyê, Qudurbeg, Qenatsiwês û Çerxerêxa Azadiyê hatibûn, bi cil û bergên herêmî bal kişandin. Welatiyên ku bi diruşmeyan serkeftina Kobanê silav kirin, li ber stranan govend gerandin. Di şahiya ku agir jî hate pêxistin de yek ji dayikên aştiyê Leyla Osman axivî û got; “Ev destkeftiyên dîrokî bi saya cangoriyên azadiyê pêk hatine û riya azadiyê ronî kiriye”.
Di şahiya li taxa Xerbî de jî welatiyên taxên Kornîş, Hilêliyê li kolana Munir Hebîp kom bûn û serkeftin pîroz kir.
DÊRIK
Bi hezaran welatiyên ji navenda Dêrik, Berav û Koçeratan hatin, li pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer kom bûn û şahî lidar xist. Di şahiyê de Serokê Desteya Karên Derve ya Kantona Kobanê Îbrahîm Kurdo û nûnerên saziyên civaka sivîl jî amade bûn. Li qada ku bi wêneyên cangoriyên azadiyê hatibû xemilandin, Îbrahîm Kurdo li ser berxwedana Kobanê axivî. Kurdo got ku şervanên YPG/YPJ’ê ders daye hêzên ku dixwazin destdirêjiya Kobanê bikin.
Şahî bi govend û muzîkê bidawî bû.
EFRÎN
Li gundê Turindê bi sedan welatiyan qurban serjêkirin û şahiyek lidar xistin. Di şahiya ku bi rêzgirtinê destpê kir de, welatiyan bi tilîlî û dirûşmeyan şervanên YPG’ê ku tevlî şahiyê bûn pêşwazî kirin. Piştre endama Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê ya Herêma Efrînê Sîdar Efrîn axivî û serkeftina Kobanê li gel pîroz kir.
Şahî bi belavkirina xwarinê û li ber stranan bi govendê bidawî bû.
DIRBÊSIYÊ
Li bajaroka Eburasyen bi sedan welatî hatim cem hev û li Navenda Perwerde û Zanistê ya Jinan şahiyek lidar xist. Li qada ku bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cangoriyên azadiyê hatibû xemilandin, govend hatin gerandin. Di axaftinên ku di şahiyê de hatin kirin de berxwedana Kobanê hate silavkirin.
(ekip/aq)
ANHA

No comments