Breaking News

Hevserokatiya Cizîrê serkeftina Kobanê pîroz kir


NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Kantona Cizîrê rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê û yekem salvegera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li gelê Kurd, YPG’ê û YPJ’ê pîroz kir û got: “Me hêza teror a herî xurt di cîhanê de têk bir û me rizgarkirina Kobanê di yekemîn salvegera damezirandina rêveberiya wê de ragihand. Em vê diyariya mezin pêşkêşî gelê Kurd û hemû gelên cîhanê dikin.”
Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyeke nivîskî rizgarkirina bajarê Kobanê di yekemîn salvegera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ji çeteyên DAIŞ’ê li gelên Rojavayê Kurdistanê, YPG’ê û YPJ’ê pîroz kir.
Di daxuyaniya Hevserokatiyê wiha hate gotin: “Bi rasthatina yekemîn salvegera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, gelê me bi rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê şahiyan li dar dixe. Bê guman Rêveberiya Xweser, li hemberî hewldanên ku qaşo bi navê ‘şoreşa Sûriyeyê’ dixwestin me bikişînin aliyên xwe, proje bersiva herî guncaw bû. Gelê me li herêma Kobanê û bi rêveberiya xwe ya xweser karibû bingeha rêveberî, rêxistinî û siyasî ava bike û bibe sembola Netewa Demokatîk ku ji bo wê têdikoşin.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li hemberî hemû hewldanên koledariyê, ji dema ku Rêveberiya Xwerseriya Demokratîk li herêmê çavên xwe li ronahiyê vekirin, komên radîkal û teror ji çaraliyên gerdonê ve êrîşî Kobanê kirin. Bi van êrîşên xwe hewldidin vîna azad a gel bişkînin û destkeftiyên wî têk bibin. Lê gelê Kurd li hemberî hemû hewldanên wan derket û dest bi riya berxwedana leheng  kir. Bi vê berxwedana ku bi xwîna şehîdan ve girêdayî ma û bi lehengî dom kir, tevahî cîhan pê matmayî ma.
Şervanên YPG’ê û YPJ’ê xwe amade kirin û biryara xwe ya dîrokî di parastina destkeftiyên gelê Kobanê û Rojava de girtin û soza serkeftinê heta dawî dan. Her wiha diyar kirn ku xwîna şehîdan û berxwedana gel bingeha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xurt kirin. Şervanan di berxwedana dîrokî de ku çend mehan bê navber dom kir, pevçûnên dijwar têde hatin jiyankirin û şervanan bi xwîna xwe efsaneyên dîrokî di fedekarî û berxwedaniyê de nivîsandin.”
Di daxuyaniya hevserokatiya herêmê de hate gotin ku di nava bajarên cîhanê de herî zêde navê Kobanê vedibriqe û wiha hate destnîşankirin: “Tecrûbeya Rêveberiya Xweser bû mînaka herî guncaw di cîhanê de. Ev proje ji bo aloziya Sûriyeyê û pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriyê pêşkêş dike. Bi riya vê projeyê hêviyên gelê me di bidestxistina azadî û mafên xwe di avakirina Netewa Demokratîk de pêk tên. Ji bo yekîtiya gelên herêmê di bin durişmeya ‘avakirina pêşerojeke saxlem ji bo gelên Rojava’ dê bibe rêbaza yekîtiya hemû gelên herêmê. Berxwedana Kobanê careke din îspat kir ku BERXWEDAN JIYAN E. Tevahî cîhanê li hemberî  berxwedana dîrokî ya Kobanê matmayî ma. Me hêzê teror a heir xurt di cîhanê de têk bir û me di yekemîn salvegera damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk de rizgarkirina Kobanê ragihand. Em vê diyariya mezin pêşkêşî gelê Kurd û hemû gelên cîhanê dikin.
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku berxwedana lehengên YPG’ê û YPJ’ê cihê rêzdariyê ye. Şervanên YPG’ê di sedsala 21’an de hêjaye bibin sembol û layiqî berxwedan û dîroka xwe bin.
Di daxuyaniyê de wiha hate domandin: “Bi rizgarkirina me ji bajarê Kobanê re ku kaniya şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye, em şervanên YPG’ê û YPJ’ê di vê serkeftina xwe ya mezin de silav dikin her wiha em berxwedana Pêşmergeyên leheng, Burkan El-Firat û Eniya El-Ekrad û nûnerên Çep ên Tirkiyeyê di beşdarbûna berxwedanê de silav dikin û serkeftina di rizgarkirina Kobanê de li wan pîroz dikin.”
Daxuyaniya Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê wiha bi dawî bû: “Em wekî Hevserokatiya Kantona Cizîrê serkeftina ku ji naveroka felsefe û bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdikeve, li wî pîroz dikin. Ev serkeftin li gelê Kurd û hemû gelên cîhanê pîroz dikin. Bijî berxwedana hêzên me û gelê me. Bijî rêbaza civaka demokratîk û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk.”
(jh)
ANHA

No comments