Breaking News

Çend têbînî ji gundê Helincê

NESRÎN EBDÎ
KOBANÊ – Piştî rizgarkirina navenad bajar, şervanên YPG/YPJ’ê hemleya rizgarkirina gundan dan destpêkirin û gundê Helincê yê li rojhilatê bajar rizgar kirin. Helincê ku 3 kîlometre dûrî bajar e, xwedî cihê stratejîk e û bû yekemîn gundê ku hate rizgarkirin. Li gund nivîsa “Paqijî xemla jiyanê ye” ya li ser avahiya çandê, hîn jî li cihê xwe disekine.
Ji bo şopandin pêşketinên şervanan, rewşa şer û çawaniya rizgarkirina gund, me jî berê xwe da gundê Helincê.  Piştî çar mehan ku em bi meşê diçûn eniyên şer, ev cara yekem bû ku em neçar man  bi tirimpêlê biçin cihên rizgarkirî, lewra piştî meşeke dem dirêj, em bi tirmpêla şervanên  YPG ê çûn gund.
Di rê de tişta ku herî zêde bala min kişand ala 100 metreyî ya li ser girê Miştenûr hatibû daliqandibûn bû. Her wiha meşa şervanan a di nava erdan de bi serbestî tiştek din a bal dikişand bû.
Dema gihîştin gund, kêliya ku em  ji tirimpêlê peya bûn, şervanan li hev û din rizgarkirin gund pîroz dikirin û behsa çawaniya rizgakirina gund û reva çeteyan dikirin. Di wê navberê de cenazeyê 9 çeteyên ku hatibûn kuştin li kolanê hatibû dirêjkirin. Piştî silavdayînê ez û hevalê xwe Hogir li nava gund geriyan.
‘Paqijî xemla jiyanê ye’
Gava em çûn avahiya Naveda Çand û Hunerê, tişta destpêkê bala me kişand, nivîsa ku dibêje “Paqijî xemla jiyanê” ku belê li ser armeya avahiyê hatibû nivîsandibûn bû. Nivîs û avahiya ku ji kelpîçan hatibû çêkirin hîn saxlem li cihê xwe bû û wekî ku bi yek gotinê çîroka gund vedibêje radiwestiya.
Li nava gund du cihên ku di encama bombebaran balefiran hatibûn ruxandin tên dîtin, her wiha gelek malên ku ji aliyê çetayan ve hatibû şewtandin hebûn. Lê piraniya malên gund saxlem bûn.Li  malên ku ji kerpîçan hatibûn çêkirin, dengê mirîşkan û pînên wan, cihên mêşên hingiv, darên şîn û yên hişk bûne, hewşên ku ajal tê de dihatin xwedîkirin, qirşên ku di bêrîvaniyekê de hatibûn komkirin, balê dikişînin.
Goristana gund hatiye rûxandin
Çeteyên ku li ser navê Îslamiyetê tevdigerin, hemû pîvanên exlaqî û civakî binpê kirine û bi pêkanînên xwe yên li vir, rûyê xwe yê rast careke din nîşan dane. Çeteyên ku gelek mal talan kirine, goristana gund jî hilweşandine û bi axê re kirine yek.
Bîranînên şervanan
Piştî gera di nava gund de, vê carê me guh da şervanên YPG ê û YPJ’ê yên ku gund rizgar kirine. Şervanên ku kêfxweşiya wan di ruyê wan de dihat dîtin, ji hevû din re digotin “Li gundan nefesa me derdikeve”. Her yek ji wan behsa bîranînên xwe, çawa ji gund vekşiyane, çeteyan çawa bi tangan êrîş kirine, gelek caran neçar mane ji gundekê heya gundekî din bi barê giran û meşê bimeşin dikirin. Her wiha behsa şehîdbûna hevalê xwe Emîn li gundê Helincê jiynan xwe ji dest daye kirin.
Şervana YPJ’ê Nûjiyan ku  ji gundê Helincê ye û cihê xwe di çalakiya rizgarkirina gund girtiye, got: “Dema gund rizgar bû destpêkê min berê xwe dayê cihê ku şehîd Emîn lê şehîd ketiye. Li nêzî mizgefta gund bû. Her wiha ez çûm mala xwe ji bo bizanibim wêneyên şehîdên di mala me da çi jê hatiye”, Nûjiyan bi gotina vê hevokê wêneyê şehîd Siyamend Rojhilat ku di par li gundê Kendalê jiyana xwe ji dest dabû, ji berîka xwe derxist û nîşan da. Balkêş bû ku dema şervanan xatir ji hev û din dixwestin, an hazirtiya çalakiya din dikirin, bi çavên ku bîranînên berê vedigotin ji hev re digotin: “Emê careke din li gundê Evdiko, Kendalê, Sûsikê, Cirin, hev bibînin.”
(aq)
ANHA














No comments