Breaking News

Şandeya KCD û HDP’ê hat Kobanê


KOBANÊ –    Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, parlamenterên HDP’ê Îbrahîm Ayhan, Îbrahîm Bînîcî, Faysal Sariyildiz, Kemal Aktaş, Ayla Akad Ata, Sabahat Tuncel, Nursel Aydogan,  parlamentera berê Ewropayê Feleknas Uca û komek rêveberên DBP’ê, di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re derbasî Kobanê bûn.
Şande li vir ji aliyê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantonê Enwer Muslim, Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Eyşe Efendî û rêveberên kantonê ve hate pêşwazîkirin. Endamên şandeyê piştre li nava kolanên Kobanê geriyan û bi şervanên YPG/YPJ’ê, endamên asayîşê û welatiyên sivîl re sohbet kirin.
Şande piştî ku serdanê wê vegera Pirsûsê û tevlî pîrozbahiyên ku dê li gundê Mehser ê ku ji destpêka berxwedanê ve çalakiyên piştgiriya Kobanê pêk tê, bibin.

No comments